2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Necla Çamlibel
 
Komcîvina HAK-PARê dicîve
2012-10-13 10:32
Necla Çamlibel
Ji bo azadîya Kurdistanê, kar û xebatên kurdan her berdevam e. Ev sed salin, tekoşîna kurda bi methodên legal û îlagalîtê didome. Usa xûya dike ku, wê hê jî bido me. Mixabin bindestî ya me jî berdevam e. Lê çi heye, bi saya xebatên hinek rexistin, kurdperwar û rewşenbîrên me, rojên azadîyê her diçe nêzik dibe.

Dijmin jî cîyê xwe nasekine li salan virdane, axa me îstila kirine. Civan, kal û pîrên me di bin pîyên zaliman da tê perçiqandine. Zarokê me tê kuştine. Dijmin, gund, merg û zozanên me, bax û baxçên me, vêran/talan kirine.

Lê dîsa jî miletê Kurd, li pêşberên dijminên xwe tu car serî berjêr ne kirîye. Helbet, wek her miletan, di nava me da jî, mirovên tirsonek, fêlbaz, kêm aqil, nezan û xayîn derketine. Lê dîsa jî tekoşîna azadîyê, ber bi ronahîye dimeşe.

Hinek fêlbaz dibêjin “Çima hinek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd nayên cem me? Diçin nav partîyên piçûk da kar dikin? Werin em bihevra bikevin bin baskê partîya ku gelê me der û dorê vî da civîyaye. Gor dîtina min, ew şaşitiyek mezin e. Divê welatparêzên Kurda, du rastîyê bimeşin.

Em dizanin ku HAK-PAR, partîyek piçûk e. Lê di rêyek realîst da dimeşe. Ne tenê ji bo welatperveran, her wuha ji bo heq û huqûqên karkêr, jin, zarok, êzdî û elîwiyên ji kar û xebat dike. Armanca HAK-PAR ê ne tenê azad kirina miletê Kurd e. Partî, ji bo mafê mirovî, dimokrasî, huqûq, wekhevî, edlayî, pêşda çûyin û dewlemendîyê jî kar û xebat dike.

Siyaset medarên ku HAK-PAR ê demezrandî bûn, bi salanê le ser projên xwe agahdarî didin miletê Kurd. Berê çi digot in, îro jî ewî dibêjin. HAK-PAR, kultur û dewleta uniter red dike. Ji bo çarenusîya pirsgirêka Kurd, prensîba tayînkirina mafê gel ya bi destê xwe, dipejrîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên dinê ra ji, sazumanek demokratîk û federal ya li ser bingeha wekheviya Gelê Kurd û Tirk dixweze.

Li welatê me da, jin, zarok, karkêr û kêmnetew, di her warî da ( hîndekarî, çand, siyaset, civakî, sosyalî û aborî) rewşeke duemîn de ye. Armanca HAK-PARê ewe ku di nav tev kesayet û grûban da wekhevî û edaletê saz bike.

Xwendewanên heja,

Nûha ez li ewrupê dijîm. Ez, endamê Komela Pişgirî ya HAK-PAR ê me. Ji bo xûrtbûn û pêşda çûyîna partîyê, ez kar û xebat dikim. Ez bawer im ku partî ya me, di kongra xwe da serkeve.

Wek tê zanîn, HAK-PAR programê xwe da nivisandiye HAK-PAR dixweze bi alîkarî ya rejimek Federalî pirsa Kurda çareser bike. Ger rewşenbîr, sîyasetvan û welatparêzên Kurd, jin û ciwanên me, bi partîya xwe ra hevkar bin, wê her tişt bikeve rêya rast.

HAK-PAR, partîyek pir rengi û pir dengî ye. Ne tenê ji bo Kurdan, her wuha ji bo heq û huquqên jaran, bê çaran jî xebat dike.

Ez bawer im ku HAK-PAR, bi saya siyasetmedar, zanyar û pisporên kurdan, her wuha bi alikariya miletê Kurd, wê hê xurt be û pêş da here.

Dinya gelek hatîye guhartin. Miletên dinyayê, êdî rejimên unîter, xwînxar û diktatoran qebul nakin. Ji ber ku ev rejîm nikarin ji bo miletan azadî, wekhevî, dewlemendî û bextewarîyê bînin.

Heta nuha li Tirkîyê da muhalefetek rasteqîn, dernekete pêşîya AKP ê. Ez bi dilek rehet dikarim bejîm ku, êdî li pêşberê sazumana Tirkîyê, muhalefetek xurt heye. Ew jî HAK-PAR e.

Ez hefteyek berê beşdarê cîvinek bûm. Gelek rewşenbîr û siyasetmedaren Kurd li vê civînê da bûn. Di kulîsan da li ser HAK-PAR ê gelek niqaş dihate kirin. Digotin, “Saya vê komcivinê da HAK-PAR wê hê zêde pir rengî û pir dengî be. Wê projên cûrbecûr werin pêşkeş kirin. Wê hêvîyek nû bikeve rojeva Kurda.”

Hineka digotin “Gelek sempatizan û endamên HAK-PARê ku li Ewrûpê da dijîn dixwazin beştarê wî komcîvine bin.” Usa xuya ye ku, gelek endamên HAK-PAR wê ber bi Anqerê bifirin.

Ez hêvîdarim ku kongra HAK-PAR ê, ji miletê me ra, ji tekoşîna miletê me ra wê azadî û bextewarîyê bîne.

Dawiyêda dikarim bejim. Kesên ku nikarin beştarê wî kongre bin, ew dikarin di hêla aborîyê da alîkarîya HAK-PARê bikin.

Kontoyê Komela Peşgirtina HAK-PARê dervayê welat ev e.

Gelî Kurdên welatparêz, dest bidin destên hev, mil bikutin milên hev û piştgirî ya HAK-PARê bikin.

Konto – Nr.: 2141448,

BLZ: 386 500 00 bei der Kreissparkasse






Print