2018-07-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Serpêhatiyek; Dewleta kurdî (Kurdistan) li çayxaneyeke bazirganan
2015-05-14 11:40
Bawerê Omerî
Dem piştî nîvro ye, ez dixwazim ji mal derkevim, lê ez nizanim bi kû ve herim, dawî bê pilan min berê xwe da nav bazara bajarê Qamişloka paytext, piştî geryaneke kurt di nav kolanên bazara bajêr de, û kirîna rojnameyekê û serdana pirtûkxaneyan, min berê xwe da çayxaneyeke bazirganan, li wir min gelek dost û hevalên xwe dîtin, dengê paporê û peyalan û pêre dengê bilind yê sifreger û heracvan û bazirganan û bîhna qahwê pevre dibûn mîna simfoniyekê narînê, li hev digeriya û mîna awazekî xweş derbasî guhê min dibû, li ser kursiyan û li ber maseyekê ez û du dostên xwe rûniştine, ew çayê vedixwin û ez gazoza sînalko vedixwim, piştî me pirsa malbat û tendirustiyê û kar ji hev kir, dostê min Emîn ji min pirsî: Ka rewşa Kurdistanê gihiştiye kû derê? Û Xurşîd li ser daxwazên Kurdan piştî damezirandina parlemanê Kurdistana başûr dipirse.

Di bersiva herdû pirsan de min weha got: Di nerîna min de dewletên niha xwe dibînin dostên Kurda, wê vê carê bi erkê xwe rabin, ji ber ku niha dem di berjewendiya me û wan de ye, ji dused salî û virde miletê me toşî gelek ferman û talan û wêrankirinê bûye û hîna birîna Helebça pakrewan rehet nebûye, hemû şoreşên kurdî ku ji bo rizgarkirin û serxwebûn û azadiya Kurdistanê rabûne, ji cîhanê re tekez kirine, ku pirseke Kurdan ya netewî heye, herweha dane xuyakirin, ku miletê Kurd wê nema wek demên berê biçin li ser xaka dewletên mîna Belqan, Qubris, Misir, Şam, Pakistan û Efxanistanê û li ser sînorên Ûrus û Kendavê şer bikin, û careke din têkevin şaştiyên dîrokî de, şerê miletê me nema wek berê şerekî olî ye, şerê me, şerekî neteweyî ye, û cîhan tevde dizanin bê Kurd û welatê wî Kurdistan li kîjan xaknîgariyê dikeve, miletê me ji bo vê doz û pirsê bi sed hezaran pakrewan pêşkêş kiriye, hejmara pakrwanên me ji hejmara gelek dewletan pirtir e, ez geşbîn im, ku vê carê dawiya vê berxwedana bê hempa ya miletê me, wê beşek ji welatê me Kurda ji bin destê dijminên me rizgar bibe, helbet wekû hûn dizanin, dewlet bê dezgeh nabe, wê dewleta me jî wek hemû dewletên li cîhanê, xwedî serûk, parleman, desthilat, dadgeh, asayiş, komele, abûrî, pere, leşker û sînor be, ev in bingeh û mercên avakirina dewletan û ev mafekî rewa ye ji hemû miletan re.

Piştî min nerîn û helwest û gumanên xwe li ser herdû pirsên wan da xuyanîkirin, vêca me gengeşiyek dirêj li ser van babetan kir.

Li ber masa li kêleka me, mêrekî nîqelew û bi simbêlê reş û boq, jiyê wî nêzîka pêncî salî ye, li ser kursiyekî bi tena xwe rûniştiye û li me guhdar dike, bêyî ku em jê bixwazin bê ka nerîna wî li ser rewşa Kurd û Kurdistanê çiye, wî xwe tev wê gengeşiyê kir û got: Ê min, ez dibînim, ku pêşeroja Kurdistana başûr tuneye, ji ber ku gelek partî li wir hene, û ji ber pirbûna wan partiyan, wê miletê Kurd li wir nikaribe Kurdistanê rizgar bike, careke din vê nerîna xwe tekez dike û weha pêde diçe û dibêje, bala xwe bidênê, ev çiqas çêbûye ku Kurd şer û xebatê li Kurdistana başûr dikin? Û hîn jî neghijtine ti tiştî, bi nerîna min, wê Kurdistana rojhilat berî ya başûr û bakur û rojava rizgar bibe, ji ber ku partiyek tenê li wî beşî heye ew jî partiya dîmoqrata Kurdistanê ye (Eyranê).

Piştî nerîna xwe rave kir, me qahwak jêre xwest û min gotina wî birî û weha jêre got: Birayê hêja, ev nerîna te ne dirust e, ji bo ku miletek mîna miletê Kurd ji bin destê sitemkar û dijminan rizgar bibe, pêdiviya me bi gelek partî û dezgehan heye, û tucarî partiyek bi tena xwe nikare rêbertiya miletekî bike û wî rizgar bike, bala xwe bidê, li hemû dewletên serkeftî partî û dezgeh û komele rêveberiya miletê wan dikin, timî cûdabûn di nerîn û karan de bo yek armancê rêka rizgariyê nêzîk dike, û hevkarî jî di nav hemû başên milet de serxwebûna wî misoger dike, tenê bi armancên netewî yên rast û helwestên dirust û mêrane mirov dighêje roja rizgarî û serxwebûn û azadiyê.

Tevî ku ciwanmêr ne bi nerîna min re bû, lê li ser serxwebûna Kurdistanê serpêhatiyeke seydayê Cegerxwîn ji me re got; „gelî xortan, carekê seydayê Cegerxwîn li gundekî ji yê herêma Koçeran semînarek ji gundiyan re lidarxistibû, seyda ji wan gundiyan re raman û nerîn û bîrûboçûnên xwe li ser rewşa miletê Kurd û Kurdistanê û pêşveçûnên nû li herêmê û cîhanê şirove dike, gundî hemî li dora seyda rûniştîne û lê guhdar dikin, ji nişkave mêrek desmalek li ser serê wî û kirasekî sipî li bejna wî, xuyabû kurê mezinekî koçeran bû, bi payebûn û pozbilindî derbasî nav civatê bû û şipyayî ma, û bêyî ku li nav wan li cîhekî runê û rêzê li seyda û yên amadene bigre ji seydayê Cegerxwîn pirsî, Seyda wê kengî Kurdistan çêbibe? seyda bersiva wî weha da: Ku rojek hat û ji xwîna kuştiyan ava çeman bûn xwîn û ji wê xwînê gol çêbûn, û tu li ser laşên wan kuştiyan biçe û xwîn bighêje çoga te, û ew desmala li ser serê te li dest û lingên te bê pêçan û tu nema karibe xwe ji nav wan laş û wê xwînê rizgar bike, wê çaxê Kurdistan çêdibe.

Ev bersiva seyda gundî û ew ê pozbilind matmayî hiştin.

Vêca gelî xorta avakirina dewleta Kurdistanê ne welê hesan e”.

Vî ciwanmêrî ev nimûne anî ji bo ku bida xuyanîkirin ku nerîna min li ser avakirina Kurdistanê ne di cîhê xwe deye, û gereke em hîn jî gelek qurbaniyan bidin ta ku em dewleta Kurdistanê ragihînin.

Berî em her çar xatir ji hev bixwazin, min ji wî ciwanmêrî re got: Ji bilî ku min seydayê Cegerxwîn ji nêzîk ve nasdikir, ez pir nerîn û ramanên seyda li ser rizgarkirina Kurdistanê jî dizanim, û di helbest û nivîsandinên xwe de ew rê şanî me daye.

ji sedî sed rêka serxwebûn û rizgarkirin û azadiya welatekî ne bi gulan rêzkirî û xemilandî ye, lê miletê Kurd wê dev ji vê pirs û dozê bernede ta ku di dewleta Kurdistanê de bi hebûna xwe şad bibe.

Di nav wê qerebalixê de û bi dengê sifreger û papor û kevîçî û berdavk û şûşan re, û li ser hêvî û guman û daxwazên me, ku wê rojek bê û em ê dewleta kurdî (Kurdistan) ragihînin, me her çara xatir ji hev xwest.

Ji serpêhatiyên bê sînor

Bawerê Omerî

30.03.1992
Print