|
FERATÊ DERDAN
|
2022-06-04 22:32
|
Suphi Aydın
|
|
Derdên min kûrin wek çemê Ferat Feratê derdan hilat û dahat Derdê pir mezin, kulla pir giran Derdê Kurdistan, axîna welat
Ez tim dinalim her sal û her mah Qêrîn û firyad, hawar û sed ah Digel min digrin Seyran û Şêrîn Nalîna dengê Gulnaz û Dilşah
Şêrînê megrî pir pir delalî Seyranê megrî xwe pir menalî Gulnazê megrî, Dilşahê megrî Dijmin li hember vî kevnekalî
Haydê em rûnin bê deng û hewar Reşa xwe vekin desmal û reşçar Da dost û heval tev nebin xemgîn Li me şa nebin dijmin û neyar
Haydê em rûnin ser çemê Amed Em jê bipirsin keyanîya Med Kanî ev birc û sera û bajar? Kanî Kurdîstan, zozan û serhed?
Kanî welatê me xoş û rengîn? Kanî ev şêr û gernas û bengîn? Dîsa tev bigrin Dilşah û Şêrîn Kûrkûr binalin rengê Cegerxwîn
Xwendevanên delal, vê carê bona xwendin û fêrbûnê ji we re helbesta jorîn ya Cegerxwîn pêşkêş dikim. Cegerxwîn helbestvanê hêvî û azadîyê ye, di destpêka helbestên xwe da rewşa xirab tîne ber çavên xwendevanan, lê di dawîyê da rêya çareserkirina bindestîyê nîşanê me dide. Cegerxwîn, merivekî qenc, bêdeng, zana û nerm bû. Rojekî ez tev wî û Bekîr saydam hevra ji bona pîrozkirina newrozê ji bajarê Bremen’ê çûbûn Duisburg’ê. Lê Beko em li malekî de hişt û çû cîyê şeva newrozê. Xwedîyê malê jî ji bona xebatê tev hevalan çûbû nav bajêr ku xelkê bînin şeva newrozê. Cegerxwîn, ez, xanima malê û çar an jî pênc zarokên wan man nav malê de bûn. Îcar kewanîya malê nan çêkirîbû anî ser sifrê de danî û me hemîyan tev zarokan nanê xwe xwar. Cegerxwîn, ji min re bi hêdîka dibêje heval, zarokên vê malê gelekin, mêrê jinikê jî çûye kar dike, nabe em hinekî pere bidin xanima malê, gunehin wan ewqas nan çêkirine ji bona me. Min go; xwedîyê malê bona şevê newrozê çûye tev hevalan mal bi mal digerin wan dawetê şevê dikin, lewra ne male. Dengê xwe neke qala pere neke wê kewanîya malê ji me hêrs bikeve. Axir piştî nan xwarinê min Zeynel, xwişk û birayên wî kom kir û me hevra ji bona Cegerxwî Hernepêş xwend. Zeynel sazê lêdixist û me jî marş dixwend. Gelekî keyfa Cegerxwîn bi koma me ya muzîkê hat, dikenîya û digot; kuro te çi kir, nava nîv seatê de komo muzîkê ya zarokan çêkir. Cegerxwîn pir ji pevçûnê ditirsîya ji bona hîn êrîşkarên gurên gewr mereq dikir, digot bira şeva newrozê de kes zerarê nebîne. Ji ber ku di wê demê da êrîşkarê şevên newrozê endamên gurên gewr û yê Maocîyan bûn. Heyanê careka dinê bimînin nava xweşî û rindîyê de!
|
|
|
|