2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Ahmet Akbaş
 
Bîranîna Mamoste Kazim Özdemir - (40 rojiya wî)
2016-08-12 11:33
Ahmet Akbaş
Min nûҫeyeke reṣ ji internetê bihist ku mamoste Kazim 03.07.2016 a ҫûyê ser dilovaniya xwe. Ber ҫavên min reṣ û tarî bû û ketim nav xem û xeyalên kûr . Naskirina min û wî ji 24 salan ve ji serî heta ҫû ser dilovaniya xwe min anî bîra xwe û berҫavan re derbaskir.

Mamoste Kazim merivekî jîr û ҫeleng , zana û xwedî tecrûbe bû.Meriv ji hevaltî û dostaniya wî,mevanperweriya wî tucar têr nedibû, xwedî soz û bext bû , ew di fikir û remanê xwe de û siyaseta xwe de gelekî ji xwe bawer bû û ji rastiyê nedihat xwar. Li himberê nebaṣî , ne qenciyê, heqaretiyê serê xwe qet neditevand.

Sala 1993 me bi hev re tevî hinek mamostên Kurd ve bi navê“ Komele Mamostên Kurd li Saxsêna Jêrîn li Hannoverê avakir“ ewî di karê avakirîna Komelê de di warê brukrasî, qanûnî û destûrnamêyê de bêwestandin kardikir . Piṣtî avakirina du deman serokatiya wê kir. Armanc û daxwaza me ev bû ku zimanê Kurdî li Saxsêna Jêrin bi fermî wek yê din tirkî, erebî, îtalî, yûnanî wd. bê qebûlkirin. Me bi hev re xebateke gelekî baṣ di nav malabtên Kurd û rêxistanan da dikir û bi wan re civîn, agahdarî û piṣtgirî û danînûstandin dikir . Car carna asteng derdiketin li wî bi digot em bi rêya dîalog, tolerans û însanî û hemfemkirinê de ҫareser bikin. Di dawiyê de li Saxsena Jêrin dersên zimanê kurdî bi fermi hatnaskirin û li bajarên wek Oldenburg , Hannover, Cellê, Pain , Osnabruckê û Osterscharmberkê dersên zimanê kurdî hat destpêkirin. Ez dixwazim li vir bêjim ku qed û emeka wî, xwê û xwêdana wî di vî warî zafe û nayê jibîrkirin. Mamostê ku wî nasdikin vêyekê baṣ dizanin.

Gotinekî wî tê bîra min ku hergav ji min re digot “ min 20 sal zêdetir ku min xizmeta zimanê tirkî kir, inca min di jiyana xwe de dît ku ez vega xizmeta zimanê kurdî dikim, ku ev ji min re di dinya de kêyfxweṣiyekî herî mezin e û tama jiyanê dide min.”

Ew merivekî wisa bû, kesên Kurd , rêxistinên Kurd ku ne bi kurdî biaxivina hima di cî de wan rexnedikir û hewldana xwe nîṣanî wan dida.

Rehmetî Kazim weke konsolosek Kurd (balyozxane) li bajarê Leer diṣuxûlî. Kesên Li Leer û dora Leer rûdinên dizanîn , ku pirs û pirsgirêkê wan hebûna dihatin ba lê. Ew bi rojan mehan xizmeta wan dikir.Bi teybetî Kurdên Êzdî yên torê ( wek gundê Bacênê) û Beriyê. Her wisa li vêderê civata Alman û biyaniyan jî wî nasdikirin , merivekî ji bo homojen bû.

Alikarî û piṣtgiriya wî gelekî gihiṣtiyê min , min wî dûr û dirêj bi hev re hevaltî , hevkarî kiriye û biratî jiyan e. Gelek caran em bi hev re ҫûne civînê pedagojîyê, panel, semîner , meṣ û ṣêvin Newrozan

Di salê dawî de kêm me hevûdin didît, evyek zaftir min gemgîn kir .

Mamostê Kazim merivekî pijiyayî bû di warê ҫand û kultura Kurdî de û polîtikê de. Gelekî xwedî tecrûbe bû.

Gelê Kurd , KOMKAR- dost û hevalên wî merivekî gelekî hêja û xwedî tecrûbe û ṣaxsiyet winda kir.

Mamoste ezê gelek biriya soxbet, mevantî û hevaltiya te bikim. Tu ji min re ne heval û hevkar bûyî her wisa birayê min ê mezin bûyî.Ez dizanim ku te gelekî hez min dikir.

Bila giyanê te rehet û cîyê te bihûṣtî be…Em tucara te jîbîr nakin.

Serê zarokên wî Serhat, Ferhat, Biyan û keҫa wî û hevjiyana wî xwuṣka Hezna sax be û Xwedê sebrê bide. Em tevî ṣîna we û xemginya we dibin.

Mamoste Ahmet Akbaṣ û malbata wî.

12.08. 2016
Print