|
JI HELBESTÊN SEAT 21 – 22
|
2022-09-21 17:40
|
Suphi Aydın
|
|
Çi tiştekî xweşe te bîranîn: nava xeberên şer û serkeftîyan de him ji di hepsê de û emrê min çil salê derbaz bûbe jî...
Çi tiştekî xweşe te bîranîn: li ser qûmaşekî şîn de hatine bîrkirin destên te û nava porên te de axa Stembol’ê ya nerm û bi bereket, ya canê min... Di nava dilê min de fena canekî duyemîn dilşa me ji bona ku te hez dikim ez... Ev bîhna ser pelên dara Sardûnyê li ser tilîyan maye, xweşî û rehetîyekî ya tava rojê û daweta goştê: bi xetên sor ve hatine veqetandin germîya tarîyekî kûr...
Çi tiştekî xweşe te bîranîn: Û ji bona te nivîsîn, li ser piştê raketî di hepsê da xem ji bona te: felan rojê, bêban cîhê de ev gotinên te, ne ev tenê bi serê xwe lê di hesreta te da dinyayê...
Çi tiştekî xweşe te bîranîn: Dîsa ji bona te ji darê tiştekî çêdikim; çavekî sandûqê ye an jî hîngûlîstekî, ezê qasî sê mîtro herîrê tenik ji bona te birêçînim. Û di heman demê da rabim ser xwe caxilmên hesin yên pencerê pêbigrim ji ezmanê azad ku fena şîr û şîneyê re bi dengekî bilind ev gotinên ku min ji bona te nivîsîbû bixwînim...
Çi tiştekî xweşe te bîranîn: Nava xeberên şer û serkeftîyan de, him jî di hepsê de û emrê min çil salê derbaz bûbe jî...
Xwendevanên delal, çawa ku hûn ji dibînin di welatê me û derûdora wê de tim bûyerên neheq, zalim tên serê mirovan. Em dizanin û pê dihesin ku merivên zana, hunermend û nivîskar hatine hepiskirin ji bona berhemên xwe. Ev helbesta jorîn jî Nazim Hîkmet di hepsê de nivîsîye. Ev roj jî nivîskar û hunermend bîr û bawerîyên xwe bi serbestî nikarin bînin ziman, eşkera bikin di welatên şerqê da. Kuştin, wêrankirin û şerpêsîra ev welatên weka Tirkîyê, Îran, Îraq û Surîyê girtîye, bernade. Ev sed sale serborîya van welatan naguhere, pêşvaçûn çênabe û her weka dema berê bi zor û zulmê li ser lingan de mane. Gunehe gêlên ku li ser ev axê de dijîn layiqê ev hukûmdarîyan nîne, ji bona wan aşitî, aramî û demokrasî lazime.Bi kuştina jin û mêran ne Îran, Tirkîye, Îraq û Surîye dikarin hebûna dewletên xwe biparêzin. Meriv bê azadî û wekhevî nikare tu derekî de bijî,lewra xelkê van welatan jî êdî ji desthilatdarên xwe eciz bûn, direvin ji van welatan. Bona pirsgirêkan çare nayên dîtin,azadîya mirovan tune û tu dibêjî ma qey ev dewlet ji bona zulim bikin ji hemwelatîyên xwe hatine çêkirin. Pêwîste ev xelkê reben jî şiyarbin ji ev xewa giran û ji bona bidestxistina mafên xwe kar û xebat bikin, an na wê hetanê hetayî bikişînin ev zor û zulmê. Ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye ser kurmancîyê.
|
|
|
|