|
HÊVÎ
|
2022-08-07 20:04
|
Suphi Aydın
|
|
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin hîvên ne eseh diçirin, di berbangê da û di fecîra serê sibê da kamyonên sêrgûyê, mirîyan top dikin li ser kolanan da, mirîyên betal û bêkar, mirîyên birçî.
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di fecîra serê sibê da û li ber tava rojê da malbatekî gundî, mêr, jin, ker, hevcarê cotê, zevîyê da cot dikin, erd çengekî xwelîye...
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema rojhilatê da û gava roj bilind dibe dimire zarokekî, zarokekî Japonê dimire di Hîroşîmayê da donzdeh salîye û hatîye qeyd kirinê jî, lê ew ne ji nexweşîya xenoqê, ne jî ji menencîtê, dimire di sala hezar nehsed pence heştan da. Ji ber ku ew di sala 1945 da hatîye dinyayê.
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema berbangê da û di dema fecîra serê sibê da merivekî zik mezin, ji xewê radibe û bi teşqelê kincên xwe li xwe dike. ‘Gelo wê ew ev roj gilîyê kê ji cem kê bike? ‘ Bona ku ew were hezkirin ji alîyê amîrên xwe va.
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema berbangê da û di dema serê sibê da şoforekî zencî, tê dardakirin li qerexa ber rê da, gazê dirêjînin ser laşê wî de û dişewitînin, piştre hîn ji wan kesan diçin qehwê xwe vedixwin, hinek jî diçin berberê porê serê xwe kurt dikin, hîn kes ji wan jî diçin dukanên xwe vedikin, hinekî jî diçin enîya qîzên xwe yên ezeb radimûsin.
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema berbangê da û di dema rojhilatê da jinikekî girtî, bi qayişê ji ser pişta xwe va hatîye girêdanê li ser masayekî da. Memikên we yên tazî di nava xwîna sor da mane, îfadeya wê tê girtin di kîlerekî tarî da, yên ku jinikê pirs dikin cixare dikêşînin, yekî ji wan teze ketîye bîstan, yê din jî şêst salîye, îşlîgên wan di xûdanê da, çepilên wan pêçeyîne û elektroden tûrên qûmê.
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema rojhilatê da û gava roj tava xwe berdide ser pelên gulê, di meydana balafiran da pîlotên bêdeng, bomba ‘ H ‘ yê bar dikin bi dilsistîyê va. Û di dema rojhilatê da, dema serê sibê da, bi çekên otomatîk ve tên kuştin, karker û xwendevanên Unîversîteyê û darcewî Bûlwarê dixemilînin, xilikên kulîlkan jî di balkonan dane û di dema rojhilatê da merivê dewletê, ji zîyafetekî vedigere qonaxa xwe. Û di dema rojhilatê da dengê çîvîkan tê. Û di dema rojhilatê da, gava roj bilind dibe, dayikekî cîwan zarokê xwe dide mêjandinê.
Dixebitin, reaktorên atomê dixebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema rojhilatê da û gava roj dertê, ez di şevekî, bê xew dîsan şevekî dirêje, bi êş kederan derbaz dikim. Li ser hesretîyê û mirinê fikirîyame ez, ji bona te û welatê me xeman dikşînim.
Dixebitin, reaktorên atomê dixwebitin, hîvên ne eseh diçirin, di dema rojhilatê da. Û di dema rojhilatê da, qet hêvî nemane? Hêvî, hêvî, hêvî, hêvî dîsa di mirovan da ye.
12 şevê Adarê, 13 – 14 Adar 1958 Varşova – Şîvîder.
Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye ser kurmancîyê. Hêvî dikim hûn ji ev wergera min qayîlbin û wê bixwînin. Heyanê careka din bimînin di nav xweşî û aramîyê da.
|
|
|
|