|
XEYALETEKÎ DIGERE DI BEHRA BELEKÊ DE
|
2022-12-10 21:24
|
Suphi Aydın
|
|
Xeyaletekî digere di Behra Belekê de Xeyaleta neferekî Îtalyanê ye Li ser milê wî de caketekî bişkok firîyayî, goştê ser pişta wî peritî, bûye kêrî – kêrî henarekên sureta wî yên xûdan derketî de xwîn.
Ji ber ku ditirse wê gilêr bibe di valahîyê de, di rojan de tavê hemêz dike şevan de jî stêran digere di Behra Belekê de bi qêrîn û gazî.
Ez wî nas dikim, dema saxîya xwe da fîrarekî bû: ger nehatibana gulle berdanê ewê hîna bi dehan salan bijîya.
Ez wî nas dikim. Ji enîya şer revîya di Advuayê de, wusa ku fena heywanekî bireve ji şewatê. Revîya ne ji bona ramanekî, ne jî bona dozekî û ne jî ji bona mafekî. Revîya ji ber ku wî nedixwast bimire, tenê dixwast bije.
Wî nedizanî bû mirin çîye. Ne Hamletê xwendibû, ne jî helbestek ji Dantê. Û qet fikra xwe jî tunebû di derheqa mirinê da ji nivîsên kitêban. Dema ku ev hat gulle berdanê di carekî de hat ji ber bîra wî duayekî ku di dawetan de dihat xwendinê, Ev ne ji mirinê, lê ditirsîya ku bi xwe bimire. Ji berê her tiştê û li her tiştê pêşda dixwast ku tenê bije. Bi jin bê jin tî birçî fena darekî teyrekî ewrekî masîyekî tasekî av çengekî xwelî bikaribe bije...
Û ew fîrarê ku nedixwast bimire tenê dixwast ji xwe re bije di berbanga sibê de dema kulîlk pel vedabû ser şaxa xwe da hat gulle berdanê.
1937
Xwendevanên delal, bawer bikin xwendina helbestan di van roj û şevên zivistanê yên sar û aeqemê, yên tarî û zilmatê de ji ruhê meriv re nermî, germî, frehî û qencîyê tînin. Meriv bi xwendina helbestan dibe dilşa, an jî xemgîn. Hîn kes henin bi saya serê helbestan ve bûne hezkirîyên zimanê û zanînên xwe yên di derheqa zimên de pêşve birine. Em bînin bîra we helbestên Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û yên weka wan tunebana me ji kuva îlham digirt û helbest dinivîsand? Ji ber ku di welatê me de xwendin û nivîsandina ziman ewqas pêşde neçûye xelk helbestan, beytan û qesîdeyên fena sitranan distêre. Xelkê me her çar alîyên welatê xwe de mecbûr maye ku zimanê dagirkeran di dibistanên fermî yên dewletên kedxwûran de fêr bibe.Jixwe dezgehên vê dinê ji mafên gelê Kurd re derîyên malên xwe girtîne, sed sal berê jî ev yeka wusa bû, ev roj jî tiştekî nehatîye guhartin. Gelê Kurd herçar alîyên welatê xwe de bê maf û bêxwedîye, dewleta xwe tune, bi serê xwe serbest û azad nîne. Tirkîye,Îran, Iraq û surîye binêrin halê wan dewletan jî ne hale, şundemayî, kevneperest û zalimin. Ji wan herçar dewletan yekî jî medenî, merivatî,aşitî tuneye. Timotim êrîş dikin ser kurdan, Îran ev çil sale bi darê zorê qeda xwe daye jinan û Kurdan. Tirkîyê jî sed sal zêydetire jîyan ji kurdan re kirîye zindan. Surîye jixwe Xwedê bela xwe daye nikare serê xwe ji ber xirabîyan bilind bike. Îraq jî wusaye ger rojek fersend bikeve destê wan, wê felaketan bînin ser xelkê me. Ji ber ku ev dewletan sed salin welatê me bi darê zorê xistine bin destên xwe û hetanê vê rojê talan dikin, naxwazin dest ji van hukûdarîyên xwe berdin. Lê gelê Kurd jî bi tevayî pênce mîlyon meriv û welatê wan jî qasî Firensayê mezine, xwedîyê erde. Pêwîste ku bi rêyekî aşitîyane ev jî bibin xwedîyê maf û azadîya xwe.Hetanê hetayîyê koletî ji xelkê re nabe ku Kurd ev zor û zulmê qebûl bikin.
Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê yê û min wergerandîye ser kurmancîyê. Heyanê careka din bimînin di nava xêr û xweşîyê de.
|
|
|
|