2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Komkujiya Ermeniyan - 100
2015-04-25 00:26
Eskerê Boyik
Para ewil

Ȋro, 24 ê Nȋsanȇ gelȇ Ermenȋ 100 saliya Komkujȋ-gȇnosȋda xwe dide kivşȇ.

Dewleta Osmaniyȇ ji bo gelȇn ne tirkaxiv, xirȋstiyan ȗ civakȇn kȇmjimare wek Kurdȇn Ȇzdȋ bi dewr zemana zindana neheqiyȇ, zulmȇ, ciyȇ bi destȇ zorȇ helandin, ȋslamkirin, talankirin ȗ komkujiyan bȗye. Mixabin mȋratxwerȇ wȇyȋ ȋro Tirkiya jȋ wȇ rȇya pȇşyȇ xweye sosret bi aktȋvȋ berdewam dike.

Salȇn 70-80 ȋ yȇ sedsala 19 an he’ja Ermenya ya azadariyȇ dewleta Osmaniyȇ da gihȋşte asteke bilind, Ermeniya wȋ welatȋ da dewa çareserkirina pirsgirȇka xwe dikirin. Di nav gelȇn wȇ Ȋmpêratoryê da Ermenȋ pȇşketȋ bȗn, xwendȋ, xwedȋ rȇxistin ȗ saziyȇn siyasȋ, olî, kȗltȗrȋ bȗn, cihanȇ bela bȗbȗn, dihatin naskirin, dervayȋ wȇ dewletȇ xweyȇ naventȇn netewȋ, olî bȗn, dengȇ xwe zȗ digihandin cihanȇ, heja wan ji alyȇ Rȗsiyayȇ ȗ dewletȇn Ewropayȇye xirȋstiyan va dhate parastin. Di siyaset, bazirganȋ ȗ aboriya ȋmpȇratoriya Osmaniyȇ da jȋ rola wan e girȋng hebȗ. Osmaniyan aktȋvbȗna Ermeniya ȗ berbirbȗn-hevaltiya wane berbi Rȗsa xwera wak xeter didȋtin. Ku ji pirsgirȇka Ermeniya bi carekȇ va xilazbin Sultan Ebdil Hemȋd ji salȇn 1894 - 1895 pirogirameke bȇwȋjdaniye dijȋ normȇn mirovatiyȇye hov danȋ ber xwe, bi tunekirinȇ, komkujiyan dewȋanȋna wȇ pirsgirȇkȇ. Wan salan bi seda hezaran Ermenȋ hatine qirȇ, destȇ zorȇ qulubȋn yan revyane Rȗsiyȇ. Ȋranȇ, Fransiyayȇ, Amȇrȋkayȇ ȗ hivd.

Sala 1908 a bi derba leşkerȋ dewȋ hukumȇ dȋktatoriya Sultaniyȇ hat. Sultanȇ dewyȇ Ebdil Hemȋd ji hokum hat avȋtin. Partiya “Tirkȇn gênc” derbazȋ ser hokum bȗ. Destȗra nu hate qebȗlkirin. Kȋjanȇ da dihate ragȋhandin ku ji wur pȇda mafȇ her netewȇ Tirkiyȇ da dijȋn wȇ weke hev be. Gelȇn wȋ welatiyȋ blindest, nav wanda ȗsan jȋ Ermeniya hatina hukumdariya nȗ ȗ destȗra wan silav kirin. Lȇ sozȇ dabȗn neçȗ sȇrȋ. Emelê wanȋ panȋslamȋzm, pantȗrkȋzma ȗ şovȗnȋzma tirkȋtiyȇ nȋşan da ku ew ji Sultan baştir nȋnin. Sala 1909 li Kȋlȋkyayȇ dijî Ermeniyan dȋsa dest bi dijweryan ȗ qirȇ bȗ.

Hȇ berȋ herba Cihaniye ewlin di dewleta Osmanyȇ da piragirama tunekirina Ermeniya ji alyȇ wezȋrȇ karȇ hundur Talȇat Paşa, wezȋrȇ leşkeriyȇ Ȇnvȇr Paşa, wezȋrȇ deryayȇ Cemal Paşa ȗ gelek hukumdarȇn wane miletçȋ, endemȇn wa gotȋ partiya “Tirkȇn gȇnc” va tȇra hatibȗ dȋtin. Hemcivȋna vȇ deshilatdariyȇ li Salonȋkȇ dizȋva begemiya xwe da wȇ pirograma qetl, bingeha îdîologiya wê danȋ ȗ paşȇ bere-bere berbe pȇkanȋna wê çȗ.

Destpȇbȗna herba Cihaniye ewlin deshiletdariya Tirkan ra mecalȇn baş çȇkir, ku wȋ meremȇ xweye şovȗnȋst bȋnine sȇrȋ. Pȇkanȋna wȇ qetlyama hov, gor dȋrokzaniya Ermeniyan bi sȇ ȇtapa hatye pȇkanȋn:

Ya ewil.- Bi biryara deshilatdarya Tirk ya 25 ȇ tȋrmehȇ, sala 1914a, zilamȇn ji 15 a heta 60 salȋ mecbȗr gerekȇ biçȗna qulixkirina leşkeriya Tirkyayȇ, giva ku karȇn çȇkirinȇda bixebitin. Mafȇ leşkerȇn bi eslȇ xweda ermenȋ tunebȗ çek- sȋliha bigirine xwe, heta hespa jȋ siyarbin. Bin wȋ navȋ da zilam dibirin, bȇçek dikirin ȗ par-par ji warȇ wan dȗr unda dikirin, ku paşȇ qewata Ermeniya ya xweparastin ȗ dijȋ wȇ rȇjȋma neheq rabȗnȇ tunebe.

Ya duda.- 24-29 nȋsanȇ, sala 1915 ȇ hukumdariya Tirk bi carekȇva 800 rewşenbȋrȇ Ermenȋ binçev kirin, bey lȇpirsȋn ȗ mehkemekirinȇ, piraniya wan cȋ da unda kirin yȇ din jȋ berȇ wan dane, qȗmistanȇ Sȗriyayȇ: Dȇr Zor ȇ. Binçevkirina rewşenbȋryan Ermenyan ji bajarê Kostandȋnapolȋsȇ (Stenbolê) va dest pȇbȗ . Eva carke din jȋ ȋzbat dike ku komkujiya Ermeniyan ji alyȇ rayedarȇn dewleta Tirk va ȇdȋ pilankirȋ ȗ hazirkirȋ bȗ. Wȋ bajarȋ da rewşenbȋrȇn Ȇrmeniya ya here naskirȋ ȗ berbiçev civyabȗn, navendȇn wane bazirganȋ, aborȋ, kȗltȗrȋ, zanyarȋ, edebȋ hȋmlȋ li wur bȗn, usa jȋ wȋ bajarȋ da bȗn baylozxanȇ dewletȇn cihanȇ. Ku deng, şikyat ȗ gazinȇn ermeniyan carekȇva bibirin, dengȇ wan negihȋje cihanȇ, qetila bȇ kirin, bȇdeng bibȋne…

Keşȋş Ȇ. Ştȋr di xebata xweye ”Qirkirina Ermeniya li Tirkyȇ” da dinivȋse: “Roja 24 ȗ şeva 25 ȇ nȋsanȇ sala 1915 a Kostandȋnapolȋsȇ da nişkȇva 600 rewşenbȋrȇn Ermenȋ (nȗnerȇn Meclȋsȇ, nivȋskar, dȋndar, bijȋşk, ȗ yȇn din) binçav kirin ȗ çend roj şȗnda bȇ lȇpirsȋn, bȇ biryara mehkemȇ ew cȋguhestȋ kȗraya Asiya biçȗk- Koniya kirin”1. Ew usa jȋ nemeke xweda dinivȋse: “ … lêpirsîn dijȋ kesȋ nehate vekirin, piranya wan bȇ biryara mehkemȇ hatine ȋdamkirin.” 2 Derheqa bȗyarȇn wan rojȇn qetil da nivȋsȋne usa jȋ prof. Volfdȋtȇr Bȋl 3, Baylozȇ Bȗlxariyayȇ N.Koloşyȇv 6 ȗ gelekȇn din. Di nava biçavkiriyȇ Kostandapolȋsȇ da bȗn kompozȋtor, dostȇ gelȇ Kurd Komȋtas , nivȋskarȇn Ermeniyaye mezin Grȋgor Zohrab, kȋjan nȗnerȇ Meclȋsa Tirkiyȇ jȋ bȗ, nivȋskar Rȗbȇn Sȇvak, Danȋȇl Varȗjan, Sȋamanto, Rȗbȇn Zardaryan ȗ gelek şexsyetȇn ermeniyaye naskirȋye berbiçav.

Komȋtas zulm ȗ xezeba anȋne serȇ hevalȇn wȋ bi çavȇ xwe dibȋne, ruhȇ wȋyȋ nazik teyax nakir dȋn bȗ. Komȋtas naskirȋ bȗ. Di bin hukumȇ dȋplomasya cihanȋ da Komȋtasȇ dȋnbȗyȋ kirine ciyȇ dȋna. Paşȇ desguhestȋ Parȋzȇ kirin, wura jȋ sala 1934 a wefat bȗ.

Ji pey van herd ȇtapa, dema hȇza gel hatibȗ şkȇnandin ȗ gel bȇserȋ kiribȗn dest bi ȇtapa sisiya bi massayȋ komkujiya jin, kal-pȋr ȗ zarokȇn bȇxweyȋ ȗ bȇ alȋkar bȗ. Destȇ zorȇ wan ji mel, cȋ ȗ warȇ wan derdixin di bin navȇ nefȋkirin- sirgȗnya „mecbȗrȋ da“ ser rȇ-dirbȇn neeyan dixin. Ji birçȋbȗn, tazȋbȗn, nexweşiyan, hovîtî-zordestiya rȇda dane qirȇ.

Sȗretek ji wan demȇ buhurȋye xezeb maye, ku qet bȋra min naçe. Rȇda karvanekȋ koçberan, kȇleka rȇ laşekȋ hespekȋ geverbȗyȋ dibȋnin, usan birçȋ bȗne ku hicȗmȋ wȋ laşȋ dikin…

Eva komkujȋke wȇ dewletȇye here zulm bȗ, kȋjanȇ da qera 1,5 mȋlyon evdȇn bȇ sȗc ȗ gune hat. Dewleta Tirk ne ku tenȇ ewqas evd qir kirin medenyeteke bi dewrana tune kirin, bi seda hezara evd bȇcȋ ȗ war bȗn berȇ xwe dane xerȋbiyȇ.

Herba cihanê ya ewlin da Tirkiyê da der (1918). Hukumata Tirkiyȇye nȗ serokȇn lȋdȇrȇn partiya Tirkȇn Gȇnc e „Yekȋtȋ ȗ pȇşvaçȗyȋn“ wek sȗcdarȇn şȇr ȗ tawanbarȇn pȇkanȋna komkujiya Ermeniyan sekinandin ber mehkemȇ. Mehkema wan 27.04.1919 dest pȇ kir, kişand heta 26 ȇ hezȋranȇ. Gelek ji wan sȗcdaran ra gunȇ ȋdamȇ hate birȋn. Lȇ hinek ji wan sȗcdaran (Talat, Enver, Cemal ȗ Nazim) berȋ dewȋ hatina şȇr ji welȇt revȋ bȗn. Ewan dȗreke hȇjayȋ gunȇ herȋ bilind: ȋdamȇ bȗn. Ji welȇt rev ȗ xwe veşartinȇ jȋ alȋ wan nekir, ji sȗcȇ kirȋ xilaz nebȗn, welatparȇzȇ ermeniyan ketin pey wan ȗ bi destȇ xwe heqȇ wan hatin der.

Dema mirov kȗrȋ nava demȇ ȗ pirsgirȇkan dibe, dinhȇre pirsgirȇka komkujiya Ermeniyan sȋyasȋ ye, sȗcdar jȋ reyadarȇn dewleta Tirk in, ji Sultan Ebdil Hemȋd girtȋ heta serokȇn „Tirkȇn gȇnc“ ȗ deshiletdarȇn pey ra. Hȋm ȗ ȋdȋologiya wȇ qetlyamȇ panȋslamȋzm, pantȗrkȋzm ȗ bi kȇranȋna her mecala va helandin, bişavtin, tirkkirina netweȇn welȇt e netirk e. Yanȇ yek welet, yek netew, yek ziman, yek al…Çawa ku niha ye.

Eva 100 sal e gelê Ermenî têkoșînê dide bo ji alyê cihanê va naskirina wê komkujiya zulm wek gênosîd ȗ şȗnda standina wȇ zirarȇ ku dema komkujiyȇ gihȋştiye wan. Ew mafê gelê ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xweyî wîjdan gotî vê pirsgirêka Ermeniya ra bibe piștovan.

Di vȇ derheqȇ da bi gelek zimanan bi seda pirtȗkȇ dȋrokȋ, lȇkolȋnȋ, hiqȗqȋ, bedewetȋ, yȇ bȋranȋnan, belgeyan, sȗretan hatine weşandin, fȋlm hatine kişandin, bi deha dewletȇn cihanȇ resmȋ ew komkujȋ wek gȇnosȋd pejirandin e.

berdewam heye
Print