2019-12-10
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
C E M A L Î
 
Bi Kubarî yan bi zordarî?
2015-08-14 15:05
C E M A L Î
Malûm e, em wek HAK-PAR ji bo çareseriya pirsa Kurd federalî dixwazin. Ev yek ji daxwazên me yên bingehîn e.

Hevalekî di medya civakî da (sosyal medya) li binê vê daxwazê nivisandiye, gotiye: “Heq nayê dayin, tê stendin Keko, evtişt bi kubarî nabe.”

Xwedê ji te razî be, hevalo, me ne dizanibû ku heq tê stendin, me wer zanibû ku zalim û zordest, bê westan û bê xebat, bi dilê xwe heq didine me (!) Lê em saya te da hîn bûn, zor spas!..

Dîsa jî me tiştek fêm nekir, gelo ji bo heq stendine ne lazim e ku tu berî hertiştî heqê xwe bixwazî? Em jî usa dikin, dibêjin ku heqê me ev in, ev in; divê hûn vana nas bikin…

Eger nas nekirin, eger heqê me nedan, emê ber xwe bidin. Rê-olaxên berxwedanê gelek in. Bi raya me, eger rê û îmkan hebe, berî hertiştî bi kubarî, ango bi riya siyasetê, bi rê olaxên aştîxwaz be, çêtir e. Eger ew nebû, yê himberê te rê-olaxên aştixwaz li ber te girt û li te zulim kir, hingê heqê te heye ku tu jî rê olaxên dinê bi kar bînî.

Lê xuya ye ev heval dijî rê olaxên aşitîxwaz e, dijî “kubarîyê” ye, tenê riya zorê nas dike.

Min jî li binê gotina wî evtişt nivîsand:

“Baş e, eger bi kubarÎ nabe, bi hişkî û nekubarî dibe? Va ye, bi destê hinan 30 sal e şer e, Gelê Kurd 50 hezar qurban dan di vî şerî da, 4 hezar gund şewitîn, xırab bûn û vala bûn; bi milyonan Kurdê me koç kir… Dawî çi bû, em hatin gihîştin kîderê? Li dawiyê ‘welatê miştêrek, milletê demokratik,’ filan fişmekan… Yek jî ‘Tirkiyebûn’ (Türkiyelileşme) û saya wê da xistina 80 mebûsan Meclisa Tirkiyê, her yek bi mieşekî 20 hezar lirayê Tirkiyê... Ev tişt bi rastî jî qezenceke mezin e, dibe ku tu rast dibêjî KEKO!”

* * *

Vê meselê hin tiştên dinê jî anîn bîra me. Wek gelek welatên şundamayî li Rojhilata Navîn jî ji bo çareserkirina pirsan xelk metodên medenî û demokratîk nizane. Zorê, ango ço ji her derdî ra derman dibîne.

Gelo jina te gotina te nekir, yan li himber te êtirazek kir, hema kulmê xwe li pozê wê dayne, bide ber pîhnan…

Gelo zarokan, çi li mal çi li mektebê, tiştek kirin ku li te xweş nehat, hema wan bidine ber sîlpaxan û çoyan. Perwerdeya herî baş ev e!

Gelo xelk tiştekî dixwaze ku li rêvebiran, ango li berpirsiyarên hukumet û dewletê şweş nayê, hema polêz û leşkerê xwe bajon ser wan, pozê wan bişkînin, çavê wan bitirsînin, da ku ew careke din newêrin dengê xwe derînin, heqê xwe bixwazin…

Lê dîroka mirovan û ewqas tecrubeya civakê nîşan dide ku ev metodên hanê, ango zor û zulm pirsan çareser nakin, lê girantir dikin.

Li welatên şundamayî ku aşitî û demokratî lê tune, xelkê bindest jî gelek caran usa difikirin, dibêjin bi kubarî nabe… Rê olaxên aşitîxwaz, riya siyasetê didin alîkî û hildikışin serê çiyan, yan dest davêjin ço û silehan, li kûçe û kolanan şer dikin. Ango dişibihin zalim û zordestên xwe.

Lê dîsa dîrok nîşan dide ku zor, ango ço û tifing, ger carina bi kar bê jî, tim têrê nake ji bo çareseriya pirsan. Carina jî neyarê te vî tiştî bi taybetî dixwaze û berê te dide çiyê.

Mirovên baqil û civakên gihîştî divê berî hertiştî bizanibin rê olaxên aştîxwaz bi kar bînin.

Eger wekî din rê nema ev tiştekî din e, hingê heqê te ye ku li himber zor û zulmê bi her awayî ber xwe bidî. Li himber hovên wek DAÎŞê, helbet kubarî nabe…

Kurdan jî di dîroka xwe da gelek caran ji bo azadî serî hildan, şer kirin û kes nikare bona vê yekê wan gunekar bike. Lê şer jî divê li gor siyaseteke rast be. Eger li pêşiyê yekî şaş, yan rêxistineke şaş hebe, dikare berxwedana gel bike rêyeke şaş û hêza gel telef bike.

Di dîroka Kurdan da evtişt jî heye û îro jî li ber çavan e…

14 Tebax, 2015
Print