2018-11-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Bobelatên mezin li nav pêkhatiyên Sûriyeyê
2013-11-08 00:19
Bawerê Omerî
Hejmarek pir kêm ji Xwendevanên ku bi pêvajoya dîroka rojhilata navîn hinekî mişûl in, dizanin ku ev welatên nû hatine bisînorkirin bermayê çi qûnax û derebegî û şahinşahiya ne, û dizanin jî bê bi navê miletên xwe çiqas şerên dijwar li dijî hev kirine, bo nimûne, Feroniyan şerên dijwar li dijî miletê Hitî kirine, û bi salan Aşûriyan şer li dijî Horî, Sobarî, Kardoxî, Mîtanî, kasî, Nayrî, Lorî, Xalta. Gutî û Madiyan (Kurdan) kirine, Aşûriyan fermana Israîliyan anîn û paytexta welatê wan Orşelîm wêran kirin, şahinşahiya Madî (Kurdî) bi alîkariya Kildan û Babiliyan şahinşahiya Aşûriyan di şer de şikand û welatê wan wêran kir û Cihûyên dîl ji bin destê Aşûriyên sitemkar rizgar kir, Iskenderê Meqdûnî dijminê pêşî yê Farisa bû, û şahinşahiya Farisî di şerên dijwar de şikand û welatê wan wêran kir, şahinşahiya Romê şerê Kurd û Ereb û Emazîxan dikir, Feroniyan şerê Israîliyan dikirin, Cihûyan bi navê ola xwe şerê peyrewê Isa dikirin û di nav wan de golên xwînê çêbibûn, Filehan bo heyfa Isayê pêxember hilînin, bi dest beşekî ji Ereban şerê Cihûyan dikirin, Cihûyan bi destê beşekî ji Ereban şerê Filehan dikirin, Zeredeştiyan xwe bi xwe li dijî hev şerê hevdû kirine, Cihûyan xwe bi xwe şerê hevdû kirine, Filehan gelek caran xwe bi xwe li dijî hev şer kirine, Ereban bi navê Xwedê û ola Islamê şerê Zeredeştiya û Cihû û Filehan dikirin, û Misilmanan jî xwe bi xwe şerên dijwar li dijî hev re kirine.

Bi şêweyekî giştî Tirk û Farisan, Tirk û Ereban, Kurd û Farisan, Faris û Ereban, Tirk û Ermenan, Urûs û Tirkan, Ereb û Kurdan, Teter û Ereban, Kurd û Tirkan, Teter û Kurdan, Tirk û Yewnaniyan, Tirk û Ewropî û Teter û miletên rojhilata navîn, van miletan hemiyan li ser xaka rojhilata navîn şerê hevdû kirine, û gelek caran miletê heman êl û netewê xwe bi xwe şerê hevdû kirine.

Piştî rûxandina şahinşahiya Osmanî, û dawiya wan bobelatên mezin ku di hevçerxa desthilatdariya wan de çêdibûn, hat, rûpelên dîrokê şanî me daye ku bi pîlan û di rêkên ne dadwer de, cîhan li çend dewletên bi hêz û sermayedar hatiye parvekirin, û li dijî daxwazên hinek miletan û li gor berjewendiyên xwe li seranserî cîhanê dewletên bi çûk û mezin damezirandine, û bi vê qûnaxa nû re careke din ev miletên rojhilata navîn toşî bobelatên pir mezin hatin, yek ji bermayê wê dîroka reş ya ku mîna darekê bi xwînê hatiye avdan, Sûriya ye, di destpêka sed sala bîstan de Sûriya li gor peymana Sykis – Bîko hatibû damezirandin û li gor bendên wê peymanê ew kete di bin destê dewleta Firensa de, bêyî ku kes guh li nerîn û vîna pêkhatiyên vê dewleta ku di bingeha xwe de hîn jî negihijtiye asta dewletan bikin.

Her miletek ji pêkhatiyên Sûriyeyê li benda delîvekê bûn, ku tola xwe ji miletên din hilîne, bo nimûne, Beşek ji nezan û şovîniyên Filehan (Sûriyan, Aşûr, Nestûrî, Ermen, Kildan, Rom û Marûnî) li benda guhertinekê bûn ku li rojhilata navîn çêbibe û bi sitemkarî tola xwe ji miletê Israîlî, Ereb, Tirk û Kurdan bistîne û desthilatdariyê li wan bikin, û beşek ji nezan û şovîniyên Elewyan li benda delîvekê bûn, ku tola Îmamê xwe Elî bin ebî Talib û herdû kurên wî Hesen û Hûseyen, ku ew herdû bi xwe neviyên Mûhemed Pêxemberê Ereba ne ji Erebên sunî bistînin, û beşek ji nezan û şovîniyên Erebên Misilman yên sunî li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Cihû, Fileh, Elewî, Durzî û Kurdan bistînin, û beşek ji nezan û şovîniyên Durziyan li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Fileh û Erebên sunî bistînin, herweha beşek ji nezan û şovîniyên Kurdan jî li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Ereb û Filehên ku bi xaçperestan re û bi hêzên leşkerî yên Teter û Urûs re li dijî Kurdan şer dikirin, bistînin.

Di destpêka sedsala bîstan de û piştî rûxandina şahişahiya Osmanî û di encama wan guhertinên mezin de li dewleta Sûriya ku nû bi sînor û nav kiribûn, bêtir daxwazên nezan û şovîniyên Fileh û Elewî û Durziyan pêk hatin.

Firensîyan bi rêvebiriyeke leşkerî û olperestî desthilatdarî li pêkhatiyên Sûriyeyê dikirin, û ji ber ku Firensa bi ola xwe Fileh bû, wê karbidestên Fileh ji Sûriyan û Aşûr û Ermen û Marûnî û Filehên Rom û ta bi Filehên Senîgalê û Ceza,irê jî li xwe kom kiribû û hemû dezgehên vê dewletê li wan parve kiribû, beşekî pir ji Filehan bawer dikirin ku dewleta Firensa zû bi zû dev ji wan bernade, ji lewra wan jî bi kêfa xwe bi alîkariya Firensiyan sitemkarî li miletên din dikirin, bi vî karên xwe yên neçê ku wan li welatê me dikirin, û ev têkiliyên nav herdû aliyan di heman demê de li cem pêkhatiyên din mîna Kurd û Ereb û Elewî û Dûrziyan eşkere û zelal bû, û bi wê sitemkariya xwe kîn û cûdabûnek pir mezin kirin nav van pêkhatiyan de, û ta roja îro jî bandora wê li ser zemînê diyar e.

Dema Firensa ji Libnanê kişiya, sîstem û destûreke nûjen ji wan re nivîsî, û li gor wê hemû pêkhatiyên li Libnanê di posteyên desthilatdariyê de beşdar in, lê berovajî wê, dema ew bi hêza xwe ya leşkerî ji Sûriyeyê kişiya, hêza xwe ya saloxgerî û ewleyî ya veşartî di nav hemû dezgehên Sûriyeyê de hişt û birêvebiriye hemû kar û pilanên wê dikir, û bi karê xwe yên ne çê tevliheviyek bê dawî kire nav pêkhatiyên Sûriyeyê de, û li gor sîstema ku ji Sûriyeyê re danîne, desthilatdarî xistiye destên hevlbendên xwe de, mîna Fileh û Durzî û Elewiyan.

Rast e, piştî sala 1970 desthilatdarî li Sûriyeyê bi navê Elewiyan û partiya Elba,is ve hatiye girêdan, û di bin re û bi dizî Fileh û Durzî jî hevparên vê desthilatdariyê ne, lê ev nerîn di bingeha xwe de ne pir rast e, ne Ba,isî û ne jî Elewî û Durzî dizanin bê kî vê recîmê bi rêve dibe, ta astekî dibe ku Fileh tiştekî ji vê razekê zanibin,

Vê recîma sitemkar bi dirêjiya pêncî salî nikarîbû bi hêza xwe ya sitemkar û di rêka dezgehên xwe yên veşartî de pêkhatiyên Sûriyeyê dûrî tolsitandina dîrokî bike, berovajî vê, recîmê bêtir şer û çanda tolsitandinê di nav wan de diçand, vê recîmê rê dida beşekî ji Filehan ku di bin navê partiya Elba,is de û bi nivîsandina raporên nehênî şerê çand û hebûn û dîroka miletê Kurd bikin, û Erebên sunî şerê Cihû û Elewiyan bikin, û Elewî û cihû şerê Erebên sunî bikin, û Durzî bi Elewî û Filehan û Cihûyan re şerê Erebên sunî bikin, û Cihû û Fileh û Erebên sunî û Elewî û Durzî şerê miletê Kurd bikin.

Vê rêcîmê pir alavên xapandinê jî bi kar aniye, ji wan, ew şerê kesayetiyên ku ji dil mirovhez û miletperwer û welatparêz in dike, û bi taybet şerê yên ku dixwazin xebat û karekî baş û çê pêşkêşî hemû pêkhatiyên Sûriyeyê bikin, dike.

Vê recîmê hemû komele û rêxistin û dezgehên zanist û çand û rêzaniyê lawaz kiriye, û nehiştiye ku hêzên rikberiyê di vî welatî de bighêjin asta serbetiyê ku karibin karên rêzanî û civakî û çaksaziyan pêşkêşî pêkhatiyên li Sûriyeyê bikin, bi zanebûn vê recîmê dikarîbû bêhêviyekê têxe nav rikberiya Ereb û Kurd de û wan ji hev dûr bike, û êl û olan berde hevdû, û malbatan ji hev dûr bike, û nema bira li birayê xwe ewle bibe, û di gelek deman de jin ji mêrên wan berdaye, û zarokên sêwî ji malbatên wan diziye û firotiye cirdevanên navdewletî û navê xebatkar û şervanan li wan kiriye ku ew ê welat û miletên bindest rizgar bikin, vê recîmê dezgehên perwerdekirinê kiriye cihê komîteyên saloxgerî û ewleyiyê, û dezgehên tenduristî û avakirin û çandinê hiştiye li benda dilovaniya Xwedê, kesê endamê partiya Elba,is û qumonîst be dikare di sê çar posteyên vê dewletê de kar bike, û yên ne Ba,isî be gereke berxwedaneke dijwar di ber jiyana xwe de bike, ta ku karibe xwe û malbata xwe bi nan û av bike, û yê li dijî vê recîmê rikberiyê bike yan girtî û koştî ye û ji mafên xwe bêpar e, yan jî surgonkirî ye.

ji ber ku beşek ji nezan û şoven û xwîndar û tundrewan ji nav miletên rojhilata navîn li benda delîvekê ne ku bibin desthilatdar û di rêka tolsitandinê de vî welatî bi rêve dibin, û berovajî wan jî hejmarek ji van miletan hene ku dixwazin bi mafên xwe şad bibin û di rêvebiriyeke paqij û dadperwerî de desthilatdariyê li xwe bikin, herweha bi vê hişmendiya ku di sedsalên orteyê de hebû, hemû pêkhatiyên Sûriyeyê li hev ewle nabin û ji hev ditirsin û li hevdû bi gûman in.

Ev rûpela reş yek ji bandora kiryarên vê recîmê ye û ji bobelatên pir mezin in ku li ser destê Firensiyên pêşketî hatibû destpêkirin, û hîn jî bêdawî ye, û di serê beşekî pir mezin de ji nav pêkhatiyên Sûriyeyê hatiye çandin, lê wekû zanyar û bijîşk dibêjin” Her nexweşiyek dermanek jêre heye” dermanê van bobelatan jî perwerdekirina nifşên nû ye, û bidestxistina mafên her pêkhatiyekê ye, bo her yek di herêm û welatê xwe de xwedî maf û azad be.

Bawere-Omeri@hotmail.com




Print