2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Divê em reseniya seymbolên rê û rismên Ezdahîtiyê di nav Êzdiyatiyê de biparêzin
2014-12-06 00:39
Kemal Tolan
Li goriya ku ez ilm û qewlên Ezdahîtiyê(*1 û 2) fêhmdikim, çiqas olên ku ji hebûna Xwedê(*3 û 4), Milyaket(*5), Pêxember, batiniya Xas-Ewliyan bawerdikin, her wisa ji seymbolên cewahirên xwezayî(*6) û hemû mafên giyanberan ra rêzêdigirin hene, tevan jî bingehên olnasîna xwe ji ber rastiya ilm û qewlên Xwedênasîna miletê Tawisî Melek (Ezdayetiyê(*7)girtine.

Le mixabin, ji ber ku „ piraniya dîrokzane, oldar, lêkolîner û pisporên Keldanî (Asûrî), Kaldahî, Mecûsî, Zerdeştî, Mazdayî, Sabî, Manî, Farizî, Tirk, Ereb, Yahudî, Xirîstiyanî, Misilmanî, Hinduyî, Hurmuzî û hwd. ji bo berjiwendiyên merivên desthilatdar û kesayeta xwe nexwastine/naxwazin vê dewlemendî û kevnariya dîroka EZDAHÎ(Kurdî)TİYÊ eṣkere bidine naskirin (*1). Lewma jî piraniya „ Agehdarî û zanîna me kurdan li ser dîroka kurdayetiyê û rewşa cıvakan êzdiyan pir lewazin !(*8 )“

Ez hêvîdarim ku, em Kurd/Êzdî bikaribin ji van seymbolên kevnariya rê û rismên Ezdahîtiya resen, yên mîna vê roja li ser ala Kurdî ra xwedî derkevin. Gava kesekî ku bixwaze bizanibe, ka wate û pîroziya reng û roja li ser ala Kurdî û di nav ilm û qewlên Ezdahîtiyê de çiye, bila keremken vê gotar min a bi navê “DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZIN(*9)” binêren !

Piraniya me Êzdiyan, vêga hêjî mîna beriya bi hezarên salan û Şêx Adî de, ji bo Xwedanê vê roja ku li ser ala Kurdî tîrêjdide, sê rojan rojî digrin û cejna(*10) wê weke îda Şêşim(Binêrên *9: Duha , Beyt û Qewlê ji bo rêzgirtina Şêşim-Xwedanê rojê) pîroz dikin.

Ez vê cejna ( îsal 05.12.14 )Xwedanê rojê- Şêşim e, li hemî Êzdî û Kurdistaniyan pîrzdikim!

Hêvîdarim ku, Xwedê û Tawisî Melek piştgiriyê bidine azadîxwaz, zahmetkêş, rêvebir û hemû hukumdarên Kurd-Kurdistanê û ew jî bikaribin tevaya pirsgrêkên civakên Kurdî di nav xwe de çareserbikin û bi taybetî hîn jî zûtir van birînên ferman- komkujiya 3.Tebax.2014 derman bikin !

Silav û Rêz

Kemal Tolan - Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê 04.12.14


Çavkanî*:

1 Kemal Tolan, EZDA navekî Xwedê ye û.. /

http://www.helbestvan.com/ezda-naveki-xwede-ye-u-kemal-tolan

2 Kemal Tolan, Nêrînek li ser maka dîroka Ezdahîtî û -Kurden resen-

http://www.ike-europa.com/Detail.aspx?id=445&LinkID=9

3 Kemal Tolan, BAWERIYA ÊZÎDIYA YE BI XWEDA

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html

4 Kemal Tolan, Tu civak û netew mîna me Êzdî-Kurdan peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarnayne !http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=print&sid=878

5 Nimûne : di vê sebeqa „Şehda dînî” de zelal dibe

“Şehda dînêmin yek xweda ye
Emîn Cebraîl evîniya Ezdaye ye
Bergeha min roj û mergeh e

Berdewam: http://lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=67 „

6 Kemal Tolan, Pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê

http://kizilbas.biz/component/jdownloads/finish/3-kizilbas-dergisi/18-k-z-lbas-dergisi-haziran-2013.html?Itemid=504 rûpel : 43

7 Kemal Tolan, Êzdiyatî haveynê Mezopotamiya û xizna Kurdîstanê ye

http://www.mezopotamya.gen.tr/%C3%8Azdiyat%C3%AE-haveyn%C3%AA-mezopotamiya-%C3%BB-xizna-kurd%C3%AEstan%C3%AA-ye-makale,690.html

8 Kemal Tolan, Agehdarî û zanîna me kurdan li ser dîroka kurdayetiyê û rewşa cıvakan êzdiyan pir lewazin http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=11512

9 Kemal Tolan, DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZIN

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/rengen-li-ser-ala-kurdi.html

10, K.Tolan, Giringiya r o j î g i r t i n ê û hinek cejnên me Êzdiyan -

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2951 Di: 09.12.2006 Sehet: 18:26

Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan

http://www.welatperwer.com/wate-roji-u-wexten-pirozkirina-hinek-cejinen-me-ezdiyan/


Print