2018-11-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Karvedan helwesteke bê xwendin e
2015-03-18 12:15
Bawerê Omerî
Hemû kesên girîngiyê didin pirs û bûyer û kêşeyên xwe û civatê ji kalên zemana, xortên geryayî, zana û pispor, lêkolînvan û şirovekar, rexnevan û xwendevanên jîr, dibêjin“ Mêrxasî, ciwanmêrî, çakî, xwendin, kar, xebat, berxwedan, tevger, alîkarî û bexşan, ev hemû helwest in, lê gelo dema karvedan dikeve şûna helwesta rast de û ew bi çarenûsa kesekî yan jî miletekî ve girêdayî be, ew çi bi dû xwe de tîne?

Di dîroka kes û miletan de pir helwestên nexwendî hene ku ziyan gihandine xwediyên xwe, ji ber ku bi şêweyê karvedanê ew helwest hatine sitandin.

li vê cîhanê di nav hemû civatan de, dema mirov jiyanek dirêj di bin sitem û zorê de derbas kiribe, pir dijwar e, ku ew karibe helwesteke dirust bistîne, tevî ku di hin civatan de mirovin hene bi hemû hêza xwe li dijî wê sitem û zora li ser wan têtin kirin, bi xwendineke ber fireh û nerînek dûrbîn dikarin dûrî karvedanan helwestên rast bistînin, ew rengmirov jî di nav civatan de pir kêm in.

Xebatkar û rêzanvan Nûredîn Zaza di pirtûka xwe de ya bi navê Jiyana min ya kurdî û di rûpela 85-86 a de ji wê weha dibêje: „Piştî ji zindana Mûsilê em şandin zindana Bexdayê ya navendî, li wir mêrekî Kurd navê wî Remzî Axa bû, ew ji navçeya Hewlêrê bû û ji malbateke bi nav û deng bû, Remzî kurdekî neteweperest bû û li dijî Ingilîzan bû, ew bi dilovaniya xwe alîgirê Elmanya Nazî bû, û doza piştgirî û serkeftina wê li dijî Ingilîza xiniz dikir, ya ku dijminê mileta ye û sedemê pêşî ye di bargiranî û bindestiya miletê Kurd de, Remzî li zanîngeha Istenbolê xwendina abûrî dixwend, di encamê de Remzî diçe Elmanyayê û tevlî rêxistina xortan ya Elmanî dibe, ya ku navê wê rêxistina Hitler bû (Ciwanên Hitler), û posta birêvebirê partiya nazî bi dest dixe, paşê dezgehên Elmanan yên taybet bi alîkariya efserên Elman serbazgiryê pê dikin, piştî Remzî bi hevalê xwe yê Elman re vedigere Hewlêrê li nav malbata xwe li mala Reşîd Axa di xew dene, ji nişka ve hêzên Ingilîz digrin ser wan û wan di xwe de digrin, û berê wan didin Bexdayê, wê çaxê êzgehê em agahdar kirin ku ew hersê birine Misrê û li zindanekê di nav biyabanê de hatin zindankirin“.

Ji vê serpêhatiya Remzî diyar dibe, bê karvedan û helwesta wî ya bê xwendin ji Ingilîzan çiqas şaş bû, rast e, Ingilîzan û Firensiyan bi hevalbendên xwe re welatê me kirine pênc peçe, lê gerek bû bi kêmanî Remzî bi xwendineke kûr zanîbaya bê hêzên Hitler çi ferman li serê miletê xwe û cîhanê rakiribû, sagon û yasayên Nûrenbergê yên awarte û qirkirina 53000000 mirov û di nav wan de nêzîka 6000000 Cihû, encama şerê Hitler û hevalbendên wî bûn.

Di sala 1975 a de û di bin çavdêriya dewletên yekbûyî yên Emerîka de, recîma Elba,is li Iraqê (Sedam Hisên) peymanek bi şahê Eyranê (Mihemed Rida Bahlewî) re li paytexta Ceza,irê girêda, pilana wan ew bû ku dawiyê li şoreşa Kurdistana başûr bînin, piştî di wê pilana xwe de bi ser ketin, miletê Kurd li her pênc perçê Kurdistanê ji desthilata li Iraq û Eyranê û Emerîka û bi taybet ji Sedam Hisên û Mihemed Rida Bahlewî û Hanrî Kîsîncer hingrî û dilherişandî bûn.

Di sala 1979 a de ez li bajarê Qamişloka evînê li tara rojava

(Elhey elxerbî) li mala apê xwe Nûrî me, û li gel wî û zarokan û mêvanê wî Mele Xelîl li ber wêneguhêzê rûniştî ne.

Di nûçeya pêşî de, Îmamê rî dirêj û xwediyê kofî û ebaya reş Xumeynî ji parîsê gihiştiye Tehranê û milet wî bi kelecan pêşwazî dikin, ev Îmamê xwînrêj berî desthilatê têxe destê xwe de, di sala 1978 a soz dabû Kurdên rojhilat, ku çaxê ew di Eyranê de bibe desthilatdar wê mafê Kurdan bipejirîne û di nav Eyranê de wê otonomiyê bide wan.

Em tev li wêneguhêzê temaşe dikin, di wê kêlîkê de wek hemû Kurdên li cîhanê ew peymana di nav Sedam û Mihemed Rida Behlewî de hate bîra apê min û Mele Xelîl, bêyî ku hinekî li ser dîroka wî Îmamî rawestin û helwesteke dûrî karvedanê bistînin, mîna gelek Kurda herduyan digotin: “Xweska em niha li Eyranê di nav wan kesan debana û me jî pêşwaziya Xumeynî bikra“. wisa digotin tenê ji bo ku wî bera şahê Eyranê daye, û di nerîna wan de Xwedê giravî Îmamê rî dirêj û xwediyê ebaya reş tola miletê Kurd ji wî şahî hilaniye.

Di wir de min tenê guhdarî dikir, lê min di dilê xwe de digot, ev pênc dewletên welatê me di nav wan de peçe kirine, çar ji wan misilman in, ma çima berya niha kesî ji van dewletan mafê miletê me nedipejirandin, yên min ji wê kêlîkê ve ti hêviya min ji Îmamê rî dirêj jî nebû, ku wê li ser sozên xwe bimîne, û dawî miletê Kurd bi sozên wî hatin xapandin.

Piştî bû desthilatdarê recîma Eyranê bi çend heyvan, wî xwînrêjî berê leşkerên xwe da herêma Kurdistanê û bi singuyan zarokê Kurdan di zikê dayikên wan de dikuştin.

Di dawiyê de dixwazim bêjim, ku karvedan di çi asteyî de be helwesteke şaş û ne rast e, ji lewra pêdiviye ku mirovên xwedî biryar hemû bûyer û kêşeyan bi rengekî rast û bi bihneke fireh û bi nerîneke dûrbîn bixwînin berî helwestan bistînin, ji bo ku di encamê de bi rengekî erênî li wan û milet vegere û dawî ew nebin qurbana wan helwestên bê xwendin.

17.03 2015

Bawere-omeri@hotmail.com


Print