2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Șerê bo paqijkirina Mûsilê
2016-10-08 20:33
Eskerê Boyik
Hêzên cihanê yên çekdar rabûne, hazirya xwe dikin ku bê ziyanê bigihîne xelkên sivîl cihanê ji vê nexweșya xeter - DAȊȘ ê xilaz bikin. Bingeha vê nexweșiya gemar e reș nha bajarê Mûsilê ye. Di dîrokê da ev bajar time jî hêlîna musulmanya tûndkuj, erebên dînçîye- nijarperest, neyarê gelê Kurd yên here xeter û çavxûn bûye. Komkujiyên ku hatine sere Kurdên êzdî û Șengalê payê pirê jî ji wî bajarî hatine…

Ev komkujya zulm jî berbi Șengalê û Kurdistanê ji wê hêlûnê derket. Ew dîrokeke dirêj e, gerekê bo pêșîrojê her kurdek, eger dixweze weletê wî ji vê dagerkirya dewrana ya xezeb azad bibe gerekê xweș bizanbe û dersê jî bigre…

Șerê Mûsilê da beșdarê herî xeter û herî nêt tarî Dewleta Tirk e.

Kesî ra eyan nine ew çima dixweze ese tevî wî șerî bibe? Di bin nêta wî da çi meremên gemar veșartîne?

Çi jî hebe ew beșdarbûn kurda ra ji bo xêrê nin e.

Ev qezyake mezin e, gerekê Kurd bizanbin û dij amade bibin…

Çi kordên Bașûr, çi yên Bakûr, çi yê Rojava û Rojhilat…

Çi kurdên Musulman, çi yê Ȇzdî…

Șer e, her tișt kare biqewim e.

Lê hîmlî Bașûr û Șengal gerekê haj xwe hebin…

Ji dîroka dûr û dirêj va eyan e, ku dewleta Tirk tu cara xêra gelê kurd nexwestiye.

Naxweze çirak bi rengê Kurd li ser Hîvê jî vêkeve.

Cihanê ra eyan e ku dewleta Tirk DAȊȘ çê kir, çekdarê wê ji bo wê hovîtiyê welatê Tirka da perwerde bûn. Berî canê Kurdistanê da ku bi DAȊȘ ê yekcar pêsîra xwe ji pirsa Kurda xilaz bike.

Lê çawa dibînin Kurda DAȊȘ șkênand…

Gelo bin vî navî da naçe hewara DAȊȘ a xwe?…

Çavê dewleta Tirk berê da ser bajarê Mûsilê ye…

Hinek jî dibêjin ji bo PKK ê ye…

Ez bawar nakim menî PKK ê ye…

PKK ê Mûsilê da nînin…

Wusa jî eva ji 20 salî zêdetir e Kurdistana Bașûr bo PKK ê bombebaran dike…

08.10.2016


Print