2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Rênas Sütcü
 
Çend gotin û nêrinek
2016-01-15 20:07
Rênas Sütcü
Van rojên dawîye bi hinek hevalan va ketim nav devjenîyekê. Heval min baş nas dikin dizanin ku dîtina ez rast dibînim, pê bawer im diparêzim heta dawîyê. Bîr û bawariya me ne bîr û baweriyeke du rojan e. Ev 32 sal in ku di nav refên Rîya Azadiyê da kardikim. Ji bo min ev rêyeke rast û ceribandî ye, herdem xwedîyê dîtinên rast û bi îstikrar bûye heta îro.

Hin mirovên xwe nenas îro derketine meydana siyasetê dixwazin berê wê xeta sîyasî bidin alîyekî din. Mixabin hinek kesên ku baweriya xwe bi van tînin, bi zmanekî tund û êrişkar me diêşînin. Li alîyekî keda 32 salan û bir û baweriyeke xurt û aliyekî va ji ber mirovên durû û kirinên wan ên qirêj û gemar, bêhna mirov teng dibe. Ji xwe Partiya Sosyalist wexta xwe da êndamitîya hemû êndamên xwe qut kiribû, ji bo endametiyê dîsan bang li endamên xwe kiribû. Lê gelek kesên ku bi dehsalan endam bûn, nexwestin dîsa bibin endam. Ev neh salin ku geleka ji van kesan bi 2 qurişan alîkariya PSK nebûn e. Dest ji kar berdan û hinekan çûn raya xwe dan Hdp e. Evqas dûrketin ji Partiya Sosyalist. Lê îro çi hîkmet e nizanim ev kes bûn PSK”yî ji nişkeva. Li kijan çîyayî gûr miriye nizanim.

Mirov dikare bîr û baweriya xwe biguherin e, li rîyaka din bigere ev tişt normal e. Lêbele eger mirov êdî derewan bike. Ev ne normal e. Dibêjin ”lingê derewan kurt in”. Bi dek û dolaban mirov nagihîjê tu deran. Bîr û baweriya me îro bi HAK-PAR (Partiya Maf û Azadiyan) ra dimeşe. Boy min HAK-PAR Rîya Azadiyê ye ku bi hezaran mirov pê bawer in. Çi li welat çi li dervayî welat her diçe HAK-PAR xurttir dibe. HAK-PAR îro rê li ber rizgarbûna welêt vedike û her diçe di nav ciwanên Kurd da şax dide.

Her partiyek îdeologek yan jî îdologên xwe heye, ku rîya partiyê ew nişan didin/dide. Îdolog e yê ku pirs û problemên gel dide nasîn, rêya siyasî nîşan dide, dema endam bi dîtin û stratejîya partîyê bînin, bi baweriyek xurt bi kesê îdolog ra tên girêdan. Ew dibe rêber. Bi rêberiya wî endamên partiye serbilind in. Em jî wisan e. Birêz Kek Kemal Burkay jî bo Rîya Azadî rêber e. Herkes nikare bibe rêber. Dibe ku hinek kes bibin serok an sekreter lê ev ne vê manê ku ev dibin rêber. Rêberî dûrbîn e. Rêberî zanistî ye. Rêberî bawerî û îstîkrar e.

Ev çend rojin li ser medyaya sosyal hinek kes wek gûrên har dev davêjin rêberiya birêz Kemal Burkay. Ez dibejim hûn kî ne. De herin bibin şirîkê kes û kesan. Carcaran dibêjin Burkay xeta me sor e. Ma hûn herkesî mîna xwe ehmaq dibînin. Ji meriv dipirsin ”ev çi xeta sor e?” Bila hinek hişê xwe bînin serî xwe. Vîjdanêmirov rê nade. Kada 41 salî boy Rîya Azadî” neyê înkarkirin û mîrasê wê neyê talankirin.


Print