2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şoreşên Cegerxwîn
2015-10-18 12:45
Bawerê Omerî
Ev sê sal in, cîhan dikeve sedsala bîsta de, miletê Kurd jî mîna gelek miletan li cîhanê û rojhilata navîn çarenûsa wî ne diyar e, di nav wan nakokî û bêgumaniya ademîzadan de, xwezaya Kurdistanê li gundê Hesarê ji nûve xwe vedijîne û kurekî dide malbateke Kurd, bi hatina wî re bextiyarî û şadî dikeve nav wê malê de, ew kur di nav civateke paşdemayî de mezin dibe, di wê demê de dirûvên nexweşî, nezanî, nelihevî, bindestî, koletî, bêparî û belengaziyê bûne navnîşana wê civatê, ango dest û ling û hişmendiya mirovên Kurd bi zencîrên rizyayî hatibûn girêdan, di bin nîrê wê rewşa dijwar de divabû guhertinek bête kirin, ji lewra ew guhertin erkê xortekî bawermend û zana ye, wî xortî berê xwe da xwendinê û li dijî wê rewşa paşketî ya ku li nav civaka Kurd hebû, şoreşeke civakî li dar xist, bi dilekî germ û bi hişekî vekirî li dijî kiryar û nexweşiyên wê civakê rawestiya, ew berûvajî hemû heval û hevdemên xwe bi mêranî hewil dida ku wê zencîra çerxên rizyayî biqetîne, û xwest wê civakê derbasî qûnaxeke pêşketî û nûjen bike, ew gava han di nav civaka Kurdî de şoreşa Cegerxwîn ya pêşî bû.

Ew gava pêşî deriyekî fireh li ber Cegerxwîn vedike, û dema dibe şagirtekî olî, û bi gera xwe li nav gund û bajar û deşt û çiyayên Kurdistanê pisporiyeke taybet ji xwe re kom dike, wê çaxê bi çavên serê xwe dibîne bê miletê wî ketiye çi bobelatê de, ma gelo hedana mirovê jîr û zana têt, dema miletê wî di nav şevreşê de bijî, û dema oldar bazirganiyê bi olan bikin, û berpirsên milet bi bêbextî û derew û bi sextekariyê miletê xwe li paş bihêlin, û tenê berjewendiyên xwe biparêsin, di wê şevreşê de miletê Kurd pêdiviya wî bi jîr û zanayekî mîna Cegerxwîn hebû, ji lewra ew şaş û cibeyê ji serê xwe davêje û berê xwe û şagirtên xwe dide zanistên nû, û sînorê di nav zanebûn û nezaniyê de hildiweşîne, û li dijî wan older û berpirsan bi nivîsandin û ramanên nû û bi helbestên xwe şoreşekê li dar dixe, û bi dijwarî şerê wan zîndîlokan dike, û wan mîna dijminê hundir dibîne, û di wî şerî de jî bi ser dikeve, ew gav jî dibe şoreşa Cegerxwîn ya dudiyan.

Ji wê gava dudiya Cegerxwîn derbasî nav kar û xebata rêzanî dibe, di wê demê de rêzan û xebatkarên Kurd belawela ne, şoreş lidar in, bijarteyên miletê Kurd hewil didin lihevgihandinekê pevre çêbikin, ji lewra dest bi avakirina komele û rêxistin û partiyan dikin, Cegerxwîn jî bi mal û canê xwe di nav wan de kar dike,

Di xwepêşandanan de û li nav kolanên gund û bajarên Kurda gotar û helbestên xwe dixwîne, dengê daxwaz û wate û bêjeyên helbestên wî dighêje nav dilê dagirker û dijmînê miletê Kurd, dilê wan ji ber peyv û wateyên helbestên wî dilerizin, ew helbest bi wate û hêza xwe dibin pişt ji şoreşên Kurdistanê re, ew doza mafên miletê Kurd û yên hemû miletên bindest dike, û azadî û serxwebûna Kurdistanê dixwaze, li dijî şer û cengê aştiyê dixwaze, dixwaze milet wî ji bin destê sitemkaran rizgar bibe û mîna hemû miletên li cîhanê di welatê xwe de bibe desthilatdar, wî bawer dikir ku hevkariya di nav miletan de merc û bingeheke di rizgarkirina wan de, ewî al û sînor û gund û bajarê Kurdistanê bi milet dide naskirin, çîrok û dîrok û çand û huner û qewat û xaknîgariya Kurdistanê bi milet dide naskirin, bandora helbest û nivîsandin û hawar û bîr û baweriyên wî dighêjin pênc parçeyên Kurdistanê, bê westan xebata rêzanî û rêxistinî û rewşenbîrî û komelayetî di nav milet de dike, ji ber wê xebatê jî bi dehê caran dikeve zindanên reş û tarî de, desthilat û recîman bi zindankirina wî dixwestin wî dûrî karê rêzanî bikin, ji ber ku wî serê wan dêşand, lê wan tucaran nikarîbûn agirê vê şoreşa netewî di dilê Cegerxwînê dilsoz de vemrînin.

Cegerxwînê xebatkar û helbestvan didît ku heya şoreşeke netewî bi ser keve, pêdiviya wê bi gelek bend û mercên serkeftinê ve heye, yek jê pêşketina civakê di warê çandinî, pîşesazî, perwerdeyî, û zanistiyê deye, û ya din jî asta hestê netewî li nav wî miletî ye, ji lewra dema carekê Cegerxwîn û bavê min (Tewfîqê Hebîsî) ji bazara bajarê Qamişloka paytext vedgerin malê, li ser rêka Amûdê ew dibînin ku hesinker Hisênê Hecî Sadûn li dikana xwe textekî hesin pelçîm dike, Seyda lê temaşe dike û dibêje:”Miletê Kurd nema wunda dibe, madem pîşesazî kete destê wî de, ew ê karibe bijî û bibe xwedî dewlet, Kurd nema bi paş de vedgere, ev pîşesazî nîşana pêşketina wî ye”. Cegerxwînê dil mezin û hiş çalak bi pereyên xwe pirtûk û pênûsan dikire û li dibistanên gunda bê pere dide mamosteyan, ji bo zarokên Kurda fêrî zanist û perwerdeya nû bibin, ev nerîn û xebat û kar di helbestên wî de jî dighijtin destê milet, û ew jî şoreşek ji şoreşên zanistî yên Cegerxwîn bû.

Evîn û evîndarî Cegerxwîn dikir, dîlekî dildar, sipehîbûn, bedewî, qeşengî û xweşikbûna yara wî, ew kiribû dildarekî bar giran, evîndara wî Kurdistana wî bû, û Kurdistana wî jî evîndara wî bû, wî dilê xwe bi jînê xweş dikir, û dixwest ew û evîndara xwe li nav mêrg û deşt û çiya û dahil û bexçeyên welatê xwe bi serbestî û şadî hevdû bievînin, û dildariya wan li gor yasaya xwezayê be, Cegerxwîn dixwest di evînê de jin û mêr azad bin, ji lewra wî ne tenê di helbestê de giringî dida azadiya jinê, lê belê, wî di civat û semînaran de jî gotarên xwe di derbarê mafê jinê de pêşkêş dikir, ji bo jin bixwîne û xwe ji bin darê zorê derxîne, û di nava civaka Kurdî de hevbeşê kar û xebatê û xwedî maf be, ew xwediyê wê baweriyê bû, ku kilîta wê pêşketinê jî tenê xwendin e û bê misogerkirina mafê jinê û perwerdekirina wê, tucaran pêşketin di civakê de çênabe, û gerek e jin û mêr pevre ji bo rizgarkirina welatê xwe xebatê bikin, wê çaxê rizgarkirin û serkeftina welatan jî nêzîk dibe, destpakî û ramanên bê sînor û navtêdan di helbest û nivîsandinên Cegerxwîn de ji bo pêşketin û bidestxistina mafê jinê, bû şoreşek ji bo berxwedana jina Kurd li seranserî Kurdistanê.

Her malikek ji helbestên wî şoreşek e, her helbesteke wî pirojeyê şoreşekê ye, her dîwaneka wî banga şoreşekê ye, zimanê wî yê xwerû û pirtûkên wî şoreşên nûjen in, û hawar û bangên wî wergera şoreşa netewî ya sedsala bîsta bû, ya ku helbestvan û hozanvanê mezin Ehmedê Xanî berî sêsed salî agirê wê di nav gelê Kurd de vêxistibû, kesayetiya seydayê Cegerxwîn bi xwe û navê xwe jî şoreşên Kurdî ne.

Bawere-Omeri@hotmail.com
Print