2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Necla Çamlibel
 
Komkujîya sê jinên kurda
2013-01-10 22:48
Necla Çamlibel
Jinen Kurd şîn nekin, reş girê nedin

Hewar hewar hewar!

Xûnxar têr nabin.

Zarok, jin, kal, pîrekên me tên kuştin.

Heta kîngê?

Ev elem û keder, bes nin e?

Ev zilm û zordestî bes nîn e?

Rewşenbîr û rêvebirên me tên kuştin.

Pir û şexên me tên kuştin.

Hewar hewar hewar!

Jinên me tên kuştin.

Dersim, Pîran, Koçgirî, Agirî,

Çemên Kurdistanê bi salan xwîn kişîya ye.

Niha jî li Ewrûpê da xwîna me hat rijandin.

Di Parîsê da, komkujîya jinên Kurda pêkhat.

Hovîtîyek usa kê dîtîye, kê bihîstiye?

Ev çi bêbextîye çi rûreşîye?

Navê wan çi nin, çi difikirin, çi dixwazin danin alîkî.

Sê jinên kurd, bêbextî hatin kuştin.

Kijan dewlet, kijan rêxistin, kîjan mirov ev bêbextîyek, hovîtîyek usa dike.

Miletê Kurd ji sê sed salan virda, jibo azadî û serfirazîya welatê xwe kar û xebat kirine. Bi jin û zar û xort û kalên xwe rabûne ser pîyan. Bi avaz û qelem û çekên xwe, li pêşberên dijminan serî hildane.

Lê mixabin em hê jî negihiştine armanca xwe. Hê jî di bin zor û zulmek xeter da dijîn. Êdî bes e, êdî beseeee...

Ger em yekitîyek netewî ava nekin, berjivendîya milletê Kurd, daneynin pêşîya berjivendîyen malbatên, eşîrên, rêxistinên, serokên, îdeolojîyên, ol û mezhebên xwe, em nikarin bin nîrên dijminan xilas bibin.

Kurdno! Bêdeng nemînin. wa bêbextîyê şermeze bikin. Suçdar, bavê wa be jî, dij derkevin. Pêsira wan bigrin. Ji wan hesap bipirsin û mehkum bikin.

Ez ser navê xwe dibejim, Bila serê jinen kurda sax be. Serê malbat û dostên Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Sönmezê sax be. Kedera wan yê me ye jî.

Ez, tevkujîya sê jinên Kurda, tu car qebûl nakim. Ez bangê tev jinên Kurda dikim şîn nekin, reş girê nedin. Jibo azadî û serfirazî û bextewarî ya Kurd û Kurdistanê berxwe bidin. Hê zêde kar û xebat bikin, da ku em bi hev ra bighêjin jîyanek azad, dewlemend û beştewar.

Bijî Kurdistan, bijî tekoşîna miletê Kurd.


Print