2024-11-14
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
SÊ HEVALÊN DELAL: NÛRÎ, ŞERÎF Û ÎSMET
2015-07-06 22:09
Kemal Burkay
Ev şiêra hanê, “Xatir Xastin” min di sala 1994, meha adarê da lı Dokanê nivîsandibû. Dema ji min ra rê xuya kir…

XATİR XASTİN

Oxra te bi xêrê be, hevalê delal
Hêvîyên xwe kom bike biçe
Ji bîr bike bê, çavkanîyê, ronîya hîvê
Oxra te bi xêrê be, hevalê delal
Derd û xemên xwe kom bike biçe
Ji bir bike jan û êşê, şa û evînê

Çûka zevîyan, çîyan, gula biharê
Tu tê bîra kê?
Kilama gotî winda bû çû carê
Oxra te bi xêrê be, hevalê delal
Ji bîr bike ewran, stêyran û baranê

Emr ku li deryayê keştîyek e
Winda dibin rêçên ser avê
Rêwingî tên, rêwingî diçin
Nuha jî dora te ye
Oxra te bi xêrê be, hevalê delal
Êdî ji bîr bike
Dengan, peyvan û rûyên zelal

Adar 1994
(Ji dîwana Berf Fedî Dike)



Sala 1993 meha dehan (çirîya pêşîn) çûbûm Kurdistana Başûr û nêzî salekê li wir mam. Wê demê çûn û hatina Başûr gelek zehmet û xeter bû; ji ser çemê Diclê, bi şevan, ango bi şiklekî nehînî…

Piştî 31 salan jî riya Bakûrê Kurdistanê vebû û havîna sala 2011 vegerîm welat.

Di vê dema dirêj da gelek tişt guharîbû. Dê û bavê min, salek piştî derketina min ji welat, ango di sala 1981 da çûbûn heqiya xwe. Her usa gelek nas û dostê din, heval û hogir jî. Nesîb nebû di vegerê da wan bibînim.

Va ye çar sal ji ser vegera min derbaz bû. Di vê demê da jî mixabın me hin hevalên delal windakirin. Yek ji wan Nurî Çiftehan bû, ji Meletyê bû li Îstembolê çû heqiya xwe. Yek Şerif Altıntaş bû, xelkê Nisêbûnê bû. Yek jî İsmet Kaya bû, Kurdekî Anadolê, ji Balayê. Şerîf û İsmet li Enqerê çûn heqîya xwe. Hersê jî hevalên me yên HAK-PARê bûn, hersê jî hevalên gelek xwîngerm û dilsoz bûn û mixabin hîn di emrekî kurt da (emrê wan her yekî dora pêncî bû) ji ber nexweşîyê koç kirin çûn.

Di van resmên jêrê da ew jî hene. Yek li Mêrsînê, Narlikuyu, li qiraxê Behrê hatiye kişandin. Nûri ji alî çepê di rêza çaran da ye. Yek resmê civîna Meclisa HAK-PARê ye, Şerif li ali çepê rêza pêşîn da xuya dike. Di resmê dinê da jî İsmet heye.

Bi naskirina van hevalên delal gelek kêfxweşim û bi windakirina wan usa bêwaxt xemgîn im. Jîyan usa ye, “şa û jan bi hevra dirêse”. Zû an dereng em hemû rêvingî ne. Piştî mirinê jî jiyan bi awayekî di bîranînên nas û dostan da, heval û hogiran da berdewam dike.

Xwezî wan kesan ku piştî mirinê jî bi başî û rindîyên xwe di dil û bîra mirovan da dijîn…

6 Tîrmeh, 2015



Print