2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
C E M A L Î
 
Karên rovîyan… ÎBO ÎBO, BİSEKİNE !
2015-06-07 15:06
C E M A L Î
Waxteki li Xarpitê (El Ezîzê) bi navê Behrî mehamîyek (awûqat) hebû. Behrî Beg ji hêla Dêrsimê, gelek jêhatî, bi nav û deng bû.

Rojekî agir bi mala wî ket. Qanaxeke du qatî bû. Di demeke kurt da agır xwe li malê pêça, xurî bilind bû. Behrî Beg û jin û zarokên xwe ji malê derketibûn, li zuqaqê bûn.

Di dema şewatê da xelkê beyanî û nas û dost jî li dora malê kom bûn. Yek ji wan Hemal Brahîm bû, ango Îbo… Îbo çawa ew rewşa hanê dît, berê xwe da dêrî, hewl da êrişî hundir bike, hin tiştan ji agir xilas bike. Behrî beg bi milê wî girt û got:

“Îbo Îbo, bisekine! Lao tu çi dikî?..”

“Ma Behrî beg, wexta sekinandinê ye, mal dişewite!”

Behrî Beg kenîya û got: “Lao bisekine, Îbo, bila mal bişewite, ne can, tiştek nabe!”

Îbo ji ken û rehetîya Behrî Beg tiştek fêm nekir, serê xwe hejand û got: “Hella hella, mala wî dişewite, ne di bîra wî da ye…”

Mesele ji bo Hemal Îbo pir dereng ronî bû: Mala Behrî Beg maleke kevn bû, bi sîgorte bû û Behrî beg ew bi destê xwe şewitandibû. Da ku ji sîgortê perekî baş bistîne, xanîyekî teze çêke. Berî şewitandinê jî tevdîrên xwe girtibû, pilî pirtîyê hundir malê biribû cîyekî din…

Hûn hûn bin, wexta we şewatek usa dît xwe nekin cîyê ehmeqan; berî ku xwe bavêjin êgir, piçek li ser bifikirin. Çi di jîyana rojane da, çi di sîyasetê da…

6 Heziran 2015
Print