2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Di bîranîna nexweşnêrekî jîr û zana de (Mûsayê Melek)
2014-11-14 11:28
Bawerê Omerî
Ev sala neha ye ji koça dawî ya berdestê bijîşk Qasimê Miqdad nexweşnêrê Xwedê jê xweş Mûsayê Melek e, yê ku roja şemiyê di 12.11.2005 an de, demjimêr 11.30 ê şevê li bajarê Qamişlê û di nexweşxaneya alwetenî de (Niştimanî) çû ber dilovanya Xwedê.

Ew şagirt û berdest û nexweşnêrê jîr Mûsayê Melek, di navbera salên 1970 – 1980 yî de li bajarê Qamişlê li ber destê bijîşkê Kurd yê bi nav û deng bijîşk Qasimê Miqdad kar kiriye û ew ji wî fêrî bijîşkiyê bûye.

Nexweşnêr Mûsayê Melek yek ji wan mirovên jîr û zana dihat naskirin, tevî ku wî bijîşkî li ti zanîngehên bilind nexwendibû jî, lê xelkê bi navê bijîşk bandikirinê.

Wî ne tenê êş û jana nexweşiyên mirovan bi derzî û dermanan pêşçare dikir, lê wî bi zimanê kurdî, tirkî û erebî jî zanî bû bixwîne û binivîse, û raçête jî ji nexweşên xwe re bi tîpên latînî dinivîsand, ji ber ku wî çend salan xwedina destpêkî li dibistanên Tirkiyeyê xwendibû, ji lewra bijîşkgehek tenê jêre divabû, ta ku bi rengekî fêrmî karê xwe wek hemû bijîşkên xwedî fêrname bike.

Piştî sala 1980 yî nexweşnêr Mûsayê Melek şagirtê jîr û hezkerê karê xwe, dev ji berdestiya mamoste û bijîşkê xwe Qasim berdide û dest bi karê bazirganiyê dike, lê careke din jî jîrbûna xwe di wî pîşe yê nû de tekez dike, û di heman demê de ji bo wî karê xwe yê nû dev ji Qamişloka xwe berdide û çend salan li bajarê Helebê dimîne.

Mûsayê Melek welatparêzekî dilsoz bû û dilbêjê mûzîka kurdî bû, û wek pismamê xwe Xidir û Hisênê Omerî tembûrjenekî baş bû, û pir ji stiranên lawik û heyranan hez dikir, carinan jî bi xwendina helbestên helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn dilê guhdarên li civata xwe xweş dikir.
Lê meriv û dost û hevalên wî, yên ku ew ji nêzîk ve nas dikirin, dev jê bernedidan, û dema nexweş dibûn, diçûn hawara xwe dighandin wî, ji bo ku êşên wan binase û pêşçariyan ji wan re bike, û dawî jî amojgarî ji bo xweparastina tendirustiyê li gor nexweşiyê dida wan, li gel nivîsandina navê dermanan li ser raçêtekê (peleke sipî ye), û bi wî rengî ew nexweşiya wan çareser dikir, ev berdestî hemû jî bê beramber ji wan nexweşan re dikir.
Piştî sala 1990 an bijîşkê me Mûsayê Melek timî ji serê xwe gazin dikir, û dawî li bajarê Helebê bijîşka bi birînbaziyekê serê wî vekirin û hêviyek dane wî ku ew ê ji wê êş û janê rizgar bibe.

Nexweşnêr û bijîşk Mûsayê Melek ji ber wê nexweşiya serê xwe debar nedikir, û di pêcî û şeş saliya xwe de bi sedema wê serêşandinê ji vê cîhana xapînok bar kir.

Di roja yekşemê de li goristana Hilêliyê, xaka Qamişloka evînê ya pîroz giyanê kurekî xwe yê din hembêz dikir.

Mûsayê Melek li herêma Omeriya di sala 1949 an de li gundê Zorava ji dayik bûye, bi wê koça xwe ya dawî, wî hevjîna xwe Xanima Ibahîmê Hebîsî û şeş qîz û çar law li dû xwe hişt.

Belê, di nav miletê Kurd de bi sedan kesên zana û jîr hene, tevî ku pirên wan ne li dibistanan û ne jî li zanîngehan xwendine, lê ew xwedî bîr û hiş û bawer in, û kengî delîvek ji wan re were, ew jîrbûna xwe bi kartînin û di wî karên xwe de serkeftî dibin, û paşê civat û mirovantî ji karên wan sûdeyên bi nirx digrin, û nexweşnêr Mûsayê Melek jî nimûneyek ji wan kesa ye, yên ku hejaya miletê me wan jibîr nekin û timî wan bi bîrbînin.

Sersaxî ji malbata wî û gelê Kurd re, û Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

12.11.2014
Bawere-Omeri@hotmail.com
Print