2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Serpêhatiyek ji dîroka nêzîk, Sê dilsoz
2015-07-07 21:22
Bawerê Omerî
Dema mirov li ser bûyer û serpêhatiyên(1) ku li nav milet û welatê me qewimîne biaxive û binivîse, ji bo çapkirin û tomarkirina wan bi miliyonan pirtûk û pênûs gerek in, û herçiqas ronakbîrên miletê Kurd van serpêhatiyan nenivîsin, ewqas jî destkeftina maf û rizgarkirina welatê wî dereng dimîne.

Di sedsala bîst û bîst yeka de, miletê Kurd ji bo bibe xwedî desthilat li ser xaka welatê xwe Kurdistan ta niha pir li ber xwe daye, li hember kiryarên dijmin, wî bi sed hezaran pakrewan pêşkêşî vê doz û xakê kiriye, bi hezaran gund û bajarên wî hatin şewitandin û talankirin, bi hezaran deboyên agir û bombe û moşek û xazên kîmawî bi ser de hatina barandin, dijminê wî bi saxî kal û pîr, keç û xort û zarokên bê guneh dixistin bin axê de. Ziman û çand û kelepûr hemû binpê kirine, û navê gund û bajaran ji kurdî kirine erebî û farisî û tirkî.

Lê li hember van kiryarên dijimin, her demî viyana xebatkar û pêşmerge û şervanên Kurd bilindtir dibû, û ti carî eniyên şer ji qehremanên milet me vala nebûne, û piştgiriya doza Kurd û Kurdistan bi mal û can bûye taybetmendiyek ji yê miletê Kurd, di vê derbarê de nimûne jî pir in, ji wan kesên ku di vê berxwedana dirêj de dixwestin wek pêşmerge bi erkê xwe rabin û berevaniyê li milet û xaka welatê xwe bikin, sê xortên dilsoz ku ji Kurdistana başûrê rojava ne, bi vê serpêhatiyê wê yekê tekez dikin.

Yek ji wan hersê xorta birêz Mihemedê Ibrahîmê Cibra,îl e (Bavê Zinar)(2), ji bo berevaniyê di ber milet û xaka xwe de li Kurdistana başûr bikin, weha dibêje: “Xwdê jê xweş Isma,îlê Hisênê Sa,îdo ji gundê Tilcemanê bû, berî me bi pênc sala pêşmerge bû, ew bi raman û karê xwe nêzîkî partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû, rojekê wî ji hevalên min Evdelê Hecî Isma.îl yê ji gundê Tilcemanê ye, û Miradê Yûsif yê ji gundê Çalika ye û ji min re got: ez pêşmerge me, çaxê hûn bixwazin bi min re werin, ez ê we bibim Kurdistana başûr, û li cem Hisênê Hesenê Haco bibin pêşmerge, ew li wir dixwaze bibe serliq.”

Me daxwaza wî bi dilgermî erê kir û me got: “Ev Kurdistana me ye, û em xwedî doz û maf in, û em jî dixwazin wekû hemû miletên li vê cîhanê bibin xwediyê desthilatê di welatê xwe de”, ev bûn helwest û sedemên erêkirina me bo daxwaza wî.

Em her çar ji Kurdistana başûrê rojava û ji gundê Tilcemanê bi tirimbêlê çûn bajarê Dêrika Hemko, û ji wir em çûne Mezra ber avê û li mala Se,îdê Ebdê bûne mêvan, û me ji Se,îd xwest ku me derbasî wî aliyê avê bike.

Ewî bi Xelîl re yê ji gundê Riwîniyê ye axivî, ji bo me derbasî wî aliyê çemê Dicle bike.

Bi rêbertiya Xelîl me her çara li ser kevçûkê ava çemê mezin derbas kir, em gihiştin Kurdistana bakur û li gundê Riwîniyê bûn mêvanê mala Xelîl.

Adinî rojê Xelîl çû bajarê Cizîrê û ji me re tirimbêlek anî, û em pê çûne Silopiyê, ji Silopiyê jî em çûn gundekî li jora çiyê, em hîn li Kurdistana bakur in, Xelîl vedigere malê û em li gund dimînin.

Li wî gundî em gihiştin berpirsê pêşmergeyan, ew berpirsê ku navê wî Ehmed bû bi me re hat, û me li ser piyan ava çemê Hêzil derbas kir û guhiştin Kurdistana başûr.

Ji wir ta cîgehê pêşmergeyan nêzîkî nîv demjimêrê hebû, em gihiştin wî cîgehî û Ehmed vegeriya, lê em wê şevê li cem serqolê wê hêzê man.

Adinî rojê em birin cem birêz Bozê Ehmed (Bavê Elî), em ji wir jî çûn gundê Milerebê û wê şevê li mala berpirsekî pêşmergeyan bûn mêvan, û ji ber ku rewşa gundiya ya abûrî ne baş bû, em li nav gund belav kirin û her yek ji me wê şevê li malekê xew kir.

Adinî rojê me birin gundê Batûfê cem mêrekî ku navê wî Xalid

bû, roja din em gihiştin gundekî ku birêz Hisênê Hesenê Haco li wir bû.

Çawa Hisên me bi Isma,îl re dît, gazin ji Isma,îl kir û jêre got: “Dibe em di 11 avdarê (1970) de peymanekê bi recîma Ba.s re li Iraqê girê bidin, wa diyar e ku wê şer raweste, çima te ev xort bi xwe re anîne nav hêzên pêşmerge?”. Lê me jêre got: “Ev ne sûncê Isma,îl e, em bi dilê xwe hatine bibin pêşmege.”

Em heftiyekê li cem Hisên man, wî ji efser Miradê Şêxmûs xwest ku me bibe cem cîgehê birêz Esad Xoşewî, û dozê li Esad bike bo me tevî hêzên pêşmerge bike.

Ji wir em diçin gundê Çelkê ku cîgehê Esad Xoşewî li wir bû, li wir birêz mele Hemdo berpirsê parastinê bû, û birêz Mihemedê Eliyê Berwarî nivîskarê wî bû, me doz li Mele Hemdo kir, bo me tevî hêzên pêşmerge bikin, û ji ber ku mele Hemdo ji gundê Mistefawiyê bû (Kurdistana başûrê rojava), wî malbatên me bi dê û bav nas dikir.

Em nêzîkî hefteyekê li wir man, paşê ji me re gotin: “Wê birêz Esad Xoşewî hinek pirs ji we bike”.

Demjimêr deh berî nîvo hevalê min Evdela derbasî cem wî bû, ew nêzîkî bîst kêlîka ma û derket.

Min jê pirsî: “wî çi ji te re got? Evdela got: Ne ez jê tê gihiştim û ne ew ji min têgihişt, tenê min got, ez hatime Kurdistana başûr bibim pêşmerge û wî ji min re got, here!”

Hevalê min Mirad jî pir li cem nema, û Mirad ji min re got: “Heger tu baş jê tênegihiştî, jêre beje careke din dûbare bike”.

Bû dora min û Mirad gazî min kir û ez derbasî odeya wî bûm.

Li hindur ez li ser kevelekî berxan ku ew li ser kevirekî danîbûn, rûniştim, û ew li paş maseyekê û li ser kursiyan rûniştîbûn.

Esad Xoşewî ji min pirsî: “bo çî tu hatiye vê derê?”

_ Ez hatime bibim pêşmege, ji bo ez jî sînga xwe bidim ya dijmin û mafên miletê Kurd jê bistînim, û ji bo em jî wek hemû miletan li cîhanê bibin xwedî dewlet û serbilind û azad bijîn.

_Dê babo, di piştî te re wê malbata te bête ziyan û riswa kirin.

_Baş e, ma gelo te kengî dest bi şoreşê kiriyî?

_ Bo çî tu wilo ji min re dibejî, ev sih û pênc sal in me dest bi şoreşê kiriye.

_ Ji çaxê we dest bi vê şoreşê kiriye, ji wê çaxê ve em jî di bin sitemê de ne, recîma ba.is li Sûryeyê me gunehbar dike ku em hevalên we ne, me ji mafê me bêpar dikin û cûdabûneke pir mezin dixin nav me û Ereban de, nasnameyên me ji me sitandine, siyaseta erebkirinê li herêmên me dike, zimanê me qedexe dikin, ji hingê ve ji ber we ve, em dibin vê zor û sitemkariya wan de ne.

_ De babo,pêşmergetî nîne, û va 11 avdarê têt (1970) wê mafê me bidin me, û ez nikarim niha we bikim pêşmerge, herin cem Idrîsê Barzanî giliyê min bikin û jêre bibêjin Esad me nake pêşmerge.

_ Baş e, ka ji vir ta Galale li ser piyan çend kîlometir hene?

_ Çûn û hatin nêzîkî deh rojan e.

_Ji kerema xwe, ka kaxezekê bide me, em ê biçin wir.

_Na, ez kaxezê bo we nadim.

_Bê kaxez em jî naçin, dibe bi rê de hinek me bikujin, em weha destevala naçin.

_Na ez nadim.

_ Ez jî ne amademe bê kaxez herin.

_ De herin koçkê rûnên! Ta em karekî ji wer e bibînin, lê ez tifingê nadim we, heger hat û recîma Iraqê mafê me neprjirîne, wê çaxê em ê we tevî pêşmergeyan bikin.

_Tenê tifing û kuncilan bidin me û em tiştekî din ji we naxwazin.

Piştî vê axaftina dirêj bi Esad Xoşewî re, pirseke balkêş ji min kir, û bi wê dixwest girêdanên min bi partî û rêxistinên kurdî re nas bike, ji lewra wî ji min pirsî û got: „Mihemed te çi xwendiye?”

Ezbenî, ez ne xwendevan im, ez tenê zanim nav û imza xwe deynim.

_Tu evqas li vê koçkê bi min re axivî, ku dawî tu ne xwendevan bî, min ne bawer e.

Di vir de mele Hemdo ji Esad re got: Ezbenî, hingî Kurdên Kurdistana Sûriyê zor û sitemkarî ji destê wan recîman dîtine, ew bi dû karê kurdîtiyê de dikevin û di hest û xebata neteweyî de jîr in.

Careke din Esad ji me re got: “Bo xwe li koçkê rune”.

Ev hevdîtin û axaftina min û wî nêzîka demjimêrekê dirêj kir.

Paşê Esad ji mele Hemdo dipirse, û dixwaze jê nas bike, bê ka ev Mihemed bi kîjan alî re kar dike, gelo ew rastrew e (Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê), ya jî çepew e.

Piştî du rojan em li koçkê bû, hejmarek ji mêvana jî rûniştî bûn, kurê Hisênê Hesenê Haco û herdû hevalên min û Isma,îl Hisênê Sa.îdo jî amade ne.

Mele Hemdo berê xwe da min û got:” Mihemed.

_ Çiye?

_Te berê xwe daye vê Kuristanê û ez ê jî te pê sûnd bidim, ez ê pirsekê ji te bikim, lê divê tu bi rastî ji min re bêjî.

_ Ez û te bi tenê.

_Na, li vê derê.

_ Kerem bike, bêje, tu çi dixwazî pirs bikî.

_ Rastrew (Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê) li Sûriyeyê bêtir kar dikin, yan jî çeprew?

_ Rastrew bêtir ji çeprewan li Sûriyeyê kar dikin.

_ Wekî çi karî dikin?“

Li vir Isma.îl çav dida min, ku bi wê çavdanê ji min dixwest ez nerîna xwe nebêjim, ji ber ku li Kurdistana başûr hevalên partiya dîmoqrata Kurdistanê, ji hewesta hevalên partiya rastrew (Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê) ne razî bûn, û kar û helwesta wan bi kar û helwesta hevalên mamoste Ibrahîmê Ehmed û Mam Celalê Talabanî ve girê didan, û ji bo vê sedemê ji helwesta partiya pêşverû nerazî bûn.

Min di dilê xwe de got:“ez ê tiştekî rastî ji wan re bibêjim, ku serê min jî têde here“.

Bê ez paşve vegerim, min ji mele Hemdo re weha got: „Partiya rastew(Pêşverû) ji ya çepew bêtir kar dikin“.

_ Çawa?

_ Ew û desthilata Sûriyeyê dikevin nakokiyên helbijartinan de, ew kertên xwe belav dikin, herweha propagandayê ji berendamên xwe re bo helbijartinan dikin, û bi wî kar û xebata xwe dikevin bin zorê, lê tevî ku ew dizanin di van helbijartinan de dernakevin jî, ew karê xwe dikin, dema kêşeyek di nav Keyxwe û gundiyan de derdikeve, ew berî her kesî xwe didin kêleka gundiyan, ji bo mafê wan neyêt binpêkirin, herweha dema ku kêşeyeke civakî di nav gundiyan de derdikeve, berî her kesî rastew (Partiya pêşverû) nav wan xweş dikin û wan li hev tînin, rastrew ji çepewan bêtir van karan dikin, çeprew jî karnan dikin, lê ne wek rastrewan bi lez di nav milet û kar de ne.

Piştî min axaftina xwe bi dawî anî, mele Hemdo ji min re got: „Mihemed, tu rastrew î“.

_ Na, ezbenî, ez ne rastrew im.

_ Belê, tu rastrewî.

Wê çaxê ew gengeşî hate rawestandin, û hevalê min Evdelê hecî Isma,îl gote min: „Bi xwedê, te nema tifing dît“.

Min jêre got: „Ez ti xeman naxum, min ya rastî got, ev bawerî û nerînên min bûn“.

Piştî mele Hemdo ji Esad re dibêje ku Mihemed rastew e(Pêşverû), Esad Xoşewî şande dû me, çawa em gihiştin cem wî li koçkê, weha ji min re got:

„Mihemed, pêşmergetî nîne û ez we tev hêzên pêşmerge nakim“.

Min jî weha jêre got: „Çaxê hûn me nakin pêşmerge, em jî wê Kurdistana bi minet naxwazin“.

Esad ji mele Hemdo re got: “Mele Hemdo, her yek ji wan pênc dînaran bidê!”.

Min jêre got: “Va perê me bi me re ne, em perê te naxwazin”.

Piştî em ji cem deketin, deh dînar xistibûn bîrîka hevalê min Mirad de, Mirad hate riwê min û ji min re got: “Te ti kêmanî nekir, û te tiştê rast ji wan re got”.

Paşê em her sê û Miradê Şêxmûs hatin cem birêz Hisênê Hesenê Haco.

Mirad jêre got: “Mihemed ti kêmanî nekir û tiştê rastî ji wan re got, û dev ji bawerî û pirensîpên xwe berneda”.

Ji aliyê xwe ve Hisên ji min re got: “Mihemed niha neçe, kêfa min ji te re hatiye, li cem min tu pêşmerge yî, ez ê tifing û kuncilan jî bidim te, lê heger hevalên te bixwazin bela herin malên xwe”.

Rabû min jêre got: “Na, ez dev ji hevalên xwe benadim, û ew Kurdistana bi minet be min nave”.

Paşê em çûne bajarê Zaxo, û bi Îsayê Siwar e me cejna Nûrozê li wir pevre pîroz kir.

Em wê şevê li zaxo man, û biyanî em çûn gundê Tûsana, li wir bi alîkariya berpirsê gund em hesî heval li ser kelekê di çemê Dicle re derbasî vî aliyê avê bûn, û em çûn gundê Gozgîranê, piştre em çûn mala berpirsekî pêşmergeyan li gundê Şilikiyê, û ji wir em çûne gundê Girbalat, em şevekê li wir man û adinî rojê

em çûne malên xwe.

Ev çûn û hatina me nêzîkî çil roja dirêj kir.

Ez di van çil rojan de, carekê tenê nexweş ketim, û ez çûm cem bijîjk Şivan (Se,îd Qirmizî Toprax) yê ji Kurdistana bakur bû, û vê paşiyê bi alîkariya Mîta Tirk sekretêrê partiya dîmoqrata Kurdistan li Tirkiyê Se,îd Elçî û hemrêyê wî Mihemed Bekî û dîdevan Namiq li cîgehê Esad Xoşewî li herêma Badînan kuştin, ew li gundê Qemriyê û Çelkê li cîgehê Esad xoşewî dima.

Wî ji min pirsî: “tu ji kû yî?

Min jêre got: Ez ji Kurdistana Sûriyê me”.

1- Ev serpêhatî birêz Mihemedê Iberahîmê Cibra,îl di roja 11.06.2015 ji min re veguhestiye.

2- Mihemedê Iberahîmê Cibra,îl (Bavê Zinar), ji dayikbûn 1947a li gundê Tilcmanê, du caran ji aliyê partiya dîmoqrata pêşevrû ya Kurd li Sûriyê hatiye xelatkirin, carekê ji destê mamoste Hemîdê Derwêş û cara din ji destê mamoste Ehmed Silêman xelat wergirtiye.




Du wêneyên Mihemedê Iberahîmê Cibra,îl (Bavê Zinar), di 10.06.2015 hatine kişandin.

Bawerê Omerî
Bawere-Omeri@hotmail.com

05.07.2015


Print