|
Wek destpêk baş e lê têr nake
|
2012-10-05 19:47
|
Haluk Agrîn
|
|
Malpera “Xeberên kurdi” derbarî “Dersa kurdî ya bijarte" de raya min jî wergirtin û weşandin. Ez dixwazim wê bi xwendevanên Dengê Kurdistan re jî parvekim.
Her reform yan jî guhartineke ku di çarçoveya “Rê li ber vekirina pirsa Kurd” de tê kirin, hêjayî niqaşên berfireh e. Lewra ez lêpirsîna we ya li ser “Dersa kurdî ya bijarte” giring dibînim û dixwazim sipasî we bikim ku we ev platforma guftugoyê vekiriye û raya min jî dipirsin. Ez ê li vir, bi kurtî raya xwe ravebikim.
Di van guftugoyên weha de, gelek caran, hinek ji me bêyî ku hoyên siyasî, civakî yên ku gelê Kurd, dewleta Tirk û Rojhilata Navîn tevde tê re derbas dibin li ber çavan bigrin, pêşinen her gaveke nû ya ku ji aliyê hukumeta AK-partîyê tê avêtin, reş yan jî spî nîşan didin. Gelek caran derbarî van pirsan de gotinên mezin û qelew tên kirin ku ji rastiyê dûr in. Mesela destnişankirina AK-partiyê wek dijminê gelê kurd ê sereke, xapandineke mezin e. Rejima kemalîst a ku di 90 salên buhurî de xwîna gelê kurd mêtiye û ji bo tunekirina milletê Kurd hemû metodên zulmê bi kar aniye, ziman û çanda kurdan aniye ber şêmîka helandin û tunekirinê, çawa dikare jı AK-partiyê çêtir be?
Ma ne AK-parti ye ya ku vê rejima nijadperest û înkarker roj bi roj qelstir û lawaztir dike? Serda dibêje ez ê pirsa kurd çareser bikim. Û bi temamî bi dilê me nebe jî, heta nuha hin gav avêtin û davêje; wek vekirina TRT-şeş, gavek piçûk bû, lê giring bû. Dersa kurdî ya bijarte jî gavek e piçûk e, lê giring e. Helbet eva têra milletekî mezin nake, milletekî ku ji hezar salan vir de li ser axa xwe dijî, xwediyê çandeke kevnare ye û xwediyê nufûsekî mezin e...
Hukumeta AK-Partiyê bi xwe jî û hemû dinya jî dizane ku milletekî weha tu wextê qîma xwe bi mafên wisa piçûk nayne... “Dersa ziman a bijarte” ji bo wan kes û gruban e ku ne li ser axa xwe ne, li welat û civateke din de bi hindikayî dijîn. Wek me kurdên ku li Swêdê dijîn... Û ji tirkan bi xwe re divê kurdî wek derseke bijarte bê pejirandin, eger em ê di welatekî federal de bi hevra, di wekheviyê de, bijîn...
Li şûna perwedeya bi zimanê kurdî ya ji zarokxanê bigre heta zankoyê, qebûlkirina kurdî tenê wek derseke bijarte, helbet ji me re wek piçûkxistin tê. Ji xwe şerm e, rezalet e ku em bêjin temam, ev bes e. Ev dibe qebûlkirina helandin û nemana kurdan. Lê çima em dibêjin wek destpêk baş e? Ji ber du sedeman (ku maka herdukan jî Siyaseta Komara Kemalist ya 90 salî ye.):
1-) Nêrîna civata tirk ya ku ji avabûna komarê heta nuha mêjîyê wan li ser dijminahiya kurdan hatiye manîpulekirin. Guhartina vê nêrînê, bê sancû û ji xwe berê ve nabe, jê re zeman dixwaze. Yanî amadekirina zemînê tirkan bi xwe ji bo pejirandina mafên kurdan yên wekheviyê pêwîst e... Amadebûna civata tirk, karê hukumeteke reformîst wek AK-Partiyê siviktir dike.
2-) Dîsa ji ber siyaseta qedexeyan û asîmîlasyonê û bindestiya gelê kurd, zimanê kurdî bi awayekî xwezayî negihîştiye wê radeyê ku em di carekê de wê di temamiya perwerdeyê de bikar bînin. Jê re pêşamadeyî gerek e. Kadro û materiyalên perwerdeyê gerek e. Evana di carekê de nayên amadekirin. Di destpêkê de hinek wext digre. Di vê maneyê de “Dersa kurdî ya bijarte” dikare wek gaveke pêşamadeyî bê dîtin. Îsal di demsala payîzê de bi sedan mamoste û materiyal tên amadekirin. Dewra pêş de li gor agahdariyên fermî hejmara mamosteyên berendam li zaningehan wê bên zêdekirin.
Ez ji bo pêşerojê xweşbîn im, bi hêvî me. Gelê kurd wê bigihîje hemû mafên xwe, ne tenê mafê perwerdeyê. Sedemê vê hêviyê, zindîbûna xebat û têkoşîna gelê kurd ji bo azadiyê ye; dewlemendiyên sererd û binerd ên welatê me ye. Dinya jî û birayên me yên cîran jî neçar in rêz li mafên gelê kurd û azadiya Kurdistanê bigrin.
|
|
|
|