2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Herî, kelpîç!
2015-09-28 16:56
Bawerê Omerî
Mirovan ji hezarê salan ve bi şêweyên cûr bi cûr, şûn û cîh û warên xwe li ser zemînê di nav ber û teht û çiya û deşt û newalan de ava dikirin, ji av û ax û pûş, herî, kelpîç û yarim çêdikirin, hosteyan bi wan alavên heyber mîna, bêr, mer, teneke, dewil, kevçî, tefşo, çakûç, tirazûyê (Zi,ibeq), ben û bilbil (Şaqûl) û bi alîkariya karkerên xwîn germ û can sivik, xanî û koçk û dîwar lêdikirin, di demên berê de û ta roja îro hosteyên pir jîr û navdar hebûn, hem endezyar bûn û hem jî karker bûn, û ew zû bi zû jî bi destê her kesî nediketin, carinan mirov ji bo xaniyek yan dîwarek ji xwe re ava bikra, bi mehan li benda hosteyekî avakirinê dima, ji ber ku hosteyan tenê karîbûn xanî û dîwarên bi rêk û pêk û xweşik ava bikin, xaniyên ku ne bi destê hosteyan bihatana avakirin, ji dûr ve rêzên kelpîçên wan yên xwaromaro xuya dikirin, ji lewra rola hosteyên zîrek û zana li ser hemû asteyên jiyanê di hemû çerxên dîrokî de giring e.

Li dor salên heftê û heyştêyî ji sedsala bîsta li gundên Kurdan yên dikevin navbera bajarê Qamişlê û Amûde de yên ku cîh û warê êla Boblaniya û Mêrsîniya û Gabara ye li herêma Cizîrê, hosteyekî pir jîr bi navê hoste Benik (Sofî Benik) hebû, gundiyan di derbarê wî de weha digotin: “Carekê Sofî Benik li gundekî xaniyekî avadike û benikê xwe li malê jibîr dike, çaxê ew benikö xwe nabîne, radibe doxîna şerwalê xwe vedike û dike benik û pê rêzên dîwarê xênî rast dike, ji wê çaxê ve gundiyan navê wî kirin hoste Benik (Sofî Benik), û dibêjin ku hoste Benik ji gundê Herem reş û Herê Şêxo ta bajarê Qamişlê û Amûdê bê dest Piskilête xwe dajot, û hineka li ser wî digotin, ku Sofî Benik piskilêt bê dest dajot û bi dengekî xweş stranên kurdî dilorandin û pêre jî riya xwe kur dikir”.

Di vir de gerek e, em ji bîr nekin, ku hosteyên ne pir jîr jî hene, lê cardî jî di nav civatê de navên wan hoste dimîne, bê çawa hosteyên avakirinê hene, her wisa hosteyên wêrankirinê jî hene.

Li Qamişloka paytext hoste Hecî û du sê karkerên din dîwarekî ji biloka lêdikin, piştî bi dawî dikin, di hewşê de xwediyê malê destê xwe davêje bêrîka xwe pera jê derdixîne ji bo bide hoste Hecî, ew pera dihejmêre û di bere jî sipasiya Hecî û hevalên wî dike, Hecî jî dilê xwedî xweş dike û jêre dibêje: “Xalo bi Xwedê ji bo te em gelekî bi vî dîware re westiya ne û me pir baş avakiriye, hîna ew pera didin dest hev, ji nişkave ew dîwar tevde diherife û têt xwarê, hoste Hecî û hevalên xwe kor poşman wê rojê bê pere vedgerin malê.

Lê gelo, dema ku encamên kar û avakirina avayiyekê ne bi rêk û pêk bin, û bi salan dirêj bikin ta ku bi dawî were, gunhê hoste ye, yan jî yên karkerên li ber destêd wî ne?

Rojekê dostekî min ku bi xwe efyonkêş e, weha serpêhatiyeke xwe li ber destê hosteyekî avakirina ji min re got: “Ez û çend hevalên din li Qamişloka paytext, me alîkariya hevalekî xwe dikir, em heft heyşt xort bûn, me herî û kelpîç û yarim û kêstek didan destê hoste, me demjimêrekê didoyan kar kir, bû dema bêhnvedanê, û ji bo rûmetgirtinê, hevalê min (Hîsef) rabû çixarên heşîşê ji me re peçan, û me jî têr serê xwe dagirt, hayê hoste jê tuneye ku me serê xwe dagirtiye û gerdon li ber çavên me li hev dizîvire, hevalêd min herî û kelpîçan didin destêd min û ez jî li ser mêrdewanê didim destê hoste, çend kêlîk derbas bûn, wê heşîşê baş serê me girt û me nema ber xwe didît, em sist bûne û nema tevger ji me çêdibe, yê hoste li ser dîwarê xanî bang dike û dibêje: “Herî!” Ez lê vedigerînim û ji hevalê di binya xwe re dibêjim: Herî! Ew jî ji yê din re dibêje Herî!, heya dighêje cem hevalê ku bêr di destê wî deye û heriyê dadigre (Hîsef), lê ji ber ku wê çixara heşîşê baş serê hevalê me girtiye, ew jî bang dike û dibêje herî! Lê ew nikare heriyê dagire”. Hoste cardî bang dike:” kelpîç!” Ez lê vedigerînim û ji hevalê di binya xwe re dibêjim: Kelpîç! hevalên din jî yek bi dû yê din de dibêjin kelpîç! Hevalê li ber kelpîçan rawestiyaye, ew jî bang dike û dibêje, Kelpîç! Lê ew ranahêje kelpîç, ji bo em bidin destê hoste, yê hoste bala xwe dayê ku nema kesek ji me xwe dilivîne û kar dike, rabû ji me re got: “Mala we nebe, mane hûn tev xort in, hey hawar! Ev deh car in, ez dibêjin herî, kelpîç! Kes ji we xwe naleqîne, ma çi bi we hatiye, ma hûn dixwazin ez dakevim herî û kelpîçan ji xwe re derxînim jor? Bavo, heger wilo be, meheke din jî avakirina vî xanî bi dawî nabe”, wê rojê hoste ji ser xanî daket û me dev ji kar berda“.

Ev serpêhatiya kurt nimûyek pir balkêş e, dema em wê di Kurdistana başûrê rojava de (Kurdistana Sûriyê), bi rewşa xebatê û rêzaniyê û civakê û welatparêziyê ve girêbidin.

Ji not salî ve û ta niha li vî beşî, pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, li ser milê xebatkarên Kurd barekî pir giran bû, pir hoste û xebatkarên zana û jîr li vî beşî ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê û avakirina sîstemek dîmoqrat û pêşketî di Sûriyeyê de xebitîne, lê pir mexapin ku gelek caran hevkarî di nav van bijarteyên pêkhatiyên li Sûriyeyê tunebûn, rikbera Kurdî heye, û armancên wê pir zelal in, lê lawaz e, rikbera erebî bê ser û ber e, û armancên wê ne zelal in, lê ew jî lawaz e, recîma Alba,is hemû benê hêzê di dest de ye, lê şer li hundir û hawîrdorê wê ye, kesayetiyên di nav civatê de naskirî ne û welatparêz in, mane bê nirx, kesên berî niha li hundir û derve peyayên ewleyiya recîmê bûn, îroj di nav civatê de xwe xistine şûna xebatkaran de, û her yek ji wan benekî dikşîne û bi navê rikbera Sûriyeyê diaxive, îro li hemû kolanê bajarên Sûriyeyê kuştin, malwêrankirin, talan, wundakirin heye, ji xwe her roj bi milyonan hevwelatî koçber dibin, di vê rewşa aloz û bêçare de, hemû pêkhatiyên li Sûriyeyê bêhêvî mane, belkî pirên wan nema dikarin helwestên rast û şaş ji nav hev derxînin, pirên wan bûne mîna mirovên nexweş û benckirî, nema tevger ji wan çêdibe, gerdon li dora wan digere, baweriya wan nema bi kesekî têt, ew tenê dibin qurbana vî şerî, dewletên li herêmê deng ji wan nayê, dewletên mezin bazirganiya xwe bi vî şerî dikin, û dewletên misilman ne dîn ne îman (Ne ol û ne bawerî).

Lê gelo hosteyên ku dikarin vî şerî li Sûriyeyê û li Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) bi dawî bînin hene yan na?

Di nerîna min de ev hoste pir in, lê yên bi wan re kar dikin, mîna wa karkerên me yên heşîş kişandibûn û nema karîbûn xwe bilivînin.

Hosteyên me bang dikin û dibêjin:“Werin! Em li hev rûnên û çareseriyekê ji bo rawestandina vî şerî bibînin”. Em bîst û sê milyon hevwlatiyên Sûriyeyê hemû bi dû de dibêjin: Werin! Em li hev rûnên û çareseriyekê ji bo rawestandina vî şerî bibînin, lê heya dighêje yê dawî, ew jî wek me tevan vê daxwazê dûbare dike, lê ne ew û ne yên din ji cihê xwe jî ranabin û wî karî nakin.

Hoste bang dikin û dibêjin: “Werin! Em herêma xwe biparêsin û çareseriyeke siyasî ji van kêşe û qeyranan re li Sûriyeyê bibînin”. Em bîst û sê milyon hevwlatiyên Sûriyeyê hemû bi dû de dibêjin: Werin! Em herêma xwe biparêsin,… lê heya dighêje yê dawî kesek ji me ji cihê xwe ranabe û naçe wê herêmê naparêse û ji wê çareseriya siyasî re jî naxebite.

Hoste bang dike û dibêje: “Werin! Em alîkariya hevwelatiyên xwe bikin”. Em bîst û sê milyon hevwlatiyên Sûriyeyê hemû bi dû de dibêjin: Werin! em alîkariya hevwelatiyên xwe bikin, lê heya dighêje yê dawî ew jî pişta hustê xwe dixwirîne û ti tevger jê çênabe.

Hoste bang dike û dibêje: “Werin! Em çareyekê û sînorekî ji vê koçberiyê re li herêma Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) deynin, Kurdistana me ji Kurdan vala dibe, û şûna wan Ereb lê niştecî dibin“. Em çar milyon Kurd gotina wî dûbare dikin û dibêjin: Werin! Em çareyekê û sînorekî ji vê koçberiyê re li herêma Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) deynin, û….. lê heya dighêje yê dawî ev daxwaz dibe mîna stranekê hevawaziya wê li ber guhê me tevan xweş tê bihîstin, lê ji ber ku gerdon li serê me geriyaye û em tev mîna wan heyşt hevalan serê me hatine dagirtin, em ji cihê xwe jî nalebitin, û sed carî mexapin ku em roja îro ne li dê û bavên xwe û ne jî li welatê xwe xwedî derdikevin.

Li gor vê rewşa ku em têde bi sergiranî û sergêjî dijîn, hosteyên me jî gelek caran bê çare dimînin, û dem jî zû derbas dibe, lê karker û hoste nikarin erk û karên xwe di dema guncaw de pêk bibînin, ji lewra ew bi dengê bilind bang dikin, ji bo karê xwe bi dawî binînin û dibêjin: „De werin! Em pev re van avayiyan ser rast bikin, de werin! Em ê nûjeniyê ji we re biafirînin, em ê we ji vê rewşa wêran rizgar bikin, Werin! ji bo ku gul û gulistanên me timî geş bimînin, gereg e em careke din wan av bidin“. Û dawî jî bi dengekî herî bilind bang li karkeran dikin û dibêjin: „Herî, kelpîç!“ Lê Hîsefê efyonkêş serî giran kiriye, ew ne heriyê û ne jî kelpîçan nade destê hoste, û bi dû hoste de dibêje:“ He he he he, her her her her, herî herî herî herî, ke ke ke ke, kel kel kel kel, kelpî kelpî kelpî kelpî, kelpîç kelpîç kelpîç kelpîç“.

Lê hosteyên jîr û zana di her demê de dikarin jîrbûna xwe bikar bînin û dikarin kar û civat û miletê xwe ji kêşe û astengiyan rizgar bikin.

Bawere-Omeri@hotmail.com
Print