2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Abdulmenaf Kıran
 
Pêpelukeke nu
2014-11-02 01:05
Abdulmenaf Kıran
Dîsa Partiya me ( Partiya Maf u Azadiyan ) diçe kongrê. Kelecanek nuû dilê me tije kirıye.

Ez yek ji endamên vê partiyê, xwe wek hevalek Partiyê dibînım. Her wekî du zarokê ku bi hevra mezin bibin.

Partiya me nû avabûbû. Ez ji cara yek em di partiyekê da bûbûm desthîlatdar.

Bê tecrûbe û nenaskîrî. Partîya me ji nû ava dibû. Wek sebîyek ku nû ji dayika xwe bûbe. Dest dida kû em ji hevra bibin heval. An bi destê hev bigirn . An bi hevra bileyizin. Wek du zarûken hemsal û du zarokên kolanan.

Sal di salê de bi ketin û rabun em bi hevra mezin bûn. Me bi hevra emr derbas kir. Min xortaniya xwe derbaskir, partîya min hat ciwaniya xwe.

Partiya me bi tel û bejna xwe mezin nebû. Lê belê bi kar û kirinên xwe gelek deng da. Nêrinên nû anî pêş raya gîşti. Di tekoşîna neteva Kurd da gavên yek m avet. Destpêkek nû li dar xîst. Bîr û baweriyen xwe bê tirs anî ziman. Nêrinen xwe zelal zelal gihand raya gîşti. Di nav xwe da demokratîk ,ser bixwe û azad fîkîri. Li dervayê partîyê jî nerînek demoratîk da nîşandan.

Di mijara çareseriya neteva Kurd da her dem anî ziamn ku mafê Kurdan ê xwe bi xwe îdarekirinê heye.” Û ji bo çareseriyê jî got sazimanek federal pêwîst e.Ev nêrin û daxwaz helwestek rast bû. Niha ez bala xwe didimê ku hemû Kûrd piştgirê vê daxwazê ne.

Partîya me bi vê helwestê 5 kongreyên xwe li paş hêşt. Roja Yekşema 26ê’ Cotmehê da komcîvina xwe ya 6an li dar dixe. Ji bo m e û partiya me ev pêpelûkek nû ye .Dîivê komcîvinên da ji bo Serokatîya gîşti sê hevalên me namzet in. Her sê hevalên me ji hevalên bi qedir û giranbiha ne. Û ev yek ji bo partiya me jî serkeftineke mezin e. Mixabin gelek parti di komcîvinên xwe da du namzet nabinîn. Partîyek wek partîya me ku tê derfet u îmkanen wê tune ye,bes fedekarî heye. Di pêşerojek kurt da derfetên menfeetê xuya nake. Lê belê ji bo serokatîya gîşti hemberî û daxazek mezin heye. Bê guman ev tişt hêviyek mezin dide min. Û ez bawer im, ku pê bi pê ,wê ev hêviî di nav gelê me da jî mezin bibe.

Hemû komcîvinen vê partiye bûne sebên bûyerên nû. Me di komcivînan xwe y a yekem da vekirina komcîvine bî kurdî kir. Ev yek di çapemenîyê da bû bûyerek bal keş. Lewra ev cara yek em bû k u di kongra partiyekîê da zimanê kurdi hatibû xevbitandin. Dijberên demokrasiyê bi yek dev di gotin ev partî wê welat parçe bike.

Di komcîvinan me ya duyem da me bi aweyek fermî daxaza federalîzme kir bernama xwe. Dîsa nîjaperestan reaksîyonek mezîn li hember mel i darxistin. Gotîn “ Li çiftlîka Enqere sloganên Federasyonê. Piştî vê kongrê me daxaza federalîzmê li her deriî anî ziman. Jî bo vê daxaza xwe me gelek nivîs u daxuyanî anî pêşberî raya gîştî. Di hemû hilbijartinan da me propaganda federalîzmê kir. Îro ev daxaz di nav gelê me da bu wek marka ekê. Ev marka ,marka Partîya Maf û Azadî’ye. Em bi vê marka xwe serfîraz in.

Me di sîyasetê de şîddet qebul nekîr. Me demokrasîyê bi kar anî. Me bîr û rayên xwe ne veşart. Em bi aşkerayi lê xey derktîn. Me ser î li ber tundîye dananî. Ûem li ber menfaetê ne tewiyan.Me di bawerîya xwe da şikestin ne xar. Riya me rêyek rast bû. Em tu car jî rastîya xwe derneketin. Ev sekna me ya rast ,di civata Kurd da jî bû wek nimûneyek.

Partiya me ji zarûkatîyê hat xortaniyê. Li hember hemû nexweşînan lewaziya xwe derbas kir.Bû xwedî dest û pê. Jî bo gelê Kurd ji bû heviyek.

Şert û mercên sîyasi û civakî em hêdî hêdî mezin kirin. Lê ez bawer im ku di demek kurt da wê partiya me ji bo gelên Kurd bibe hêviya herî mezin. Komcivîna me ya 6an di ve riyê da pêpelukek nû ye û gavek mezin e. Divê em bi dîlşayî û bi kêf u eşk biçin komcivîna 6an.

Ji bo gelê me û ji bo partîya me pîroz be. 21 cotmeh 2014





Print