2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
C E M A L Î
 
Rûnê xoşavê hat birîn…
2014-11-28 23:08
C E M A L Î
Yenîçerî leşkerê Dewleta Osmanî bûn. Bi sedsalan di bin fermandariya padîşah û wezîran da diçûn şer, welat zeft dikirin. Gelek bi dîsîplîn bûn.

Lê ber bi dawiyê ew jî dejenere bûn. Gelek caran mane derdixistin û serî dikişandin. Carna digotin me meeşê xwe nestandiye, carina tevli sîyesetê dibûn, serî hildidan û serê wezîran, heya padşayan dixwastin.

Yenîçerî carê jî ji bo xwarinê serî hildan, gotin “rûnê xoşavê qut bûye!”

Gelo ev tişt çawa dibe, ma rûnê xoşavê heye?

Mesele bi vî rengî bû: Aşpêjên berê satilên xwarinê yên ku tê da goşt qewirandine, yan pîlav çêkirine pak ne dişûştin û xoşav di wan da çêdikirin. Hingê rûnê xwarinê dima û bi ser xoşavê diket. Ango Yeniçerî usa hîn bûbûn, wer zanibûn ku xoşav bê rûn nabe…

Rojkî aşpêj guharî. Yê ku teze hatibû yeki paqij bû. Satil baş şûşt û xoşav di wir da çêkir. Yeniçeriyan dîtin ku xoşav bê rûn e hema dest avêtin şûrê xwe û rabûn; gotin: “Em serî dixwazin!”

Ji wan pirsîn: “Çi mesele ye, vêcar çi bû?”

Gotin: “Rûnê xoşavê hat birîn!”

* * *

Ango ev Rojhilata Navîn diyarekî han e. Li vir ji ber ku azadî û demokrasî tune, sebebê serî kişandinê jî pir in.

Lê tu derkevî bazarê bipirsî: “Gelo azadî û demokrasî çi ye?” Tuyê bersîvên gelek rengîn bigrî, gotina yekî yê din nagre…

Demokrasî li vir gor kêfa serokan dimeşe, ne gor dil û daxwaza xelkê. Rabe rabe, rûne rûne!

Ger rojekî demokrasîya rastî bê, yan jî serokek derkeve gor adet usûlên demokratik bimeşe, hingê kelek kesê ku ne gor kêfa wan e, rabin bêjin: “Ev ne demokrasî ye!”

Ango rûnê xoşavê hat birîn!...

27 Çirîya Paşîn, 2014


Print