2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Sîx bibire!
2015-12-13 21:21
Bawerê Omerî
Ji şeş sala ve û ta roja îro rojhilata navîn û bakurê Efrîqayê ketine nav tevlihevî û nakokî û şer û cengên giran de, sedem jî ew e, ku desthilatdarên van dewletan ji bilî dewleta Isra,îlê, bi sitemkarî û bi rêvebiriya xwe ya çewt, dewlet û milet ji maf û azadî û geşepêdan û weberhênan û pêşketinê bê par hiştibûn, hemû aliyên van nakokiyan di van şeş salan de kaxezên kevn û nû danîne ser masa sedsala bîst û yekê, tolhildana berî sed û hezarê sala ji hev hiltînin, her tîre û miletek li van herêman dixwazin berevaniyê di ber mafê xwe de bikin, herweha ev rejîmên li van dewletan jî berevaniyê di ber desthilat û cih û berjewendiyên xwe de dikin, hin kom jî hene tenê doza kursî û desthilatdariyê dikin, ji ber ku di pirojeyên wan de pirsa maf û azadiya miletan tuneye, ji lewra min di destpêka van nakokiyan de digot, şoreşên bê piroje û xwendin û amadekirin, ne şoreş in, şoreş bi dehê sala dirêj dikin ta ku bighêjin armancên xwe, careke din ez dibêjim, ev ne şoreş bûn, ev berxwedan û serhiladan in, li dijî tepeserkirin û sitemkarî û ne wekhevî û bêpariyê.

Ta demeke kurt tenê du aliyên van nakokiyan hebûn, yek milet bû, û yê din jî rejîm bû.

Piştî ku agir bi herdû aliya ket û tiliyêd destêt wan hêdî hedî dişewitîn, gelek ji pispor û şirovekar û rêzanvanan digotin: “ Yê ku kare vî agirî vemrîne tenê dewletên mezin û xwedî çek û leşker in, ew tenê dikarin me ji van rejîmên sitemkar rizgar bikin”. Lê ez bi xwe ne bi vê nerînê re bûm, ji ber ku ev dewletên mezin tucaran piştgiriya maf û doza van miletan ji xwe re nekiribûn piroje, tenê ew hevalbendên rejîman bûn, û kengî rahijtin û guhertina rejîmekê dan be çavên xwe û berjewendiya wan wilo xwest, wê çaxê xwe dikin xwedî û bavê belengaz û bindestan.

Di van pênc şeş sala de tenê me soz û fort ji van dewletên mezin bihîstiye, lê çareyên aştiyane û avakirina baweriyê di nav herdû aliyê nakokiyê de ji bo lihevkirinê di gotarên wan de tunene.

Di dawiyê de ji du aliya bûn sisê, ji sisiya bûn deh, ji deha bûn sîh, ji sîhî bû sed, ji sedî bûn sêsed, ji sêsedî bûn hezar, ji hezarî bûn sê hezar û ji van hemiyan dewletek hate avakirin, navê kirin dewleta Islamî.
Bi avakirin û ragihandina vê dewletê re, zana û nezanên herçar parçeyên cîhanê mîna balindyên Elbabîl û leşkerên kesnedî bûn xwediyên vê dewletê. Ev dewlet bi saw û tirsa xwe bû mîna Ejdehayê çil serî yê herî mezin li cîhanê, her endamek ji vê dewletê bi tawankariya xwe mîna serserî Baba Hesen ne (Elîmam Elî bin Ebî Talib), bê pirs û bê hejmar serê mirovên bêguneh jê dikin, di nav avê û agir de wan qir dikin, û bi têwerkirina keviran wan dikujin, û wan di bin çal û kocalan de vedişêrin, bi hatina van gura re rastiya olekê hate xuyanîkirin, ku ev ol bê xwedî ye, û yên ev dewleta Islamî avakirine, ew tenê xwediyên vê olê ne, û bi hatina van jî zana û bîrmendên vê olê li cîhanê hatin hetikandin.

Di encama van pêc şeş salan de, şoreşên rûmet û azadiyê bi dolar û dînar û euro û kaxezan li ser maseyên bazirganiyê bi erzanî hatin firotin, di ber vê şorerşê de pêşî dest hatin şewitandin, paşê serî hatin jêkirin, avayî hatin bombedûmankirin, ta ku agir gihijte bejin û bala biçûk û mezinan, leşker û bajarvanî, hişk û ter jî pevre hatin şewitand.

Di bin vê dîmenê de rejîm û miletên van navçeyan ketin nav bobelateke mezin û bê çare de, ta roja îro herdû alî dikin hawar û dixwazin jê rizgar bibin, lê çareserî nema di destê herdû aliya deye, dora wan bûye dojeh, û delîvên bazdanê jî nema hene.

Rewşa herî wêran di Sûriyê û Iraqê de ye, hêzek derbas dibe û yek jê dikşe, bêyî ku rejîmê van herdû dewletan nerîneke xwe li ser van destêwerdanan bidin, vê rewşê Xwedê jê xwe Seidê Mihemedê Oso anî bîra min, carekê yekî jê pirsî:” Seîd ez dixwazim têkevim koma we ya dîlanê de, tu çi dbêjî?” Seîd lê vedigerîne û weha jêre dibêje:” Hima Xêro derket û tu ketê.”

Di vê rewşa aloz de, gelo kî dikare xwe ji nav vî agirî rizgar bike, û rahêje kilîta çareseriyê û agirê vî şerî vemrîne? Ji bo ku em derbasî qûnaxa aştî û aramî û avakirinê bibin.

Di dawiya salên heftêyî de ji sedsala bîsta, demjimêr heftê biyanî ez û hevalên xwe yên şagirt diçin dibistanê, bi rê de em pêrgî hevalekî xwe hatin, piştî silavan me jê pirsî: Ha Şerîf, tê vê biyaniyê bi kû de herî?

_ Ez li pirojeya avayiyên nû di navbera gundê Hilko û tara Zenda de dirim koncalan dikolim, di paydoza dibistanê de hûn jî dikarin bi me re kar bikin.

Piştî mehekê, paydozê dest pêkir, ez û du hevalên xwe çûn nav wan avahiyan, me hevalin din jî li wir dîtin, û Şerîf weha ji me re got: „Hûn dikarin vê koncala min bikolin, min mitro û şêt santîm jê kolaye, tenê çil santîm jêre maye ku bibe du mitro, heger we temam kir, vî SÎXÊ du metro derbasî xwarê wê bikin, ku sîx hemû derbas bû, wê çaxê koncal temam dibe, paşê ez ê çil û pênc kaxezên Sûriyê bidme we”.

Em pêre li hev hatin, lê me hîn tucaran koncal nekolane, li gor şîreta Şerîf û heval û karkerên li wir, gerek e em avê berdin binê koncalê, ji bo axa wê nerm bibe û kolana wê jî hesantir bibe, lê ji ber ku em ne şarezayê wî karî bûn, me bêtir av berdida ser dîwarê wê, paşê me dev ji wir berdida û em diçûn tara Zenda û me di xerafa Rizgo de avjenî dikir.

Piştî demjimêrekê dudo em vedigeriyan ser karê xwe, hevalê min Merwan dadiket binê koncalê û ew axa ku ji dîwarê wê hatibû xwarê derdixist, û dûra min bi qazme qorek ji xwarê wê dikola, û ji ber ku binê wê pir hişk bû û kolana wê pir zor bû, careke din me av berdida binya wê ji bo axa wê nerm bibe, û cardî jî me av li dîwarê wê dikir, û em diçûn nav ava xerafa Rizgo avjeniyê.

Piştî me têr avjenî dikir, em vedigeriyan ser karê xwe, me cardî ew heriya li binê koncalê derdixist jor û hinekî dikola, û paşê me sîx berdida binê wê, li gor pîvana sîxê du metro di wê roja pêşî de, tenê me ji sê santîma ta pênc satîmetran kolabû, ango koncala me hîn wek xwe maye.

Ew roj derbas bû, roja dudiya me careke din bi wî şêweyî kar kir, lê berhem tunebû, roja sisiya jî wek roja pêşî bê berhem bû.

Li gor dirêjbûna SÎX ta roja çara me ji deh ta bîst santîmetira kolabû, lê hîn bîst santîmetroyên din mane, karker û hevalên me yên din nêzîkî me koncalên du metro kûr û metro û nîvek pan di du rojan de kolana wa temam dikirin, lê ji ber ku em ne şarezayê wî karî bûn, me serê xwe xistibû nav bobelateke mezin de, û me nema Karîbû xwe jê rizgar bikin, li ser vê derengbûna karê me, ez û hevalê xwe Merwan ketin gengeşiyeke dirêj de, dawî min jêre got: Ya baş ew e, ku em SÎX bibirin, tu dibê çî?

- Yaw wê bi me bihisin, ê min tu pîşê min pê tuneye.

- Baş e, ka bi min re were! Ez ê SÎX bibirim.

Me SÎX bir ber hesinbir û min ji Merwan re got: bibir!

Me bîst santîmetir ji six birî, paşê em hatin ber koncalê, me dî hosteyê dartiraş û şagirtek pêre hatin nêzîkî koncala me, wî li rewşa koncalê pirsî, û min sîx daxist xwarê, sîx tevde derbasî koncalê bû, hoste got: De baş e hinekî din dora wê rast bikin, û herin koncalekê din bikolin.

Hosteyê dartiraş bala xwe neda dirêjbûna sîx, lê şagirtê wî Mihemedê qut metroya pîvanê ji ber xwe derxist û sîx pîva, û ji hoste re got: „Hoste, ev ne ew sîxê du metroye.

Hoste lê vegerand û got: „Tişt nabe, bera hinekî din binya koncalê paqij bikin, û bes e! Ev îro çar roj in dikolin, bera herin koncalek din bikolin.

Bi birîna wî sîxî û bi gotina hoste em ji wê bobelatê rizgar bûn, û paşê me li wir dest bi karê ser cebala û girêdana hesin û dartiraşiyê û lêkirina bilok û kelpîça û seyandina dîwaran kir, ew birîna wî sîxî dergeheke nû li pêşiya me vekir, û em derbasî nav cîhana avayiyê kirin, û paşê me dikarîbû bi şarezayî û hesanî wan karan bikin.

Vêca her mirovek, yan komelak, ya dezgehek, yan partiyek, ya jî dewletek bixwaze miletên li Rojhilata navîn û bakurê Efrîqyayê ji van bobelatên mezin û aloz rizgar bike, gerek e wek min û hevalê min Merwan SÎX bibirin, ji bo em karibin dawiyê li vê wêrankirin û kuştinê bînin, û ji bo ku paşê miletên wan welatan derbasî qûna avakirin û geşepêdan û weberhênan û karê pîşesazî û zanistiyê bibin, bes tenê pêdiviya wan bi yekî heye ku SÎX bibire.

Bawerê Omerî
Bawere-Omeri@hotmail.com


Print