2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
PIRTȖKA ŞȊXADȊ
2016-04-26 20:48
Eskerê Boyik
Berhemeke giranbiha ji alyê Navenda Lêkolînên Ȇzdinasiyê hate capkirin.Pirtȗkê da gotarên êzdînasên eyan Pîr Xidir Silêman, Pîr Dîma, Şewqî Şemo Ȋssa ȗ Mîrza Şêx Silêman ciyê xwe girtin e, kîjan Konfêransa zanestî ya Navenda Lêkolînên Ȇzdinasiyê da hatibȗn pêşkêskirin. (Mala Ȇzdiyan Oldenburg)

Pirtȗk ji bo çapê hazir kirye ȗ pêşgotin nivîsiyê serokê Navendê dok. Eskerê Boyîk.



Pêşgotinê em diyarî xwendevana dikin:

Pêşgotin

Dr. Eskerê Boyîk
Serokê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê


Ji pey kirîz ȗ hilweşîna sazîmana sosyalîzmê, hewaskarî berbi dîndariyê, îdîalîzmê mezin bȗ. Berê zanyaran kete berbi şirovekirin ȗ ronîkirina bîr-bawarî, dogmên oldariyê. Ezdiyatî jî, ku bi sebebên eşkere, bi dewrana di ware ronîkirina bîrȗbawariyan da ji guhdariyê der mabȗ bȗ ciyê lêkolînên zana ȗ nezana. Tunebȗna bingeheke têologiyê di ware ronîkirina pirînsîp ȗ dogmeyên vê bawaryê, rast tênegihîştina naveroka têkstên olî, nezaniya îdêalîzmê ȗ têologiyê hinek nivîskar, lêkolînvan, heta dîndar jî kirne nava xeletyan, şaşyan.

Piştî sedsala 13 an heya nîvê sedsala 20 an ji dest zordestî, zulm ȗ neyartiya gelên dora xwe, civak ȗ olên deshiletdar, fermanên qetil ȗ komkujiyan civaka êzdî çiqas karibȗye bîr ȗ bawaryên xwe, sira ola xwe ji der doran veşartî xweyî kir, heta xwendin-nivîsar jî xwe herimand, amintiya xwe kesî nanî, nehîşt têkstên olî jî ji singe kalemêr ȗ oldaran bêne nivîsar, bikevin destê biyanyan. Bo wê jî çiqas jî ev bawarî kevnar e, dîroka wê ji kûraya dewrana tê, bi bûyarên tiragîk û dijwer dagertiye, lê derheqa wê bawariyê çevkaniyên kevin yên nivîskî ku ciyê bawariyê bin kêm in, lêkolînên pêwîst pir hindik in.

Neyartiya xurte dijî vê civakê nehîştiye ku Ȇzdî bi xwe, bi serbestî sur ȗ sere ola xwe dîhar bikin, xwe eyankin. Çavkaniyên hîmlî yê nivîskarên ereb in ew jî payê pirê oldarê îslamê ne bi kara ola îslamê êzdyatî mêze kirine.

Dewiya sedsala 19 a hewaskariya zanyarên Ewropî berbi êzdîtiyê wek bawearîke kevnar geş bû. Gelek zaniyar, nivîskar, dîplomat, misiyonêr hatine nav êzdiyan. Lê ji ber komkujî ȗ fermanaên hatibȗne serê êzdiyan, ji alyê cînara va zordestiya wan dihate kirin wan jî aminiya xwe ji kesa netanî, bo wê jî rastiya xwe li ber wan venedikirin, ew jî nikaribûn biketana kirasê êzdiyan, ku rastiya vê civakê û bawariya wê bihisin ȗ rast binivîsin.

Wan jî, wak me got, derheqa bawariya êzdiyatiyê yan ji oldarên heremê yê xirîstiyan û musulman, yan jî zaniyarên ji bawariya xwe ne êzdî dihisiyan. Çavkaniyên nivîskarên erebaye kevin, lêkolînên xwera dikirin bingeh.

Ev sedemek e, ji pir sedeman, ku di derheqa dîrok, şexsiyet û ayina wê olê da biyaniya gelek fikirên çewt nivîsîne û belev kirin ê. Heta niha jî pirtûkên derheqa êzdiyan têne weşendin bi wan çewtiyan dagirtî ne.

Ji pey salên pêncî-şêstî sedsala çûyî ra, yanê ji vir 60-70 sal berê, dema tevger û hişiyarbûna kurdewarî geş bû, zulm-zora dewranan li ser civaka êzdiyan hevkî sist bû, xwendî ȗ rewşenbîrya êzdiyan pêşda hat, êzdî jî xwe hesiyan, perda sexte ku avîtibûn ser vê bawariyê bere-bere hema ji aliyê nivîskar -lêkolînvanên êzdiyan va hate çirandin û êzdiyatî wek oleke dîrokîye serbixwe, bi xisûsiyên xweva derkete ber cihanê. Rastîk heye, bi tenê evdên bi kok ȗ eslê xwe êzdî , yên ku nava wê çandê da mezin bȗne, jiyana xwe bi erf-edet, eyd-erefatê wê bawaryê derbaz kirine, dikarin bi giştî rastiya vê bawariye derxin ber çavan. Lê ji bo bingeha piraniya wan nivîskara, lêkolînvana warê zanyariya têologiyê zeyîf bȗ, ji alyê zanebȗna u’lmê êzdîtiyê da jî kȗr nîbȗ nikaribȗn bi kȗrayî cawa hinek pirsgirêkê êzdiyatiyê bidin.

Bi heqî gerekê bê gotin kar ȗ lêkolînê li ser Ȇzdiyatiyê hatine kirin, xebatên hatine weşandin payê pirê hê jî hale berevkirina têkstan ȗ analîzkirina erf-edet, eyd-erefatan wêda neçȗne, ew ne wek bawarî lê di nav çarçova pêvajoya dîrokê da hatine şirovekin. Bi kȗrayî tênegihîştina sêr ȗ sure vê bawaryê, çawa derheqa hinek pirsgirêkên êzdîtiye, pevgirêdana netewê-olê, wusa jî di heqê Şîxadî da gelekî serra hatine nêhêrandin bi ferih ȗ kȗr nehatine ronîkirin, şirovekirin.

Jibo wê jî gelek pirsgirêkên ola Ȇzdîtyê hê jî ji bo bawarmendan tarî mane ȗ neyarê vê bawaryê bi zanebȗn ji bo kara xwe dijî êzdîtiyê didine kêranîn. Ew lewazbȗna zanyarya bawarmendên Ȇzdî derheqa rol ȗ giranya Şîxadî di Ȇzdîtyê da tev hinek nerastiyan, çewtiyan didine kêranîn ku rola Şîxadî nimzkin ȗ cave bawarmendada reşkin.

Kesayetiya Şîxadî ji bo civak ȗ evdên bawariyên din wek kesayetîkî dîrokî ye, lê ji bo bawarmendên Ȇzdî ew hebandin e, bawarî, somd ȗ due’a.
Pîr Xidir, Ȇzdînas ȗ têologê eyan dinivîse: “Bêguman, heke em nizanin rol û hinera Şîxadî çiye, hingî em êzidiyatiyê jî fam nakin û heke em bi çavê êzidiyatiya îro li Şîxadî û hinera wî binêrin eve me xedir li êzidiyatiyê kir û me xedir li bav kalên xwe jî kir ku robarên xûne rêtine heta ev baweriya îro bo me parastine”.

Bo rola Şîxadî di bawariya Ȇzdîtyê da rast ȗ kȗrayî bê eşkerekirin, bawarmendên dema mera edebyeta dîndariyê bê amadekirin, pêwîstiya lêkolînên têologiyêye akadêmînk heye. “ Şîxadî Behr e... vêca bi dîtina min behs li ser Şîxadî mîna leyzîn bi kirîstalekȇ, eger bi zanabûn em dan û standinê di gel vê kirîstalê nekin û heke hosa xwe diyar kin ku em her tiştî derheqê Şîxadî dizanin hingî em xwe dixapînin”.*

Pîr Dîma, yek ji zaneyê bawarya êzdîtiyê yê dema me dinivîse: “Niha Şîxadî di çavê piraniya êzdiyan de wek şexsekî xerîb tê dîtin û ev yek ji sebebên sereke ye ku êzdîtiyê hildiweşîne, û kesên dixwazin êzdî nemînin berî her tiştî navê Şîxadî ber çavê êzdiyan reş dikin. Gelek mîsîyonêrên xrîstîyanan û şihûd Yahova dema tebşîrê dikin behsa erebbûna Şîxadî dikin û dibêjin ku ew ne êzdî bû û hat êzdiyan bixapîne û şêx kirine serokê wan. Û

ev mîsîyonêr gehîştine nêta xwe û gelek êzdî ji êzdîtiyê dûr xistine. Tunebûna têolojiya bi rêk û pêk, tênegihîştina oldarên îroyîn jî bûye egerek bo rêxweşkirina peydabûna vê pirsgirêkê. Em bi xwe bi nivîsînên xweyî alozva bûne alîkar bo vê yekê. Dem hatîye em rastîyê bi zanebûn şirove bikin da ku ciwanên me bikaribin cawaba neyarên êzdiyan bidin.“**

Fikira Pîr Dîma raste, lê bi texmîna min tiştek vê navê da gerekê bê zanîn, misyonêr ȗ neyarên êzdiyan ev fikir ne ku lêkolînar ȗ nivîskarên êzdiyan lê bêtir nivîsên zanyarê ereb ȗ pirtȗkên biyanyan hildan e, ji bo lêkolînarên êzdî jî di bin tesîra nivîsên biyanyan da lêkolînên xwe kirine. Vir tiştek tê texmînkirin, ji bo zanyarê misyonêr têolog in ev fikirên nerast bi hostatî dijî êzdîtiyê didine kêranîn, lê nivîskarên êzdî têolog nînin ȗ payê pirê negihîştine rastiya pirsgirêkê.

Erê, dem hatiyê oldar ȗ têologê êzdiyan jî gerekê vî karê pîroz bi zanebȗn hildin destê xwe, meydanê vala nehêlin ku kê rabe, çawa niha ye /zane, nezan/ xwe navêjine vê meydanê.

Șîxadî di nava ola êzdiya da ne ku wek pêșîkêș, serok, rêvabirekî dîrokî lê ew wek bawarî hatiye qebûlbûn...

Bi fikira min di werê têolojîyê da ew rastîk e. Cawa Tewisî Melek, Lalișa Nûranî, Xwedê di nava zaniyariya bawariya Êzdiya da nin, wusa jî Șîxadî ye. Qewlê da wa tê gotin: “Şîxadî û Tawisî Melek û Xwedê yekin,

Hûn tu menya jê nekin… » Têkistên bawariya Êzdiyan da Şîxadî wek “Xudanê keremê”, “Xudanê tac û hila”, “Xudanê qirarê”, “Xudanê Mixarê”, “Xudanê hiner û kerametê”, “Hinera Șîxadî bê șik hinera Xwedê ye” û hivd tê bîranîn...

Wusane alimê Ȇzdiyan, qewlevanan berî çend sedsalan ev fikir qewlada, têkstên pîroz da gotine, lê yên derheqa Şîxadî da nivîsîne guhdarya xwe nedane van peyama.

Șîxadî ji bo berfirekirin ȗ belavkirina êzdiyatiyê tu șer û dew nekiriye, tu erd zevt nekiriye, tu dewlet çê nekiriye, bi destê șûr evdek jî nanye li ser bawariya êzdîtiyê, heta pirtȗkek jî derheqa bawariya Êzdiyan da nenivîsiye. Ȇzdiyan jê bawar kirine, bi kiryamet û zanyarya wî, bi aqilbendî, emel û xwedênasya wî ew ji xwera kirine rêberê bawariyê. Her pîroziyên xwe kirine ser navê wî : “I’lmê Şîxadî”, “Qewlê Şîxadî”, “Xerqê Şîxadî”, “Berata Şîxadî”, “ Feqîrê Şîxadî”, “Xêra navê Şȗxadî” ȗ hivd…

Vê dema zanyarê da, ku rola Şîxadî êzdîtiyê da rind bê zanîn, bi fikira min gerekê wî hin wek hebandin, bawarî hin jî wek kesayetîkî dîrokî yê wê demêyî herî mezin bên lêkolînkirin, nirxandin. Hinek zanyar, nivîskar, lêkolînvan dicedînin wî tek wek kesayetîkî dîrokî nîşan bidin, yê din jî wek bawarî. Gerekê ev herd war ji hev neyên qetandin ji bo di herd wara da jî Şîxadî, wek şexsyetekî Xwedênas, bi kiryamet, şikestî, aqilbend ȗ zanyarekî gelekî mezin e. Eger Şîxadî wek şexs, kesayetî li her derecê xwe da bilind nîbya, nav ȗ dengê wî cihanê da ewqas belav nedibȗ, dijwer ewqas dîrokzan ȗ nivîskarên dema wî ȗ peyra derheqa wîda binivîsyana, kesayetiya wî bilind qîmetkirana ȗ ewqas bawarmend dorê bicivyana.

Ev herd war jî heta niha di alyê zanyarên êzdîtiyê va bi kȗrayî çawa pêwîste nehatine sirovkirin, ronîkirin ȗ bawarmendara tarî mane. Payê oldarên êzdîtiyê pirê jî di van zanebȗna da pêxas in.

Bi hêjayî nirxandina rol ȗ giranya Şîxadî di Ȇzdîtayê da gerekê kevniyarya vê olê ȗ civakê, netewetiya wê nêyê bîrkirin ȗ wan nekin qurban, çawa li cem hinek zanyar-oldarên êzdiyan tê texmînkirin.

Kurtayî.-Șexsiyeta Șîxadî di dîrokê da

Șîxadî li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê Baalbekê /Be’lebek/, li herêma Lubnana niha, hatîye dunyayê. Sala jidayîkbûna wî dikeve di navbera salên 1073-1078 an, kirasguherîn jî nêzîkî sala 1162 an. Navê wîyî esil Şeref ed dîn Ebû l-Fezayîl Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin Merwan bin el-Huseyîn bin Merwan e. 1.

Navê bavê wî Musafir e, navê dê: Stiya Ês. Nava dîrokzaniya Ereba da wek Asiya tê bîranîn. Șîxadî nezewiciye. 2

15-20 saliya xwe da diçe bajarê Bexdayê. Li cem zaniyar û xwedênasê wî bajarîyî here zane xwendina xwe hildide. Zanyar, Xwedênas, fîlîsof û evdên wê demêye mezin ra hevaltiyê dike. Gor dîroknasan wur li ser dînê îslamê çend pirtûka dinivîse. Nav û dengê wî wek zanyarekî demê yî mezin, xweyî keramet û xwedênas bela dibe. Ji pey sala ra tê Şamê û derbazî Hekarîyê nav Êzdiyan dibe.

Şîxadî nezewiciye. Serokê Mûsilê Muzafer Aldîn... dibêje: “ Șîxadî ne mirovekî bejinbilind bû, ne jî bejinkin bû, rûdana wî esmer bû”. 3

Derheqa Şîxadî da gelek dîrokzan, nivîskarên ereban yê dema wȗ ȗ peyra nivîsîne. Bawarkî teva jî bi hêjatî ȗ bi fikra mezin besa kesayetya wî kirin e, ew wek yek ji mezintirîn șexsyetê wê dewrê, ku bandora xwe li ser zanyarî, felsefa bawarmendî û xwedênasîya dema xwe hîștiye, bawarkî teva jî bî pesn derheqa wî da nivîsîne:

Îbnî Esîrê Cezîrî di cîlda yanzdehem a pirtûka Elkamil da dibêje: “Adî kurê Misafir û yek ji parêzkarên mezin bûye û li Şam û Elbakê jiyaye û paşî çûye Hekariyê û paşmaya jiyana xwe li wir raborandiye, heta ku di sala 1162’ê zayînî de çûye ser dilovaniya Xwedê”.

Îbn Xelkanê Hewlêrî jî di pirtûka “Wefiyatil E’eyan” de dibêje: “Şêx Adî kurê Misafir li gundê Beyt Qarî ya Elbakê hatiye perwerdekirin. Ew zilamekî xwedanas û parêzgar bûye, nav û dengê xwedanasiya wî li her cihî deng daye û belav bûye. Ji ber vê yekê gelek kes bûne alîgir û peyrewên wî. Bi ku de çûye gel bi dû wî de çûye û paşî gel ew wekî pêşengê xwe hilbijartiye û ji wî her tişt xwestine. Wî bi kesayetî û mezinên parêzkarên wê demê yên wekî ‘Eqîl Muncî, Hemad Bas, Ebî Necîb, Evdilqadir Sehwerdî, Evdilqadir Geylanî û Evdilqadir Helwanî re têkiliyên xurt û peywendî danîne. Lê paşî ji wan veqetiyaye û penahê xwe ji çiyayên Culemêrgê /Hekariyê/ re biriye. Li wir perestgehek ava kiriye û gel qesta wî kiriye û çûye bal wî. Şêx Adî di sala 1162’ê zayînî de can spartiye canaferîn.” 6
Dîsa di Wefeyatul Ee"yan da Ibin Xelkan gotiye, ku Şêx Adî xudan bawerieyke xweşik bû û giranbihayî dida h"urmetê.. 5

Hafîz Şemsedînê Zehebî di beşa duyem a pirtûka Dulel Îslamî de dibêje: “Şêx Adî di sala 1162’ê Zayînî de li Culemêrgê-Hekariyê/ koça dawî kiriye û li wir ew spartine axê. Piraniya gelê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne peyrew û alîgirên wî.”5a
Şêx Zeynedîn di beşa duyem a “Tarîxa Îbnê El Werdî de” dibêje: “Şêx Adî kurê Misafir di sala 1162’ê zayînî de di meha Miheremê de li welatê Culemêrgê koça dawî kiriye. Ev xwedanasê mezin li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Mûsilê û gelê wê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne alîgirên wî.”5b
Şêx Mihemedê Henbelî di pirtûka “Qela’idel Cewahirî de” dibêje: “Şêx Adî kurê Misafirê Emewî li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Bexdayê û li wir li ba zanayên wê demê elimiye xwendina zanistî. Piştî zor û zehmetiyeke mezin tenêtî û kuncnişînî ji xwe re hilbijartiye û paşî çûye Culemêrgê. Li wir jî di şikeftekê de bi cih bûye. Gel bi hatina Şêx hesiyaye û deste bi deste çûne ziyareta wî. Ew jî naçar ji şikeftê derketiye derve û bûye pêşengê gel. Wî bi vî awayî jiyana xwe derbas kiriye heta ku li wir miriye.” 6
Vê cêrgê meriv kare zêde berdewam bike. Şêx Evdulqadirê Gêlanî yê ku di nav musilmanan de pir bi nav û deng e, dibêje, ku ew dîdarê birayê xwe Şêx Adî ye, ku ji wî re nîşanên seltenetê di ser hemî ewliyayên dema wî re hatine verişandin, hîn ew di dangê dayîka xwe de bû.6 a

Cîkî din Şêx Evdilqadirê Gêlanî dibêje:"Heger pêxembertî bi mucahedê ba (bi westandina xwe di îbadetê de) wê Şêx Adî kurê Musafir biba pêxember..." 6 b

Ezzehebî pesindariya Şêx Adî kiriye û gotiye, ku ew di ber Xwedê de ji kesekî neditirsî.

Şeyxulîslam Ibin Teymiye gotiye ku Xwedê canê wî pîroz bike, yek ji baştirîn evdên Xwedê yên qenc bû...

Ji pey van hemya ra bi texmîna min şirovekirin zêde ye.

Şîxadî dî têkstên Ȇzdiya yên pîroz da

Eger rind guh bidine têkstên pîroz yên êzdiyan, wanda gelekî ferih ȗ kȗr besa ciyê dahirbȗn-dayîk bȗna Şîxadî, hatina wîye Lalişê. Mîr, zanyar, civaka êzdiyan dorê dicivin. Ji her dera a’lim ȗ evdên wê dewrê yê nav ȗ deng têne dîtina wî, ku wî bibînin ȗ rastiya keremetên wî bihesin.

Qewlê Şêx Adî ȗ Mêra da tê gotin:

Şêx Adî xudanê keremê

Dahîr bȗ li erebê, li ecemê.


Dahîr bȗ li Beyt far e,

Qasid kir hate Hekar e

“Lalişê mêr lê cema dibȗn e.


Li mixarê qasid kir hate lalişê,

Ber guhêd wan kefetî bȗ guş guşê

Ew şa dibȗn, dil pê dibȗne xweşê.


Şêx Adî ji Şamê hat e

Bi şirqiya kir xebat e,

Mehmed Reşan kir xelat e. 7

(Xidir Silêman, Xelîl C1inî.- Ezdiyatî li ber ronahiyatêkstên ola Ȇzdiyan, rû 101; weşangeha ARARAT, 1995.) 1

Di vî werî da barkêșe “Qewlê Mala Bava”. Temamiya naveroka qewlê li ser ȘIxadî, hatina wî li Lalișê ye.

Şîxadî Şamê firî
Dewranê dewran birî
Xoş mala bavane

Belê,Şîxadî cîyê xwe Lalişê dikirî
Nûre ji mala şêxan e

Şîxdî ji Şamê hat e
Li şerqê kir xebat e
Xoş mala bavan e
Şîxadî xwe yî nûreayî xelat e
Nûre ji mala şêxan e. 8

(Ȇzdaname, weşanê Laliş 2, rû 2229

Qewlekê, ku nav kirine “Distirêm e” tê gotin:



Şêx Adî ji Şamê hate

Dewrana dewran dibete,

Hat ciyê xwe li Lalişê dikete.

Şêx Adî ji Şamê firî

Dewranan dewran birî

Hat ȗ ciyê xo li Lalişê kirî… 9

(Bedelê Feqîr Hecî, Bawarî ȗ Mîtologiya Ȇzidîyan, rȗ 258; Dihok 2002)

“Şîxadî xudanê keremê”.

Vira ez dixwezim guhdarya lêkolînvana bidim li ser keremetên Şîxdî. Civaka êzdiyan, ku Şîxadî vegeryaye navê keremetên wî dîtin e, bawarya xwe jê anîne, xwera kirine rêber ȗ bawarî. Bawarkî payê pirê têkstên bawarya Ȇzdiya da, bîranîn- nivîsên derheqa wî da (mejȗnivîsên ereb) yan vekirî yan jî sergirtî besa keremetên wî tên kirin. Wusa jî gelek çîrok, destan, bîranîn bi dewran derheqa keremet , xwedênasî, erkên jîyana wîye şexsî ya şikestî, rehm ȗ helalya wî da di nava oldar ȗ bawarmendên civaka êzdiyan da mane. Yên wek “Qewlê Şêx Adî ȗ Mêra”, “Qewlê Pîr Dawid”, “Qewlê Gela çar ziman”, destana “Lavêjê Pîrê”, çîroka “ Hena û Berhena” çîroka “Hatina Şîxadî Lalişê ȗ rast hatina wî bi hinek xas ȗ babçekê Ȇzdiyan ra (Şêx Hims, Hrcî Elî, Mendê mal ava…) ȗ gelek çîrokên din. Çîroka dayîkbȗna Şîxadî barkêş e.

Şîxadî êzdîtiyê da wek bawarî tevî danîna hed ȗ seda nȗ wusa jî di werê keremetên wu da bê nirxandin.

Di nav lêkolînvana da gelekî li ser nasnema Şîxadî tê axavtin. Bi texmîna min “ Qewlê Mala Bava” da her tişt hatiye gotin. Qewlê da bi hunureke zelal ya helbestvaniyê tê gotin ku Șîxadî vegeriyaye mala bavê xwe: “Şîxadî Şamê firî, dewranê dewran birî, xoş mala bavane”, “Mala me mala bavan e, serekanîya çiqas sunyan e, pê virê dikin zîyaretîyan e, nûre ji mala şêxan e...”

…Şîxadî behire wê jê di çin coye ȗ kanî…

Xas Xasin wê di çone ber nȗra rehmanî. 10

Rast hatiye gotin: “Şîxadî behire” lêkolînvanê ku culet bike, xwe bavêje nav wê behirê, karibe hema bigihîje hinek encema dîsa başe…

Van salê dewyê gelek gengeşî, nakokî hene dor pirsgirêkên bawariya êzdiyan, xazma rola şexsiyeta Şîxadî. Wek werekî bêxweyî zane – nezan destê xwe davêjinê. Bi serra, bêyî bingeha têologiyê, rind ȗ kȗrayî tênegihîştina têkstên ola êzdiya yê pîroz, şirovekirina bîr-bawariyê vê olê lêkolînvana dikine nava xeletyan. Payê pirê lêkolînên xwera wek çavkanȗ nivîsarên zanyarê biyanî didine kêranîn, rastiya kîjana jî carna bin pirsê da ne. Ev lêkolîn ȗ gotarên xav dibin sebebê zeyîfbȗna bawarya bawarmendan ȗ destê neyarê êzdîtiyê da dibin çek dijî vê bawariyê. Bi rast şirovekirna rola Şîxadî di êzdîtiyê pirsgirêkeke têgihîştina bawariya êzdîtyê ya here sereke, ȗ bi rastî stȗneke bingehîn e.

Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê, ya Mala Ȇzdiyan / bajarê Oldênbȗrgê- Almaniya/Konfêransa xwe ya salane da ev pirsgirêk kire babetê Konfêransa xwe ya sala 2013 a.

Gotarvan tev jî wî warî da zanyarê naskirî, oldar bi nav ȗ deng, xweyê gelek berhemên zanyarî ne.

Helbet eva lêkolînên dewî nînin ȗ cem van zanyara jî gelek fikrên cihêreng hene. Eva gava ewlin e.

Em bawarin ev pirtȗka çawa ji bo bawarmendên vê bawaryê, lêkolînvananan ûsa jî xwedevanana wê bibe çavkanîkê ji bo rast têgihîştina vî babetî.

Çavkanî

1. http://lalish.de/modules.php?name=News&new_topic=6

2. Minra got Bedelê Feqîr Hecî

3. Șewqî Semo Îssa, gotar ya ji bo Konfêransa mala Êzdiya (Oldeburg) 2013

4. http://lalish.de/modules.php?name=News&new_topic=6

5. http://yuksekovahabar.com/yazi/sex-adi-1075-8211-1162-491.htm

5. https://cankurd.wordpress.com/2010/08/30/gotineke-kurt-li-ser-ola-ezidiye/

6. http://yuksekovahabar.com/yazi/sex-adi-1075-8211-1162-491.htm

7 . Xidirê Silêman, Xelîlê Cindî, Êzidiyatî li ber hinek têkstên ola êzidiyan; Weşena ARARAT, rû 101; sal 1995.

8. Bedelê Feqîr Hecî; Bawerî û mîtologiya Êzidîyan. ru 222. Dihok 2002.

9.Ȇzdîneme, wesenê Laliş, rû 222

10. Bedelê Feqîr Hecî; Bawerî û mîtologiya Êzidîyan. 156. Dihok 2002.

. * Ji gotara Pîr Xidir ya vê Konfêransê

** Ji gotara Pîr Dîma ya vê Konfêransê

Pirtkê karin bi vê adrêsê destxin:
Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê
Yezidisches Forum e.V.
Mala Ezidiyan Oldenburg
Eidechsenstr. 19
26133 Oldenburg
Telefon: +49 (0) 4 85 05 55
Telefax: +49 (0) 4 85 05 57; 0049 17628093933
E-Mail: info@ yeziden.de
Internet: www.yeziden.de,
Email:ezdinas@yeziden.de e.boyik@web.de
Facebook: https://www.facebook.com/navenda.edinasiye

Biha tevî şandina bi postê 10,0 eur.

Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê


Print