2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Piroje û xefka qupikê
2015-02-10 10:44
Bawerê Omerî
Piştî şerê cîhanê yê yekê bi şeş salan, Qedûr Beg yê ku bi netewa xwe Kurd bû û ji rûniştvanê bajarê Mêrdînê bû, konê xwe li binya bajarê Nisêbînê vedide û dibe rûniştvan û damezerê pêşî di bajarê Qamişloka evînê de, û bi alîkariya karker û hosteyên Omeriyan vî bajarî avadikin, Firensiyan jî bo wargeha xwe ya leşkerî qijlak lê avakirin, paşê hinek Cihû û Filehên Sûryan, Erman, û vê dawiyê hejmarek ji Aşûr û Kildan û Nestûrî û Ereban jî bûn nişteciyên vî bajarî.

Şervanên Kurd û çend kesek ji Ereban li vê Sûriyeya ku navê wê nû hatibû ragihandin şerê dagirkerên Firensiyan dikirin, lê pirê Sûryan, Ermen, Nestûrî, Filehên Rom, Aşûr û Kildan hevalbendên Firensiyan bûn, û li Kurdistanê belengazên Cihûyan didan xuyakirin ku ne bi herdû aliya re bûn.

Piştî partiya Elba,is li Sûriyeyê desthilatdarî xiste destê xwe de, ji sedî not û heyşt ji Sûryan, Ermen, Nestûrî, Aşûr, Kildan û Filehên Rom berî Ereban bûne endamê vê partiyê.

Cihê daxê ye ku hejmareke pir ji van pêkhatiyên bi hejmara xwe hindikin, yên ku bav û bapîrên me Kurdan piştî fermanê ew parastin û di gund û bajarên xwe de ji sitemkariya Tirk û Osmaniyan bi dûr dixistin, îro bi hemû hêza xwe di rêka vê desthilatdaiya ba,isî de şerê miletê Kurd dikin, û di ragihandina recîmê de jî şerê dewleta Isra,îl û ola Cihûyan dikirin,.

Li Bajarê Qamişlê tar û bazara Cihûyan hebûn, ji bo Kurdan kirîna firaxekî, dermanekî, xwarinekê, şîraniyekê, hirî, genim, ceh, nîsk û nok...ûhd ji dikanên Cihû, Ereb, Sûryan, Ermen û Aşûriyan tucarî ne kêşe bû, rûniştvanên Kurd bê gir û kîn firaxên xwe ji firoşgehên wan dikirîn, lê tenê beşek mezin ji Sûryan, Eremen, Aşûr, Nestûrî û Kildanan ji dikanên Kurdan nedikirîn, tenê biraderên Cihû bê pirs firaxên xwe ji cem Kurdan dikirîn.

Cihûyên Kurdistanê û bi taybet yên li Qamişlê, hemû bi zimanê kurdî yê şîrîn diaxiftin, û li stran û narîna kurdî jî guhdarî dikirin, bi rastî cira wan gelekî xweş bû, di dibistanê de jî çar hevalên min hebûn, gelekî birêz bûn, û kesên bêtir di nav warnîşînên Qamişlokê de bi nav û deng bûn, firoşkar apê Izra û apê Xelef bûn.

Di cejnên wan û yên Filehan û Misilmanan de jî, ez û çend hevalên xwe yên Kurd nediçûn dibistanê, piştî em dihatin dibistanê, mamosteyên me ji me dipirsîn:” Ka ji me re bêjin! Ola we çî ye?”

-Mane cejn e, û hevalê me nehatine dibistanê, em jî bi wan re cejinê pîroz dikin û em bi wan re hevkar in.

-Hûn Cihû ne yan Fileh in, yan jî hûn Misilman in.

- Em her sê ne.

Mamosteyên me dikeniyan û li me dibûrîn.

Ji aliyê me de, ne li malê û ne jî di nav civata kurdî de tucarî me bi nebaşî çêl Cihûyan nedikir, bawerkin! Nayê bîra min ku em li ser Cihûyên Qamişlê rojekê jî axivîne, herweha li ser pêkhatiyên din jî.

Li Kurdistanê û bi taybet li gund û bajarên li nêzîkî Qamişlê, gelek rûniştvanên Cihû hebûn, yek ji wan gunda jî, Tilehfer bû, ev gund dikeve bakurê rojavyê bajarê Qamişlê û rojavayê bajarê Nisêbînê, Tilehfer ji têla ku Kurdistan kiriye pênc perçe sêsed ta pênsed mitroyan dûr e. Bakur serxet e, û başûr jî binxet e (Tirkiya, Sûriya), ta sala 1990 maleke Kurd tenê lê mabû, hemû rûniştvanên Cihû berî salên 1980 dev ji gund berdabûn û hinek ji wan li Qamişlê diman û yên din jî derketibûn derveyî Sûriyeya nû.

Li nêzîkî gund ji aliyê rojhilat ve goristana Cihûyan heye û ew li ser xirbakî biçûk e, ev goristan ji deh ta bîst goran pêk têt, ev gor mîna gorên Misilmanan kevir danîne ser, lê bêkêl in û nav jî li ser wan tune ne, tenê tiştê herî balkêş ew e, ku gorek di binya qupikê (Gunbeda, Gumiz) de heye, wa diyar e, ku ew gor ya mezinekî ya jî ya oldarekî wan ne, qupik bi pencere û deriyekî ye, berê derî li bakur e, pencere biçûk e û derî nizm e, ji bo çaxê mirov têre debas bibe, bejna xwe ji wî kesê ku di gorê deye bitewîne û rêzê lê bigre, hindurê wê mîna odeyekê ye, nêzîka sê mitro û nîv bi sê mitro û nîva ye, û dîwarên wê ji hindur û derve jî bi kilsa sipî boyax kir ne.

Ez û hevalên xwe gelek caran diçûn serdana qupikê, carinan me li wir syranên xwe dikirin, û carinan jî me ji malê ta wê derê bi rêde ji xwe re dixwend, û li ber siya dîwarê wê rûdiniştin û me bêhnvedanek distand, gelek caran yên bi qaçaxî li sînor dixistin, ta rêka sînor vebaya, ew qaçaxçî ji serma di hindurê qupikê de xwe diparastin û gelek caran jî têde xew dikirin, rojên cejnên Cihûyan, Cihûyên Qamişlê serdana gorên xwe dikirin, xwarin û vexwarin bi xwe re tanîn, û hunermendên Kurd mîna Silêmanê Remedan, Mihemedê Remedan, Ezîzê Remedan û Mûsayê Remedan ji wan re kemancê dijenandin, û li ber stranên kurdî yên gelêrî bi dîlan û kêf û henek û dilxweşî, min û hevalên xwe jî bi wan re dîlan dikir û cejin jî pîroz dikir, ta danê êvarê ew serdan û şahî bi dawî dihat.

Hemû warnîşînên vê herêmê navê qupika Cihûyan bihîstine, carinan di şevbuhêrkan de hinekan digotin, ji berê ve binya axa xirbeyan timî cihê veşartina mircan û zêran bû, û bi taybet xirbeyê binya qupikê gencîneyên mezin ji zêran têde hene..

Carekê bavê dostekî min yê ku têkilyên wî li bajarê Qamişlê bi hinek Sûryaniyan re hebû, weha ji min re got:Hevalekî min Sûryanî heye, di ewlehiya dewletê de kar dike, weha ji min re gotiye “Gelek gencîne û embarên zêran di binya qupikê de hene û ez cîhên wan nas dikim, heger tu Tirêksekê bîne, carekê tenê ji min re bi devê wê li binya xirbe xîn ne, wê çaxê tê bibîne, di şev û rojekê de ez û te dibin milyonêr”.

-Baş e, te daxwaza wî bi cî anî?

-Na.

-Çima?

-Bi rastî, min newêra bû.

Rabû min weha jêre got: Apê delal, ne tirêksa te heye, û ne jî, ev karê teye, wa bi sedan terektor û Bager û tirêksên Sûryaniyan hene, ma çima ew dostê te dixwaze vî karî bi destê te bike, ka bala xwe bide min ez ê ji te re bêjim, bê çima wî dostê te ji nav van qas pêkhatiyên Sûriyeyê yekî Kurd ji bo vî pirojeyê helbijartiye.

ji berî du hezar û şesed û diwanzdeh salan ve, Aşûriyan (Sûryaniyan) êrîşî şahnişîna Dawûd li Orşelîmê (Isra,îl) kirin, welatê wan talan kirin, bi deh hezaran ji mêr û jinên Cihûyan bi xwe re anîn nav şahişahiya xwe, û mîna kole û rêncberan kar bi wan dikirin, ta ku miletê Kurd (Mad) bi alîkariya Babiliyan ew şahinşahiya Aşûrî(Sûryanî) rûxandin, û ew Cihûyên belengaz ji wê sitemkariyê rizgar kirin, vêca beşek ji van Aşûr û Sûryan û Kildan û Nestûriyan bo vê sedemê û bi sedema ku dibêjin Cihûyan Pêxemberê me Isa kuştine, û destên Kurdan di fermana me de hebûn, bê westan şêr miletê Kurd û Cihûyan

(Isra,îl, Ibrîyan) dikin, çi gava ku delîvek bi dest wan bikeve, wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û têde dijminatiya me û Cihûyan dikin.

Apê delal, baş bizanibe! Ti milet li vê cîhanê wek Aşûr û Sûryan û Nestûriyan û Filehên rom û bi taybet yên ku li Sûriyê û li Iraqê bi partiya Elba,is ve girêdayî ne şerê Kurdan û Isra,îliyan nakin,.

bi vê xefkê dixwazin du çûkan bi kevirekî bikujin, bi vê piroje û xefka ku ji te û hemû miletê Kurd re danîbûn û pilan kiribûn, heger Xwedê neke te wek wî kiriba, bi vê kolana binya qupikê wê pela xwe li cem dewleta Isra,îl û dewletên Ewropayê û Emerîka paqij bikirina, û wê adinî rojê li ser rojname û kovar û belavokan ji bilî raporên bi dizî biweşandana, û wê têde ji dewletên Ewropayê û Emerîka û Isra,îlê jî re bigotana, werin kerem bikin, me ji we re digot miletê Kurd miletekî hov e, we bawer nedikir, ah va ne gorên we jî dikolin, û rêzê ta li miriyên we jî nagrin, vêca wê çawa rêzê li zindiyan bigrin, ev Misilman in pir ser hişkin û dijminê mirovatiyê ne, ma hûnê çawa alîkariya vî miletî bikin, ku bibin xwedî dewlet (Kurdistan), Ah vaye, me wêneyên vî tewanbarî girtine, û li vê tewanbariya xwe mikur hatiye, hege hûn bixwazin bela dewleta Sûriyeyê sizayê bidarvekirnê bidêyê.

Ji xwe wê hemû dewlet vî karî şemezar bikin, û careke din di şandina raporên xwe de, ev hevalê te yê Sûryanî ku endame di ewlehiya leşkerî de wê li cem desthilata Sûriyeyê bihata xelatkirin, û yê te jî tê bihata sizakirin, û wê çaxê nav û dengê miletê Kurd careke din li cîhanê dikete nav rêza lîsta rêş ya gefdar û wêrankaran de.

Apê delal, tu zanî ku beşek ji Sûryan û Ermen û Aşûr û Nestûrî û Kildanan, yên ku bi partiya Elba,is ve girêdayî bûn, û bi ewlehiya Sûriyê re kar dikirin, timî pilan û piroje diafirandin, ji bo ku ziyanê bighînin miletê Kurd, û zarokên xwe jî weha perwerde kiribûn, ku timî hewil bidin serê me têxin nav teqûreqê de, ev kolana qupikê ya ku dixwestin bi destê te bikin, yek ji wan piroje û pilanên gemar e yên li dijî miletê Kurd in, ji xwe rewşa me ne besî me ye, vêca em xwe bikin dijminê dewleta Isra,îl û Cihûyan, şiyar be apê delal!

Çawa min gotina xwe bi dawî anî, bavê dostê min poşmaniya xwe da xuyakirin û weha got: „Pir sipas biraziyê Bawer, li ser van axaftinên te, de werin vêca safî bikin, vê dilpakiya me, em xistine gelek xefkan de, xelk ev qas dek û dolavan bi serê me de digerînin, û em jî hîn razayî ne, sipas ji Xwedê re ku ez şaş nebûn“.

Ez hêvîdarim ku rojek were, bi alîkariya qencîxwazan ev bajar û gund û goristanên welatê me, yên ku bûne kavil, bibin beşek ji şûnwarên parastî di nav rêxistinên navdewletî de, û di her sal û cejnan de em serdana qupika xwe ya sipî bikin, bo dilê mirî û zindiyên welatê me xweş bibin, û dilê mirovan ji gir û kînê bête şûştin, û nirxê pêkvejiyanê baş zanibin, û bextiyarî û şadî û şewket û şehnazî bibe para me tevan.

______________________________________________



Wêne: Qupka sipî (Gunbenda, Gumiz) ya ku gorek di binya wê de heye, li ser xirbeyekî biçûk li nêzîkî gundê Tilehferê (JI gundên bakurê rojavayê bajarê Qamişlê ye, ji sisê ta çar kîlometroyan ji navenda Qamişlê dûr e) hatiye avakirin, û li dora wê jî deh ta bîst goran hene, ew yên biraderên me yên Cihûyên Kurdistanê ne.

Bawere-Omeri@hotmail.com










Print