2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
2015-05-05 20:02
Eskerê Boyik


Para duda

Van roja li seranserê chanê 100 saliya komkujiya Ermeniyan ku di alyê dewleta Osmaniyê va hatiye kirin tê bîranîn. Ew qewimandin bûyareke reş e di dîroka mirovayê da. Ew neheqîke mezin bû ku gelê Ermenî hate kirin .
Wan sala tevî Ermeniyan civaka Êzdiyên Serhedê jî ketin li ber wî şûrê xezebê, gund û warên wan hatin şewtandin, talankirin, bi hezara evdên bê sûc û gune hatin qetilkirin, cîhilkirin. Êzdî jî bi temamiy hêza xwe derketin dijî wê neheqiyê, wan jî roja ewln da heta dewyê tevî gelê ermenî her dijwerî kișandin, her șerîda pișt dane hêzên ermeniya û șer kirin dijî neyarê tomerî.
Lê ne ermenî ne kesê komkujȋ ȗ emekȇ Êzdiyan bîr naynin. Derheqa komkujiya wan da xeberdan nîne.

***

Di dȋroka gelan ȗ civakan da Gȇnosȋd- Komkujȋ demȇ here tiragȋk ȗ dijwerin. Xwezȋ wan gelan ku demȇn usaye xezeb nejȋtine. Dȋroka civaka Ȇzdiyan ji dewranan heta ȋro dȋroka gȇnosȋd-komkujiyan ȗ tiragȇdiyan e. Hȇ peyva gȇnosȋdȇ di ferhenga zimanzanya cihanê da tunebȗ ȗ pey ra jȋ fermȋ wek sȗcekȋ mirovayȇ yȇ reş nehatibȗ qebȗlbȗn Ȇzdiya derheqa 72 Fermanȇn ku cihana ȋslamȋ ȗ zulmkarȇn Osmaniyan anȋbȗn serȇ wan da diaxivȋn.

… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi dewrana ketîye nav xûn, mejû û bîranîna evdên Êzdî. Wek biryara neheqiyȇ, zulmê, kokbîrîyê, talankirin, wêrankirin, şewitandina şên, gund û ware wan. Bi dewrana hȇzȇn olperest, çekdar yȇn dewletȇn Ȇzdȋ navda jiyane hatine ser cȋ ȗ warȇn ȇzdiyan talan ȗ wȇran kirine, jin-zilam, zarok, kal- pîr kuştine, serjêkirine, keç- bûk birine, ji bo ew Ȇzdȋ ne.

Dewra Osmaniyȇ da ew xezeb ȗ zulm, ew bȇxwedȇtȋ ȗ bȇwȋjdanya olperest li ser civaka Ȇzdiyan hȇ xurt bȗ.

Em van 250-300 salȇ dewyȇ mȇzekin. Sal nȋne ku dewleta Osmaniyȇ bi êrîșên talankirinê, wêrankirinê, ȋslamkirin ȗ wȇrankirinȇ nehatibin li ser Ezdiyan .

Ȇzdȋ ji aliyȇ Osmaniyȇ da dihatin qirȇ ji bo ew Kurd bȗn, aliyȇ hinek mȋr, padşa, axa, beg, oldar ȗ hukumdarȇn Ereb, Ecem, Tirk ȗ Kurdȇn olperest va ji bo ew musulman nȋnin. Lȇ rastȋ ewe li bin perda dȋndaryȇ da meremȇ teva talankirin ȗ hesabȇ civakȇn wak Ȇzdiyan zengȋnbȗn, milk ȗ malȇ wan zevtkirin bȗ.

Ya here xeter Ȇzdȋ himberȋ wan hovȋtiyan tenȇ bȗn, cihanȇ da kesȋ dengȇ wan nedibihȋst, kes pişta wan nedisenȋ, kesȋ destȇ alȋkaryȇ dirȇjȋ wan nedikir, kesȋ destȇ neheq ȗ xȗnmija nedigirt. Netewa Kurd jȋ ji bo ola xwe neyartiya Kurdȇn ȇzdȋ dikirin.

Berovajȋ ew zulm li ser navȇ Xwedȇ ȗ pȇxembȇn xwe dikirin, giva kȇ wȋ “karȇ pȋroz” bikin wȇ biçin buhuştȇ, kȇ zaroka, kal pȋrȇ ȇzdiyan bikuje, pȇlȋ namȗsa wan bike, gund,war ȗ şȇnȇ wan talanke, bişewitȋne, wȇranke, kȇ keda ȇzdiyan ya helal destȇ zorȇ ji xwera bi heramȋ bibe carekȇ va diçe buhuştȇ… Ez nizanim ew ȋdȋologiya dijȋ Xwedenasyȇ, dijȋ normȇn murala mirovayȇ kȇ kirye serȇ evdan ȗ wan jȋ çawa wȇ neheqiyȇ bawar kirin e, heta ȋro jȋ vȇ dewra zanestiyȇ da wȇ derewa eşkere bawar dikin.

Ji wan fermanȇn anîne serȇ Kurden ȇzdȋ yek ji ya din zulmtir ȗ xezebtir bȗne.

Ȇzdȋ jȋ nexwendȋ bȗn, xwendin –nivȋsar ji xwe heram kiribȗn. ji bo wȇ jȋ bȋranȋn, ȋzbatiyȇ nivȋskȋ derheqa wan kumkujiyan, wan neheqiyan, wan demȇn xezeb da dȋrokȇ ra nehȋştin e, eger tiştekȋ rast mayȇ ew jȋ alyȇ biyanyiyȇn xȇrxwez va .

Șede komkujya sala 1831ȇ, ya ji alyê Mîrê Kora va pêk hat, dîplomatê dewleta Înglîs Avgûst Layard dinivîse, ku wê demê sê êrîşên giran çûne ser Êzdiyên Şêxan û Şengalê, ji çar êzdiyan sisê kuştin, Mîrê Êzdyan: Elî Begê mezin birin darda kirin, 10 hezar keç û bûkên cîwan bi destê zorê birin, tenê li gundê Xetarê 500 evdên Êzdî kuştin û kirine gorekê 1…

Sala 1891 ê bi serokatiya Emer Wehbî paşa, Firîqȇ leskerȇ Osmaniyȇ / eslȇ xwe va kurdȇ Silȇmaniyȇ/ ȇrîşeke pir dijwar ȗ xȗnrȇj bire li ser Êzdiyên Şengal û Şêxanê. Tawis, sȋmvol û nîşanên Êzdiyan yên pîroz bi zorê ji wan stendin , cȋ ȗ warȇn Ȇzdiyan talan kirin, Lalişa Nûranî kirin medresa Islamî. Bi şûr xwestin Êzdîyan biqelȋnin, ȋslamkin. Xelqê deştê teslîm bȗn, lê yê çîya ber xwe dan. Bi deha hezara Ȇzdȋ hatne qirȇ.

Gilî digîhîje konsûlên Firansa, Înglîs, Rûsya. Di bin hukumê dîplomasyê da, dewleta Osmaniyê ji xwestina xwe paşda disene û dîsa Lalişê dide Êzdiyan.

Komkujiya Şengalȇ ya 3 ȇ Tebaxȇ sala 2014 alyȇ DEȊŞ ê ȋslam da rast kopȋya wen komkujiya bȗ. Xezeba vȇ tragȇdiyayȇ hȗn ji min çȇtir zanin 2…

Derheqa vȇ riya zulm ȗ zor, vȇ rȇya xezeb ku Ȇzdȋ tȇra derbas bȗne, xȇncȋ Qetliyama vȇ axiriyȇ li Şengalȇ /ku cihanȇ ra bȗ wek sinemeke gȇnosȋdȇye zȇndȋ/, tiştekȋ pak nehatiye nivȋsar, ronȋkirin, nebȗye belge-dokȗmȇnt ȗ dȋrokȇ ra nemaye.

Dȋroka Kurdȇn Ȇzdȋ ya bi xȗn heta ȋro jȋ ji cihanȇ veşartȋ di bin egelȇ erebayȋ giran ȗ tirsa ji musulmaniyȇ dewrana da maye.

Çi jȋ pirȋ-hindikȋ bȗne belge ȗ mane derheqa ȇzdiyȇn Şȇxan ȗ Şengalȇ da ne. Lȇ Kurden ȇzdȋ xȇncȋ Şȇxan-Şengalȇ temamiya cȋ ȗ warȇn Kurdistanȇ da jȋtine. Dema dȋrokȇ ȗ bȋranȋnȇn mezina, nimȗnȇn zargotinȇ dikolȋ dibȋnȋ ku werekȋ Kurdistanȇ nȋne rȇca Kurdȇn ȇzdȋ lȇ nȋbe. Lȇ ew kuda çȗn, çawa bȗn? Ku ȋra navȇ wan jȋ li wan wara tune?

Min ji zarȇ gelek rȋspiyȇn ȇzdiyan yȇn ȇla Aparanȇ, berpala çiyayȇ Elegezȇ bihȋstiye, ku kal bavȇn wan /her qebȋlekȇ/ dest fermanan, şer ȗ dew, zordestiyan ji Mȗşȇ, Wanȇ, Bȋtlȋsȇ, Agiryȇ, Cizȋrȇ, Wȇranşeherȇ, Deşta Dȋarbekirȇ ȗ gelek warȇn Kurdistanȇ ye din revyane, ji eşȋrȇn giran teka tȗka xilaz bȗne, despȇka salȇn 1800 gihȋştine çiyayȇ Elegezȇ. Lȇ çiqas berbi Ȋran ȗ Erebistana revyane ȗ bera ȋslamȇ da unda bȗne, ne tenȇ bawarȋ lȇ kurdȋtiya xwe jȋ unda kirine.Ez bawarim eger deshilatdariya Rȗs nehata niha ev Ȇzdiyȇ Rȗsiyayȇ jȋ wȇ tunebȗna. Eva rastȋ ye ȗ her ȇzdȋkȋ welatȇ Sovȇta berȇ wȇ yekȇ wȇ ȋzbatke 3. Wusane ne 73 lȇ bi hezara ferman Kurdistanȇ da li ser Kurdȇn Ȇzdȋ çȇ bȗne…

Sala 1810-1811 a li Serhede, di nav Kurden êzdȋ( deshilatdariya mala Kok axa) ȗ eşȋra Kurdȇn musulman Heydera da bi piştgirya dewleta Osmaniyȇ şerekȋ pir giran çȇ dibe, bȋranȋna Ȇzdiya da ew qetlyam wek “Şerȇ Zerȋf Xatȗnȇ”tȇ bȋranȋn . Şerhed ku “Ȇzdȋxane” bȗ ȇzdȋ lȇ namȋnin.

Salȇn 1820 ȋ du gundȇ Ȇzdiyan: Delana Qaşo ȗ Delana Paso, li deşta Bişȇryȇ, nȇzȋkȋ Qubȋnȇ, nav şevekȇ da çeteyȇn Şȇx Qasimȇ Mala Dewrȇş Nebȋ ji Şȇxȇ Qediriya talan- wȇran dikin, dişewitȋnin xelkȇ gund gişka: Jin zar, kal pȋr zilam dikujin, serjȇ dikin, kesȋ nahȇlin. Çemȇ Ridiwanȇ bi xȗn ȗ laşȇ kuştiyȇn Delana dikşe. Bȋranȋna gel da kilamek maye:

Hey lê dayê Delane,

Hey lo bavo Delane,

Pêşya malê me şere,

Paşya malê me ferman û talane, lawo,

Dewrêşê mala Dewrêş Begê

Serê Êzdîyan jê kirine, laşên wana

Di ava çemê Ridiwanê da berdan e.

Ezê ne ketime ber heyfa kuştina mêran e,

Ezê dikevme ber wê yekê,wê

Ta, bala xwe bidnê, xortên Êzdîyan

Serê xwe rihîna dînê Êzdî da dan e,wê…

Cinyazên xortên Êzdîyan, ha ho,

Peyayên Niqîban, ha ho,

Çûne serê Duavê, ha ho,

Naverûya Şêlûyê, ha ho,

Tila Potan, ha ho,

Ezê, gulîbirê, îro sê rojin

Cinyazê xortên Niqîban,

Di gola Nadoran, qelibîne, heylayê dayê, ha lawo,

Ezê piştî van xortên Êzdîyan, peyayên Niqîban,

Çi bikim ji terş û talanê giran, malê vê dinyayê,

Ezê xwe heramkim ax û ava vî welatî, lawo 4…

Dema qetilȇ olperest dibȋnin, herd gund kokbir kirin, talanekȋ baş xwera birin kes dernekete dijȋ wan, devxȗn dibin, çend meh şȗnda, bi hȇzeke mezin (30 hezar) ȇreb, kurdȇn olpereste fanatȋk bi serokatya Esabȇ Cibo ȗ piştgiriya leşkerȇn dewleta Osmanȋ tȇne ser Ridiwana Mȋrzikȇ Zaza /Ȇlȇn Xalta/. Nȇzȋkȋ Ridiwanȇ gundȇ Erenza Şȇxan da şerekȋ pir dijwer diqewime. Ȇzdȋ bi hȇza xweye biçȗk wana dişkȇnȋn,

Kilama “Şerȇ Erenzȇ “ da wa tȇ gotin:

Edlayê digot:Nûre,xweya minê, Esabo Ronî,

Min go were meke,

Tu bi xebera sofî û, feqe û, melayê ber ava Bota meke,

Neçe şerê Erenza Şêxan,

Ridiwana bavê Temo, Mîrzikê Zaza,

Şerên giregirê Êzdîyan,yê Mîrzikê Zaza,

Keleşê Çilo, Gerşemê Gîro,

Êganê Meyro, Miçoyê mala Şêx Îsayê ne heneke. 4a

Şerȇ Rȗs-Tirkaye ( 1828-1830 ) dewleta Osmanȋ bi hesavekȋ mezin dide der . Sebebȇ wȇ şikestina xwe Osmanȋ neaminaya mȋrȇn Kurda da dibȋne ȗ bi eskerekȋ pir giran, bi serokatiya Reşȋt ȗ Hefiz Paşa dajone li ser mȋrtȋ ȗ eşȋrȇn Kurdan. Vȇ carȇ Osmanȋ pirs nakin kȇ ye musulman, kȇ ye ȇzdȋ, bi şȗrekȋ koka xelkȇ Kurd tȋnin. Mȋrzikȇ Zaza dikujin. Dewȋ hinek mȋrtiyȇ Kurdan nav wanda wusa jȋ mȋrtiya Xalta tȋnin. ( Binhȇr Eskerȇ Boyȋk: Ȇzdȋtȋ, Mȋrzikȇ Zaza, Fermanȇn rȇş, weşena Dengȇ Ȇzdiyan, Oldȇnbȗrg). 5

Wan sala dȋsa dewleta Osmaniyȇ, Şȇx Mȋrzayȇ Anqosȋ hebsa Dȋyarbekirȇ da dikujin ȗ davȇjin ser 1700 konȇ ȇla Ȇzdiyȇn Anqosȋ, koka wan tȋnin, yȇ mayȋ hinek direvin Serhedȇ, hinek Şengalȇ. 6

Sala 1891 ȇ dewleta Osmaniyȇ fermanȇ Ȇzdiyȇn Wanȇ radikin. Vȇ carȇ xȋreta netewȋ alt dike, axa ȗ begȇn kurdȇn musulman radibin pişta Ȇzdiyan, ȗ bi hereketa Xetȋb axayȇ Mendikȋ ew qetilyam betal dibe 7.

Em dinhȇrin, ku sal nȋne, ku qetil Ȇzdiya neyȇ kirin Ȇzdȋ jȋ ji bo xwe parastinȇ rȇyȇn xlazbȗnȇ digerin.
Ji despêka sedsala 19 an Êzdiyan, xazma Êzdiyên Serhede gumana xilazbûna xwe împêratoriya Rûs va girê didin. Ew welat ji xwera wak ciyê xilazbûnê dibînin. Li dewleta Rûsiyayȇ seva dîn û hebandinê, kesî zordestî li kesî nedikir, fermanên kuştin, talankirin, zêrandin û cudatiyê tune bûn, ew yêr bi rastî jî civaka Êzdiyan ra xilazbûn bû. Ji bo wê jî Êzdiyan xwe wê dewletê girtin. Hudûdên Rûsiyayê nêzîk bûbûn, Ȇzdiyȇn Qers û Surmeliyȇ orȋntasiya Rȗsa hildan ȗ ketine bin perê Rûs, tek Êzdiyên Wanê ji wî hidûdî der mabûn. Ya wan jî, dema wan ra derfetên ewlekariyê nediman direviyane welatê Rûs. Hukumdarîya Rûs, ku ji nav kurda û Kurdistanê terefdara qazancke xweyî li wan derdiket, hela gelek cara alîkariya aborî jî dida malbetên mihacir. 8

Herba hemcihaniye ewlin, ji alyȇ osmanyan va destpȇbȗna komkujiya Ermeniyan û serketina şorişa Oktobirê li Rûsiyayê herêmê da her tişt ser û binî hev kir. Hêzên Rûsa ji wê deverê kişiyan çûn. Herem bû warê anarxiyayê, şer û dewa, meydana konflîktên olî, komkujiyan. Ermenî û Kurdên êzdî ketibûn devê xezeba ordya Tirka, û alayên Hemîdiyȇn talançî. Wan wek lêya mirinê xelkên ne musulman dabûne ber xwe dajotin. Dewsa hêzên dewleta Rûsiyayê qewatên Ermeniyan dijî leşkerên tirk şerê mirin jiyanê dimeşandin. Êzdiyan jî mecbûr ji bo xwe parastinê komên çekdar saz kiribûn tevî Ermeniyan dijî Tirkan şer dikirin.
Serokên Êzdiyan yê wê demê Ûsiv beg û Cangîr axê ev qeziya rind texmîn dikirin, bextê êlên xwe gelê Ermenî va girê didan. Rûs çûbûn, rêyeke xilazbûnêye din êdî Êzdiyan ra ne mabû, bang li Êzdiyan dikirin ku ew jî tevî hêzên Êrmeniya bibin û bi çi cûreyî hebe xwe xweyî derkevin.

Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Êzdiyên Surmeliyê /Îdirê /, Qersê û Wanê jî dest qirr – birr, zor û zehmetiyên Tirkan û fanatîkîn cîye olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîştin, tev Ermeniyan destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.

Ewê ku komkujiye xilaz bûn, ji ber bi kokêva qelandineke nû sekinîn. Leşkerê tirkayî giran bi deha hezaran pêşda dihat. Eva êdî ji bo Ermeniya (usa jî Ezdiyan) pirsa mirin-jîyanê bû. Hemin ew para Êzdiyên Serhedê ku revyabûne wê heremê wê bi carekêva des- piya biçûna, bihatana qelandin.
Pêwîst bû bi qewata xwe xwe biparȇzin.
Leşkerê Tirka sê enya ra berbi Ermenistana îroyîn dikşya, aliyê Serderebadê, ku navbera wê û Yêrêvanê 50-60 km e, werra bikevne Yêrêvanê, bajarê Gumuryê ra, Axbaranêra bigihîjne Yêrêvanê û Qerekilîsê ra.



Ûsiv beg tev mȇvanȇ xwe, zanyarȇ mȗzȇȗma Akadêmiya Rȗsyayȇ ya kaysiryȇ A. Kalantar sala 1912 a.

Eger hêzên hersê eniya tev li hev bibna, wȇ ji ser rêya xwe her tişt paqijkirana, wêrankirana biçȗna bigihîayana Bekûyê.
Tirka jî bawar nedikir ku li ser rêya xwe karin rastî hêzeke qewat bên.
Sala 1918 a meha gulanê emrê Ermeniya da bûyarên dîrokî pêk hatin : şerê Serderabadê, Baş Aparanê û Qerekilîsê . Di şerê ji bo Serderebadê û Baş Aparanêye eyan da, kîderê leşkerên Tirka bi sosretî dan der, rola şervanȇn Ȇzdȋ jȋ mezin bȗ. 700 siyar û bi seda peyayên êzdiyan bi serokatîya Cangîr axa û Ûsiv begê bi mêrxasî dijȋ Tirkan şer kirin.
Eger Tirk li wê heremê da serketana, halê herî dijwer wê yê Kurdȇn êzdȋ bûya.
Sala 1918a axlêvê ji aliyê Gumuryê va leşkerên tirka hatin gihîştin û ketine gundên êzdiyan yên berpala çiyayê Elegezê / Êzdî hȇ salên 1820-1840 revyabûn wura û ew gund ji xwera ava kiribûn/ . Bîranîna da tê gotin, ku kîna leşkerên Tirkan berbi Ermeniyȇn heremȇ ewqas mezin nîbû çiqas berbi Kurdên êzdî. Tiştê ecêb anîne serê xelkê wan gundan û mhacirên Êzdî yên ji herêma Qersê revyayî, û li bal merivên xwe stiar bûbûn. Koka xelkê wan gundan anîn. Kîna hatiya ewqas pir bû ku zilamê gundan civandin û nava şevekê da newala navbera gundên Camûşvana Mezin (niha Elegez) û Pampa Kurdî ( niha Sîpan) bi sedan bi hovane kuştin (serjê kirin). Bêtirî sed zilamî tev erebê talan lê barkirî, bi destê zorê ajotine kûraya Tirkiyê û bê ser berate unda kirin. Heta kevirê li ser goristanan şkênandin, kumeytên goristanana hilşandin.



Cangȋr axa

Baysiz ȗ Sȋçanlȗ du gundȇn Ȇzdiyan e, ku rojavayȇ çiyayȇ Elegezȇ he salȇ 1830 hatine şȇnkirin. Ew gundan, 70-80 km ji gindȇn Ȇzdiya yȇn ȇla Aparanȇ dȗrin. Wȇ demȇ dora wan herd gundan gişk gundȇ ecema bȗne. Ecem dixwezin bavȇjine ser wan. Bineliyȇ Baysiz ȗ Sȋçanlȗyȇ zivistanȇ radibin dixwezin xwe bigihȋnin Ȇzdiyȇn Aparanȇ. Rȇda eskerȇ Tirk pȇşya wan digrin hetanȋ sedȋ dikujin. 9

Dewya sala 1917 a li bajarê Tilbîsê serok û rêvabirê Ermeniya hemcivîna xwe derbas kirin, biryara siyasî hat girtîn. 27 ê meha îlonê organa karkir bi navê tifaqa Ermeniyaye Netewî hate demezirandin .Ûsiv beg jî tevî gelek sîyasermedar û giregirê Ermeniya çû Tilbîsê. Sala 1918 a dewleta Ermeniya hate elamkirin. Beg meclîsa wê da hat bijartin. Ji bîranîn û nivîsarên serokên dewletê, gotarên rojneman û belgeyên arşîva tê xanê ku Beg meclîsê da wek sîyasetmedarekî têgihîştî, rewşenbîrekî fikirzelal, zanekî leşkerî, pêşewitekî civaka xwe tev geryaye. Teva qedrê wî zanibûne û fikira wî ra hesab rûniştine. Endemê komîsîya karê koçbera bûye. Timê çûye gund û nehiyan, li nav leşker. Di warê cîkirin û alîkirina koçbera da karne hêja kiriye.
Beg qîmetekî mezin dida dostaniya tevî gelê Ermenî. Bi şabûn û mizgînî demezirandina dewleta Ermeniya pêşwezî kir û bi hizkirin kete nava meclîsa we.
Dewleta Ermeniya ku sala 1918 a hate demezirandin halê aborî, siyasî, kûltûriyî pir giran da bû. Deranîna gundîtîya Ermenistanê himberî sala 1913 a, sala 1919 5,8, ya senayê 12,0 cara kêm bûbû, wî wextî da aqara erdê çandinyê 3-4 cara, hesavê heywanê gir 75 %, pêz 77%, hespa 71% kêm bûbû.
Ji her dera hêsîrê Ermeniya hilşiya bûne Ermenistanê, deşta Araratê. Ji bo evda mecalên jiyanêye here sade jî nîbûn. Ne ciyê jiyanê hebû, ku lê bisitirin, ne xwerin, ne jî mecalên xezmetguhdaryê yên here pêwîst ji bo jiyana evda. Malbet wêran dibûn, zarok sêwî û bê xwedî diman. Ji dest nexweşiyan, xelayê, xelkê bêstar qir dibûn.
Nivîskarê ermeniyayî mezin Hovhanês Tûmanyan welatê xwe „warê şînê, girî û sêwiya“ nav dikir

Di nav wan mihacira da bi hezara Kurden êzdî jî hebûn.
Nivîskarê kurd Ahmedê Mîrazî, ku yek ji wan mihaciran û şedê wan rojên dijwar bû, di pirtûka xweye „Bîranînêd min“ da dinivîse, xelk ji bêstariyê, birçîbûnê, nexweşiyan qir dibûn, ku ji wê keresetê xilazbin bi zor û zemetiyan direviyane bajarê Tilbîsê. Ji hidûdên Gurcistanê derbazbûn pir zehmet bûn.
Gurcisstanê hidûdên xwe girtibû. Di nav Azeriya û Ermeniya da jî pevçûn, dew û dozên olî hebû.
Zarokên sêwî, evdên bêsitar, malbetên feqîr li ser her gavê dihatin dîtin.
Sêwîxana da cî tunebû.
Sêwîyê wê qetlymê bûn rewşenbîr û ronakbîrên meye mezin Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl û gelekên din....
Berî wê qir-birê, li împêratoriya Rûsiyayê û wîyalêta Wanê da, bi bîranînên mezinan û belgeyên dîrokî 80-85 gundên Kurdên êzdî hebûne, ji wan 15 gund li navça Axbaranê ȗ berpala çiyayȇ Elegezȇ, 27 gund li Surmelîyê-Sînekê, 16 gund li Qersê, 18 gund li Wanê, 6 gund herema Bayazêtê deşta Çûxûrê hinek gund jî li Îranê, ku dîsa ew hereme… Di gelek gunda jî kurdên êzdî û musulman tev jîtine. Hesabê êzdiyên wan devera berî revê û piştî revê tuneye. Çiqas gihîştine Ermenistanê, çiqas wextê revê, rêda û çiqas di dijweriyên jiyanêye salên 1918-1920 ji xelayê, nexweşiya, bêsitariye qir bûne ne dîhare.
Sala 1921 ê hesabê êzdiyan li Ermenistanê nêzkaya 8,5 hezarî bû. Bi texmîna me û lêkolîn didine îzbatkirin ku hejmara qurbana wê keresetê pir bȗye...
Min ji gelek mezina bihîstîye, ku sala 1918 a ji pey şerê Baş-Aparanê ra nexweşiya xolorê dikeve nava êzdiyên wê deverê. Hesabê mirya ewqas pir bûye ku pêra nedigîhandine laşê mirya bispêrne axê.
Çawa me berê jî got parlamênta dewleta Ermeniyaye ewlin da nûnerê êzdiya Ûsiv begê Hesen axa bû. Belgeyên arşîva, usa jî bîranînên şedên bûyaran didine zanîn ku Beg wek serokê êzdiyên rûsiyayê çawa berî revê ûsa jî dema parlamêntariya xwe karekî pir mezin û hêja jiyana êzdiyên deverê da kirye.

Wi wek endemê parlamêntê, evdekî zana, û di nav civak, rewşenbîrî û mezinên Ermeniyan da bi nav-deng û naskirî her mecal daye xebatê ku alîkariya ji dewletên din dihat standin bigihîje mihacirên Êzdiyan ji. Hewl daye ku mhacirên Êzdî gund û qiclên vala da zû cî-war bibin, pirsgirêkên wan ecele bên çareserkirin.
Gerekê bê şêkirandin ku herd serokên Êzdiyên Serhedêjî: Cangîr axa jî û Ûsiv beg ji malbetên zengîn bûn. Wana ew zengînî heta dewyê daye ji bo ji mirinê xilazkira hêsîrên wê qetlyamê.

Ji pey şȇr ra halȇ herd malbeta yȇ aborȋ halȇ malbetȇn din baştir nȋbȗ.

Dewleta Ermeniya du sala teyax kir. Ji pey du salara dîsa Rûs hatin, vê carê bi qeydekî din, cûrê dewleta Sovêtê. Êzdiyên koçber, hinek li nav gundên êzdiyên Axbaranê li cem mirovên xwe binecî bûn, hinekan ji xwera gundên nû ava kirin, hinek çûn bajarê Tilbîsê, hinekan jî gundên ermeniya da tev ermeniya cî bûn.

Dewleta sovêtê çawa jîyana hemû gelên welatê xwe wusa jî ya êzdiyên wî walatî bi carekêva guhest. Ya sereke ew bû Ȇzdî ji êrîşên musulmaniyê xilaz bȗbûn. Hinek mecalên perwerdê, xwendinê, çandê, xwexweyîdarekirinê wanra vebûn. Kesî edî nikaribû bi mena bawariyê û netewiyê neheqî li wan bikira, ew biçûk bidîtana, mafê wan yȇ îsanî binpê bikira. Bi destûr, qewl û qirarên wî walatî di hemû dereca da mafê wan weke yê hemyan hate destnîşankirin. Biryar hate dayîn ku wana jî di wapê pêşdaçûyîna kûltûrî-çandî va bigihînin gelên welête pêşketî.

Vê sazîmanê hema roja xweye ewlin da sûreke pola kişande dora xwe, hidûdên xwe dadan, evden welatê xwe ji der dora qetandin. Kurdên êzdî jî ji welat, ji merkeza wane ruhanî û civakî hatine birîn. Bawarkî 70 salî, ji salên 1920 î heta 1990 î çûyîn–hatina kesî ji dervayî sovêtê nedibû, nikaribûn ne buçûna ne bihatana. Çawa hemȗ gelȇn wȋ welatȋ ra wusa jȋ ȇzdiya ra qedexe hatibû danîn li ser olperestiyȇ, miletçȋtiyȇ, neşirkirina têkstên olî, bi firetî derbaskirina eyd-erefatan, mêrasîmên dȋndariyê.

Sazîmana komûnîstiyê ya dîktatoriyê bû û welêt da di werê îdîologiyê hinek xetên sor hebȗn.

Ji wan xeta bi rastî hinek civakên wek êzdiya ra qenc bûn, rê ji dijminatiya di nav gelan dihate girtin. Nedihîştin neyartiya ku berê hebû bê bîranîn. Bi rastȋ qewl ȗ qanȗnȇn wusa hatibȗn danȋn ku kesȋ nikaribȗ neheqȋ kesȋ bikira

Raste di alyê din va jî bîranîn, dîrok dihate înkarkirin, mafê kesî nîbû cî û warê jê reviyabûn bîr baniyana, neferê xweye undabûyî bigeriyana, navê neyarê xwe ji bidana...

Ew zulma salên 1915-1920 hatin serê kurdên sovêtê, xazma êzdiyan di pij perda qalim da hate veşartin. Li ber lêkolînên derheqa êzîtiyê da xeta sor hate danîn.

Propaganda sereke pesnê jiyana nû bû, qeydê sosîyalîzmê, Lênîn, partiya komûnîstiyê. Ev fikir wek têlekî sor di temamiya edebyt, çand û hunura welatê sovêtêra derbaz dibû. Kê di wî warîda jêhatî bûn, cîyê wan welêt da bilind bû. Û hinek bin wî navîda gihîştin gelek destanînan û navên bilind.

Rind tê bîra min sala 1965a 24 ê Nîsane, ji pey keraya salaye dirȇj ra, cara ewil Ermenistanê da bi fermî salvegera vê qetliyamê dane kivșê. Çiqas jî li welatê Sovêtê derheqa bûyarên wî teherî da bîranîn qedexe bûn, lê dîsa jî çawa dervayî welêt usa jî Ermenistanê da bi mecalên cûrbiçûr ew bîranîn dilê gelê ermenî da zêndî dihate xweyîkirin. Birîn kûr bû û nedihate bîrkirin.

Hemin ya Ȇzdiyan, ew rojȇn dȋroka wane xȗn kes haj pȇ nȋbȗ, jȋ xȇncȋ kesera kala nedikete bȋra kesȋ.

Emekȇ Kurdȇn Ȇzdȋ dema komkujiyê di parastina Ermenya da

Wȇ dema ji bo Ermeniya giran da, temamiya civaka Kurdȇn Ȇzdȋ rabȗne pişta Ermeniyan. Xȇncȋ Ȇzdiyȇn Serhedȇ ku tev Ermeniyan nava wȇ qetlȇ da bȗn, Êzdiyên Șengal û Șêxanê 6-8 hezar hêsîrê ermenî ji mirinê xilas kirin. Rayedarên Osmanî ji Îsmayîl Begê Mîrê Șêxan yê Șengalê û serokê Êzdiyên çiyayê Șengalê Hemê Șero xwestin ku hêsîrê Ermeniyan tesmîlî wan bikin. Êzdiyan xwestina Osmanyan înkar kirin. Osmaniyan bi hêzeke mezin hicûmî Șengalê kirin. Navbera hêzên Osmanî û Êzdiyên Șengalê da dest bi șerekî xûnrêj bû. Êzdiyan cî û warên xwe hîștin revyane çiyê. Nan, xwerin tunebû, tenê bi goștê pêz yole diçûn. Șer 35 roj kișand. Wȋ şerȋ da 75 êzdî û 10 ermeniya jiyana xwe unda kirin. Osmaniya 56 gundê Ezdiyan talan kirin, șewitandin, wêran kirin. Îsmayîl Beg bi zehmet xwe gîhande Bexdayê, hewar Ȋnglîsa daxist. Qewatên înglîterê xwe wanra gîhandin. Osmanya 285 kuștî û bi seda birîndarava pașda revyan.

Herema Bota gundekî Êzdiyan hebû, jêra digotin gundê Bassa. Vî gundî nav xweda xelkê 7 gundê Ermeniya strandin. Payê wanî pirê Ȇzdiyan çiyara derbazî Sûryê kirin... Osmanî pê hesyan bi hêzeke mezin avȋtine ser gundȇ Bassyan. Bassiya revyan ȗ berê xwe dane Șêxan û Șengalê. Rêda hȇzȇn Osmaniyȇ ew bȇçek kirin, sȋlihȇ wan ji wan stendin, nîvê meha Gulanê sala 1916 a, li ber gundê Findikê, koçera avȋtine li ser Bassan. Ji 450- 500 neferî tek 37 xilaz bȗn...

Çi hate serȇ Bassa hate serȇ hinek qebȋlȇ Çȇlkiyȇ Mȋdyadȇ jȋ. Ji bo parastina Ermeniyan fermana Çȇlkiyȇn Desika, ji Qelaca Desikan ji Stenbolȇ derket. Ew jȋ bi serokatiya Şemdȋnȇ lawȇ Çolȋ, ku xwe xilazkin reviyan berbi Şengalȇ. Rȇda li ber Girȇ Koz /Rojavayȇ Kurdistanȇ/ eşȋrȇn Ereba :Semȋr, Mitewta, Heweca avȋtine li ser wan, hebȗna wan gişk birin. Ji wȇ qebȋla mezin çend mirov bi tekerekȋ xilaz bȗn ȗ xwe gihandin Şengalȇ.

Dewya salȇ 90 ȋ ez hatime Ewropayȇ ȗ ketime nava Kurdȇn ji Bakȗr, Başȗr, Rojhilat. Dema dibihȋstin ez ji Ermenistanȇ me hineka besa bȗyarȇn wan sala dikirin, çi ji mezinȇ xwe bihȋstibȗn bȋr tanȋn. Ȗ çi bȗ ecȇb teva bi hizkirin ȗ dostanȋ besa cȋnarȇn xweye Ermenȋ dikirin, nelet ȗ nifir dewleta hov tanȋn, ku qewlȇ wusa çȇ kiribȗn, xelkȇ newȇribȗ destȇ alȋkariya bigȋhandana feqȋran. Lȇ çȋrokȇn alȋkariyȇ gelek bȗn çawa xȗna xwe dane ber çavȇ xwe ȗ alȋ Ermeniya kirine. Gerekȇ ça kurdȇn ȇzdȋ usa jȋ musulman bȗranȋnȇn pȇşyȇn xweye wan sala bȋra nekin, qenciya jȋ xirabya jȋ binivȋsin, ewleda ra xweyȋkin. Qencȋ ji xirabya pirtirin.

Encem

Ȇzdiyȇn Serhedȇ wek birȇ helal, di roja komkujiyȇye ewlin da heta dewyȇ ew ȇş ȗ jana gelȇ Ermenȋ pare vekirin. Di wȇ rȇya hebȗn-nebȗnȇ da tu tişt nehȇvişandin. Bi deha hezara evdȇn ȇzdȋ, zar-zȇç, kal ȗ pȋr bȇsȗc ȗ gune bȗne qurbaniyȇ xezeva wȇ komkujiya hov. Xelkȇn Ȇzdȋ jȋ wek Ermeniyan mal-milk, hebȗn, keda sala, warȇ kal bava unda kirin, 68 gundȇ wan wȇran bȇ Ȇzdȋ bȗn.

We berxudana gelȇ Ermenȋ da navȇ ewledȇ Ȇzdiyan Ȗsiv Begȇ Hesen axa, Cangȋr Axayȇ Xetȋv Axa li rex qehremanên Êrmeniyan komarê da bȗn lȇgȇnd, efsene, heykel.

Û îro gelê ermenî têkoșînê dide ji alyê cihanê da naskirina wê komkujiyê. Ew mafê gelê ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xweyî wîjdan gotî vê pirsgirêka Ermeniya ra bibe piștovan

Vê dewyê li parlamênta komara Ermenistanê ser 100 salya komkujiya Ermeniya bo civaka navnetewî biryarek, elametîk hate qebûlkirin.

Lê di wan bȗyara da emekȇ civaka Ȇzdiyan, undayȋ ȗ şerkarya tevayȋ, rojȇn giran bȋra kirin. Rex navȇ xwe navȇ Asȗriya ȗ Yȗnanyan nivȋsȋn lȇ Ȇzdȋ nenivȋsȋn.

Ya heq gerekê nave Êzdiya jî vê dokûmêntê da bihata nivîsar, çima?

1. Êzdî jî weke ermenya ziyankêș û șhîdê wê komkujiyê bûn. Êzdiyên Serhedê roja ewlin da heta sazbûna Weletê sovêtê tevî Ermeniya nava șerkarya dijî Tirka bûn. Wan sale giran çend komên Êzdiyaye çekdar bi serokatya Serokê Êzdiyên Rûsiyayê Usiv Beg û syarên mêrxasê efseneyî Cangîr axa bi Ermeniya ra tevayî, pișt-piștê tevî șerên 1917-1918 yê dijî tirka bûn. Șerê Serderebê û Baș-Aparanê da mêrxwesya ku Êzdiyan kir belgekî zêrîn yê hevgirtina herdu gelan. Serokê hukumata dewleta Ermenya ya wê demê, Sîmon Virasyan, bîranînên xwe derheqa Ûsiv Beg da dinivîse: “Êzdiyan, weke ermeniyan û hê ji ermeniya jî bêtir hereket dikirin ji bo serxwebûna Ermenistanê û tu hêza xwe nedihêvșandin bo parastina wê” .“Qedera Êzdiyên Ermenistanê bi her alyava bi qedera ermeniya va girêdayi ma… wana jî ew telî –tengayî tem kirin çi ermeniyan” ( S. Vanêzyan, “Rêyên jiyanê”, cild G, rû 177, Bêyrût, 1963; bi zimanê ermenî).

2.Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Cî û warên Êzdiyên Îdirê /Surmeliyê/, Qersê û Wanê jî hatin talankirin, șewtandin, wêrankirin, Êzdiyan jî dest qirr – birr, zor û zehmetiyên Osmaniyê û fanatîkîn olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîştin, destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra tev ermeniya reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.

Leșkerê osmaniyê hatin gihîștine heta herema Êzdiyên Aparanê. Kîna wan berbi Êzdiyan ewqas mezin bû ku koka xelkê wê deverê anîn. Bi seda Ezdiyên Axbaranê dijî tirkan tevî serê Baș -Aparanê û Serderebê bûn.

3. Di nav parlamênta dewleta Ermenya da Usiv Beg jî wek parlamêntar hate bijartin. Xebat û herketa wî wek sîyasermedar, serșervan, șexsyetekî aqilmend ji alyê gelê ermenî da bilind hat qîmetkirin. Tek Êzdî û Asorî li nav leșkerên Dewleta êrmeniya da ciyê xwe girtin. Ji bo tu șik ser amintiya wan nîbû.

4. Berê qetlyamê li Serhedê 83 gundên xuru yê êzdiyan hebûne. Ji peyra wan 15 gund li pala çiyayȇ ȇlegezȇ man. Wan salan bawarkî ji Ȇzdiyan sedî 70-80 hatin qirê.

5. Komkujya Ermeniya da bawarkȋ temamiya Ȇzdiyȇn dinyayȇ rabȗn pişta Ermeniyan. Êzdiyên Șengal û Șêxanê rabûn pișta Ermeniya ȗ bi xȗna xwe 6-8 hezar hêsîrê ermenî nav xweda ji mirinê xilas kirin.

Du gundȇn Ȇzdiyan yek herema Bota ya din Mȋdyadȇ: Çȇlkiyȇ Desikan ji bo parastina Ȇrmeniyan hatine qirȇ.

6.Çawa berȇ jȋ hate nȋşandan Ȇzdȋ koçberȇ vȇ deverȇ bȗn ji bo wan parastina xwe dewleta Rȗs va girȇ didan. Ew nehatin nav Ermeniyan, wȇ demȇ deshilatdarȋke Ermeniya jȋ wȇ deverȇ tune bȗ. Ji pey demezirandina dewleta Ermeniyaye ewlin ȗ paşe qaydȇ Sovȇtȇ ra qedera wȇ para Ȇzdiyan bȇtir Ermeniya va hate girȇdan. Ji civakȇn kȇmjimar ne Aşȗriya, ne jȋ Yȗnanan (çiqas jȋ ew gelekȋ kȇm bȗn) nasneme ȗ zimanȇn ermenȋ nava xweda qibȗl ne kirin. Tek Ȇzdȋ bȗn ku dibistanȇn gundȇn xwe da zimanȇ ermenȋ hildan ȗ nasnema xwe jȋ kirin ermenȋ. Ȇzdiya jȋ ji bo pȇşketina Ermenistanȇ ew hemȗ dijwerȋ kişandin çi ermeniya, heta şerȇ Qerebaxȇ da jȋ tu kes nikare emekȇ wan ȋnkar bike.

Bi heqȋ Ermeniyan Komkujiya Ȇzdiyȇn Serhedȇ, ku tevȋ wan ketibȗn li ber devȇ şȗrȇ wȇ zulmȇ ȗ ermenya ra tevayȋ heta ȋro jȋ tȇkoşȋnȇ didin ji bo Ermenistanȇ gerekȇ ji ya xwe cuda nekirana.

Çavkanȋ

1.Johannês Duchtîng, Dîroka Kurdên Êzdî (2), kovara Laliş, Dengȇ Yekîtiya Ȇzdiyan. N 11; 1999. rû 18.

2.Johannês Duchtîng, Dîroka Kurdên Êzdî (3), kovara Laliş, Dengȇ Yekîtiya Ȇzdiyan. N 12; 1999. rû 12.

3.Dr. Eskerȇ Boyȋk, Ezdiyatȋ, Mȋrzikȇ Zaza, Fermanȇn reş, Weşena dengȇ Ȇzdiyan , Oldȇnbȗrg,2002 rȗ. 51.

4.Dȋsa li wur, rȗ 167.

4a. Dȋsa li wur, rȗ 180.

5.Dȋsa li wur, rȗ. 166-193

6.Dȋsa li wur, rȗ. 261

7.Pîr Dîma, Cangîr axa û êzdiyên wîlayêta Wanê; kovara Ȇzdînas 1, ya Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê, Mala Ȇzdiyan, Oldenburg, 2014, rû.82.

8.Dȋsa li wur. 85-89.

9. Tahare Emer Abasyan, Cangȋr axa, rȗ. 80-87; Yȇrȇvan 2005.

/Berdewam heye/

Print