|
NAMEYEK JI BONA JINA MIN
|
2022-09-14 18:36
|
Suphi Aydın
|
|
Canê min! Di nameya xwe ya dawîyê de: ‘ serê min diêşe, dilê min bûye sersem’ dibêjî; ‘wê te bixeniqînin, ezê bê te çawa bijîm?’ dibêjî; ‘bê te jîyan nabe!’ Tuyê bijî jinika min, fena dûmanekî reş belav dibe, serpêhatîya min li ber bayê; tu yê bijî xwişka dilê min ya por sor, ji salekî zêdetir najo di qurna bîstan de, êşa mirîyan. Mirin Di dara sêpîyan de mirîyekî. Ji mirinekî wusa re tu car razî nabe dilê min. Lê bawerke canê min; ger destên aşiqekî bê guneh yên reşik û bi mûyîn fene pîrikekî bavêjê bendê ji qirika min, wê beyhûde binêrin da ku bibînin çavên şîn de tirs li Nazim’ê! Ezê tarîya berbangê ya emrê xwe da hevalên xwe û te bibînim û tenê êşa sitranekî nîvî hiştî bibim bin erdê. Jinika min! Dil pak, reng zêrîn, çav ji hingiv şîrintirê min; çira nivîsî min ji te ra daxwaza wan ya dardakirina min, hîna dawe di destpêkêdaye bawer bike fena şalxamekî nafirînin serê min. Tu were guh nede van gotinan. Ev gotin îhtîmalekî dûrin. Ger hene pereyên teji min re tûman û fanîle bikire, dîsa jana sîyatîk ketîye nava qorên min. Ji bîra xwe neke, pêwîste ku timî tiştên baş bifikire jina girtîyekî. 33. 11. 11 Ji hepisxana Bursa’yê
Xwendevanên delal, vê carê jî ji bona xwendinê helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ku min wergerandîye ser kurmancîyê neşir dikim. Heyanê careka dinê bimînin di nav aşitî û aramîyê de!
|
|
|
|