2022-08-16
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Haluk Agrîn
 
Kurd di azmûneke dîrokî re derbas dibin
2014-10-21 19:57
Haluk Agrîn
Ev çend meh in em bi şev roj nûçeyên nexweş yên êriş û hovîtîyên ÎŞÎDê, kuştina jin û zarokên kurd, koçberî û perîşanîya bi sedhezaran kurdên Şengalê û Kobanê dibihîsin û di ekranan de li ber çavên xwe dibînin û pê xemgîn dibin, hêrs dibin.

Li alîyê din em bi qehremanîya pêşmerge, bi berxwedana lehengî ya keç û kurên Kurdistanê li bajarê Kobanê dilxweş û serbilind dibin. Bi serwerîya sîyasî ya Kurdistana Başûr, di serî de bi ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştrast û bi hêvî dibin.

Rêberên kurd, di van rojên han de, bi qelsî û kêmasîyên xwe bêtir hayedar dibin, ji rastiyên jîyanê dersan distînin. Di warê dîplomasî û ragîhandinê de şareza dibin. Bilindbûna hestên netewî xwe digihîne asteke bilind. Di vê serdemê de kurdên hemû parçeyên Kurdistanê nêzîkî hev bûn û dibin. Kurd di nav azmûneke dîrokî re derbas dibin, berbi dewletbûnê ve diçin.

Û bê guman helwesta aktorên sîyasî yên dunyayê, gav bi gav bi berjewendîyên neteweyî yên gelê kurd re digunce. Peymana Sykes- Picot (1916) hatiye dirandin û ew êdî di nav zibildanka dîrokê de ye. “Peymana Lozanê -1923” berê xwe daye zibildankê.

Îro firseteke dîrokî hatiye ber derê kurdan!

Li alîyekî, dijminekî hov, tu qaîde û rêbazên şer nas nake, bi çekên giran êrişên bê merhemet tîne ser gelê sivîl, li alîyê din serwerên dunya Rojava ji bo alîkarîya gelê kurd bangî hev dikin û destê alîkariyê (bi qasî daxwaz û payana me ne be jî) dikin.
“Kurd ji bo cîhanê şer dikin” dibêjin. Ango milletekî bindest wek kurdan “ Ji bo cîhanê şer dikin!”

Ev jî cîyê dilxweşîyê ye.

***

Lê mixabin, hîna rêyeke dûr ya bi xeter li ber milletê kurd heye heta ku xwe bigihîne azadîya neteweyî ya rasteqîn.

Xetera mezin li parçeyê mezin e, ango li Bakurê Kurdistanê ye. Rêberîya siyasî ya ku îro xurt xuya dike PKK-HDP ye. Ew, li alîyekî wek hêzeke çekdar a radîkal li meydanê ye, li alîyê din, siyaseteke entegrasyonê li ser gelê kurd dide ferzkirin.

Meşandina şerê çekdarî û şîddetê û siyaseta teslîmbûnê bi hevra, birînên kûr vedikin di civata kurd de. Projeya “Demokratîk Cumhurîyet” ya vik û vala, û “Pêvajoya Rêlibervikirinê” (açılım süreci) ya ku hukumeta tirk wek termekî nîvmirî li ber çavan dihêle, domandina “status quo” ye.

Ev mijûlkirin e. Derbaskirina salan e. Derbaskirina salan ya ku daxwazên kurdan (ên netewî) lawaz û sist dike... Ev tê vateya: “Em weha dom bikin, ji ber ku hindik maye kurd bi temamî bibin ûnsûrekî Tirk û Tirkîyê. Asîmîlasyon bi serdikeve”...

Eger ev proje neyê astengkirin, sazkirina îdareyên herêmî û Tirkîya wek “Komara Demokratîk” wê bê rojevê... Ev armanca stratejîk duh di dûrbûna generalên tirk de hebû, û îro di ya hukumeta AKP de... Ji ber ku li wir tu tiştekî bi navê Kurdan û Kurdistanê tuneye. Ji aştî û çareserîyeke weha re “can qurban”. Kemalîst jî, tirk-îslamcî jî vê çareserîyê didin ser serê xwe!

Gelo bingehê Partiya HDPê (Halklarin Demokratik Partisi) ango kurdên welatparêz wê heta kîngê li pey vê siyaseta şaş bimeşin? Yan jî, ew ê partîya xwe ya legal, wek destkeftîyeke gelê kurd ji bo çareserkirina doza azadîya rasteqîn ya gelê kurd û Kurdistanê bi kar bînin?

Dawîya hêvîyan nayê...

Hêvîya min a şexsî berî hertiştî hebûna hişyarîya netewî ye(kêm jî be...) û dû re kanîyên enerjîyê ne, ango dewlemendîya welatê kurdan e! Pêwîstiya Diyarbekrê jî pê heye, ya Waşîgtonê jî, ya Tokyo jî... Bila cîranên me dawîya xwe bifikirin. Ji gelê kurd gazinan nekin...
Print