2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Du dewlet û çar xapên berdem
2013-07-23 10:22
Bawerê Omerî
Weku li cîhanê ji zanista rêzanî û abûriyê naskiriye, ji sedî not kilîta avakirin û malwêrankirina welatan di destê dewletên xwedî hêzên leşkerî û abûrî de ye, ango yên maf dane xwe ku gereke hemû bûyer û guhertin li ser zemîn û ezman timî di bin çavdêriya wan de be, ew in yên jiyan û mirina ademîzadan xistine destên xwe de, ji wan hêz û berpirsan, serûkê dewletê û recîmê, rêvebirên ewlekariyê û sipah, hêzên nehênî, endamên partî û parlamanê, berpirsên di desteyên bilind de kar dikin, û zana û rewşenbîrên bi nerîn û ramanên xwe bandora wan di hinek guhertinan de heye.

Di vê sedsala bîst û yekê de piştî şoreş li hinek welatên bakurê Afrîqayê destpêkirin, û li ber hêza wê çend recîmên wan welatan hatin rûxandin, û çarenûsa serûkên wan ma di destê şoreşvanan de, li seranserî cîhanê ji dengvedana wê pêla bi hêz, gelek welat û bi taybet, yên ku li gor peymana Saykis - Bîko hatibûn damezirandin, ji miletên nav xwe pir tirsiyan, ku tebat û aramiya li nav dewleta wan li ser destê wan miletên bê maf bi serhildan û şoreşekê bête hejandin.

Ji wan dewletên ku rewşa miletên têde pir hestiyar e, Israîl û Tirkiyê ye.

Di nerîna min de, gereke mirov xwar rûnê û rast biaxive, ev rastiya ku gelek ji wê bi tirs in û newêrin bi rastî li ser biaxivin û binivîsînin ew e, ku karbidest û berpirsên dewleta Israîlê ji wan bijarteyên pir jîr û zana ne, ji heftê û heft salan û vir de van rêberên vê dewletê bi zanebûneke pir bilind dikarîbûn kêşeyên welatê xwe bi miletê Ereb re û bi olên cûr bi cûr re birêve bibe, ji lewra wê di nav çil salên dawî de gelek peymanên aşîtiyê û ewleyiyê bi dewletên dardora xwe re lidarxistiye, lê karê herî balkêş ku ti kesî ji wan bawer nedikir, bikin, lidarxistina guftûgo û peymanên wan bi Erebên Filestînê re bû, û li gor wan peymanan Erebên Filestînê bûn xwedî desthilat, û weke ku carekê serûk Mehmûd Ebas li ser wêneguhêza Elerebiyê ragihand, ew di bin çavdêriya hêzên ewlekariya Israîlî de ye (ji ber ku ew wî ji xwîndar û gefdarên Ereb û Israîliyan diparêsin), û tiştekî din jî ji hemû miletên cîhanê re balkêş bû, çaxê ku ew Israîliyên bi salan wan û Ereban şerê hevdû kirine, beşekî pir mezin ji wan dikarin bê dilreşî bêjeya serûkê Filestînê bînin ser zimanê xwe û di alavên ragihandinê de navê serûkê Filestînê bê astengî bi kar bînin, ev jî nîşana têgihiştina vî miletê zana ye, û di encama vê lihevkirinê de herdû aliyan karîbûn heyamekî bê kuştin û malwêrankirin bi hev re bijîn.

Vêca parastin û tenahî û pêkvejiyan bû armanca gelekan ji herdû aliyan, lê di heman demê de û bi dirêjiya van sê salên dawî ji van şoreşan tirsa herdû desthilatan, ango ya Israîl û Filestîniyan ji tevlihevî û ne aramiyê pir hebû û hîn jî heye, û berî ku miletê Ereb li hundirê Isaîlê di bin bandora pêlê şoreşên bakurê Afrîqiyayê û rojhilata navîn de bi serhilildan û şoreşê li dijî desthilata serûk Mahmûd Abas ra be, berpirsên herdû aliyan bi derziyeke bencê bersiva Erebên Isaîl û Filestînê dan, û bi destpêşxêriyeke jîr berê xwe dan New York û Parîsê û ji hevwelatiyên xwe re dan xuyanîkirin û bi wan herdû xapan ji wan re gotin“ Binêrin vaye em hîn jî, ji bo mafên we û peymana aşîtiyê kar dikin, hûn guh li kesên ji derve nekin û şaş nebin, em hîn li ser sozên xwe ne, ah vaye sed û sî û heft dewlet desthilatadariya Filestînê wek endamekî çavdêr di UN ê de dipejirînin, û rêxistina UNESCO ya beşê çandî di UN ê de em wek endam di nav xwe de pejirandine“.

Piştî serûk Mehmûd Ebas û şanda pêre vergeriyan Ramelahê, hejmareke mezin ji miletê Ereb di Israîl û Filestînê de ew wek qehremanan pêşwazî kirin, û bi wî karê diblomasî van herdû desthilatan dikarîbûn ew şoreşa ku gelekan li cîhanê bawer dikirin wê li dijî desthilatdariya Mahmûd Ebas rabe, bi dereng bixînin, lê heger bandora vê bencê bi dawî bê, ez bawer im wê herdû alî bi du xapên din û bi derziyeke nû û paqij û mezintir, careke din ji delîvan sûde bigrin û wê pilanên xwe bighênin ser sedê, boyî zemîn di bin wê desthilatê de neheje.

Ev xap û kar bi piştgiriya berpirsên Israîliyan û pîrozkirina Emerîka û dewletên Ewropayî û hinek dewletên Ereb û herêmê ji desthilata Mehmûd Ebas re hate kirin, ji ber ku ew ta niha wî wek hevpişkekî aşîtiyê dibînin,û ji kesên dîtir bêtir karin bi wî re kar bikin.

Di hemen salê de berpirsên dewletaTirkiyê (Gurê Xolîreşî), yên ku rengê lempên tirafîkê li vî welatî guhertibûn, ji ber ku rengê kesk û sor û zer rengê ala kurdî ye, bi alîkariya birêz Ebdelayê Ocelan serûkê partiya karkerên Kurdistanê (Apoçî) yê ku pirên Tirka wî û partiya wî wek kesên xwîndar û gefdar dibînin, û ev dibe çardesal li cem desthilata Tirkiyeyê di zindanê de girtî ye, ev girtina wî jî bibû susretek ji susretên cîhanê, û ev cara pêşî ye di dîroka desthilatdariya Tirkan de ya xwîndar ku weha gaveke jîr avêtine û wisa bi hesanî dijminekî xwe yê Kurd bigre û sizaya darvekirinê nadênê, ev diyardeya nû li nav şovîniyên Tirk û miletê Kurd dibe cîhê hezar pirs û bersivan. Belê, ew jî mîna Mahmûd Ebas ji tirsa Kurd û Tirkên ku kezeba xwe di vî şerî de kirine qurban, ditirse, ji ber wê jî, ew di bin parastina ewlekariya Tirkiyê de ye, û ji nişkave ew û recîma Tirkiyê bi hêzeke Xwedayî dibin kevokên aşîtiyê, û ji bo ku tîrîjên van çend şoreşan negihêje nav sîh meliyon Kurd li Kurdistana bakur ya di bin destê desthilata Tirkan de ye, berovajî peymanên Israîl û Ereban, bi du xapên berdem wan herdû aliyan dikarîbûn di rêkên nehênî de pevre guftûgoyan bikin û peymanên aşîtiyê pevre li dar bixin, bêyî ku ti dewlet û rêxistin û dezgehên navdewletî li ser peymanên wan dîdevan bin.

Bi zanebûnek berdem desthilatdariya Tirkiyê xwest gireva birçîbûnê di hinek zindanên xwe de rawestîne, helbet gerekbû rola birêz Ebdelayê Ocelan tê de hebe, ji lewra di ragihandinên xwe de nameyên birêz Ocelan belav dikirin, û têde didan xuyanîkirin ku gereke milet bêhna xwe fireh bike û digotin „vaye em li paytexta Nêrwêcê Oslo li hev dicivin û nêzîke wê stêrka sibehê şewqa xwe bavêje nav hesinên pencerê girtîgehan, û ne dûr pirsa we û ya serxwebûna Kurdistanê û paytexta wê Amed mîna Orşelîmê (Elqudis) çareser dibe, di vê demê de pêdivî jî tuneye û nehêjaye hûn bi şoreş û serhildanan rabin“, û bi wê xapê ne girtî hatin berdan û ne jî pirsa miletê wan hate çareserkirin, tenê ragihandin ku piştî nama Ocelan belav bû wan girtiyan gireva biçîbûnê bi dawî anîn, û bi zanebûn û di rêka propagandake paqij de nameyek ji nerîna giştî re li Tirkiyê û cîhanê pêşkêşkirin, û têde bandora Ocelan ya erênî li Tirkiyê di çareserkirina kêşeyan de çesipandin, û di rêka wê nameyê de ji miletê Kurd re gotin binêrin! Ti kes ji birêz Ebdelayê Ocelan pêve di nav we de tuneye ku nûnertiya we bike, û bi vê xapê sedemên rabûna miletê Kurd di hundirê Tirkiyê û Kurdistanê de bi şoreşekê bo mafên xwe bidest bixîne, bi dereng xistin.

Piştî bi derziyeke biçûk û kin dermanê bencê di damarên miletê Kurd û Tirke de belavkirin, û ew di demeke kurt de bê hiş kirin, û berî ku cardî bên ser hişê xwe, desthilat û recîma Tirk û birêz Ocelan û partiya wî careke din dermanê bencê ji hemû cîhan dan hev û bi serê derziyeke dirêj û mezin mîna serê boriyeke sed melyon înc, ew benc derbasî nav damarên xwînê yê miletê Kurd û Tirk kirin, bo ku têkevin xeweke pir kûr de, û nema doza mafên xwe bikin, herdû aliyan ragihandin, ku ew niha pevre guftûgoyan dikin (Hemû nehênî ne) û wan peymaneke nû pevre girêdaye, û li gor wê, şerê di nav me de ji bîst û heyşt salan û vir de wê bête rawestandin, û şervanên apoçiyan gerekin ji nav zemîna dewleta Tirkiyê derkevin, û a baş ew e ku vegerin Kurdistana başûr, û bi vî rengî, dawî li siloganên apoçiyan (Em ji bo serxwebûna Kurdistanê şer dikin) anîn, û dan xuyanîkirin ku em ê pevre di bin siya aşîtiyeke sermendî de bijîn, û yên ne bi vê peymanê re be, ew hevalê dewletên dijminan in, û cîhên wan di nav me de tuneye.

Bi rastî, di vê xapa berdemî ya dawî de ti kes nabêje bê kanî daxwazên miletê Kurd li kûderê mane, ne di destûrê û ne jî di yasayên Tirkyê de kesî çêl van mafan nekiriye û nepejirandine, li gor vê peymanê tenê bend û mercên desthilatadariya Tirkiyê hatine çesipandin, û ew hîn jî bi hemû hêza xwe ve li ser dilê miletê Kurd e, û yek leşkerên xwe mîna partiya Ebdelayê Ocelan ji Kurdistanê nekşandiye, û ta roja îro jî Kurdistana bakur hîn di bin fermana desthilatdariya leşkerî deye, ya ku di sala1980 ê de bi wergerandineke leşkerî xistibûn bin destê xwe de, û vê peymana nehevyek û berdem, rûxandina şoreşa Kurdistana başûr ya di sala 1975 a de têk çûbû dûbare dike.

Bi nerîna min, herdemî mirovên dîn û xwîndar û bazirganên rêzanî û şer û çekan tenê li dijî aşîtiyê radiwestin, mirovên wisa di nav miletê Israîlî û Ereb û Tirk û Kurdan de jî hene û pir in, û wê nehêlin aramî têkeve nav van miletan de. Ev reng mirov ji çek û şer û kuştinê hez dikin û jê natirsin, lê ew tenê ji aşîtiyê ditirsin.

Bi van çar xapên berdem mirov dikare bêje, ku herçiqas ev karê diblomasî û pilan û peymanên nehênî ne li ser pirensîpên bingehîn bin jî, ewqas jî ev soz û aşîtî û aramî û pêkvejiyana berdem kengî be jî ew ji bo miletan karekî baş e, ji ber ku di rêka şer de hemû mafên miletan nayên bidestxistin, lê heger ev peyman ne li ser dana mafên netewî yên miletekî be, wê çaxê ew aşîtî jî pir birêve naçe, û yên sitemkar bela bi van dekûdolaban xwe û miletan nexapînin, û gerek e zanibin ku ti hêz li cîhanê nikare li dijî daxwaz û mafên miletan ta bi dawî di rêka çek û çewisandinê de raweste, ew dikarin miletan bixapînin û ta jahrê jî bidin wan, lê di heman demê de jî pêwîst e zanibin, ku jiyana mirovan hemî şoreş e û ev tiştekî xwezayî ye.

23.07.2013

Bawere-Omeri@hotmail.com








Print