2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Nema vekirî
2017-01-07 22:10
Eskerê Boyik
Nema vekirî dostên xwe hevalên KOMKAR ê
/ PSK û HAK PARê /ra


Eva devedevî sî sal e, ku dostanya min bi hevalên Komkarê, rêxistina me ya netewî, li dervayî welêt ra heye. Hêzeke têkoșer, mirovhiz, welatparêz, rewșenbîr, tifaq û zane. Dostanya me li ser bîr û bawaryên me yên hevbeș, bê berjewandiyên șexsî, di nava salên dirêj da çê bûye. Ez bûme șe’dê wan kar, bar û çalakyên Komkarêye dîrokî, ku belgeyên ronayî ne di dîroke azadîhizya gelê kurd da, xazma li dervayî welêt. Di hale koçberyê da, ala azaya gelê Kurd li destê wan da, bi serbilindî dimeşyan. Rê wan ra rehet û sahil nî bû. Rojên dijwer ra derbaz bûn. Cîyê şahnazî û hurmetê ye ku tucar ji meydana têkoşîna ji bo mafê koçberên Kurd û azadya Kurdistanê dûr neketin, ji armancên xweye şerkarya dijî dagerkiran tu gav paşda navîtyin.

Di gel karê siyasî, șoreșgerî-kurdewarî, rêvabirin û alîkarya penabirên Kurd li dervayî welêt, pêwendiyên dostanyê tevî hêzên azadîxwez ê weletên ew navda, wusa jî karne per mezinin û kêrhatî di were pêşxistina rewşembirya kurdî da kirin. Barkêșin kar û barên wan yên kûltûrî, weșenî, rewșenbîrî-ronakbîrî. Dema di warî weșenê da çawa welêt wusan jî dervayî welêt valayîke așkere di cihana kurdewarî da hebû Weșenên DENG, Roja nu, Komkar karekî mezin kirin. Bi saya Komkare xwendevanên Kurd efrandinên nivîskarên meye klasîk û dema me - zanyarên Kurd e navdar Erebê Şemo, Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, M.Emîn Bozarslan, Hecîyê Cindî û gelekên din ra bûne nas. Bi seda pirtûkên barkêș hatin weșandin, kovarên DENG, Rûja nû, rojnemên Hîvî, Roja Teze û yên din bûne pêșengên mediya Kurdî. Bi seda belge, kasêtên kilamên gelêrî bi saya Komkarê bûn bûn malê xwendevana. Emekê vê rêxistinê ser min jî heye.Wana gelek berhemê min jî weșendin.

Tê bîra min her çalakîke Komkarê ew meș bûya, konfêrabs, mîtîng yan pîrozkirina cejna dibû șayîke netewî bi beșdarbûna hezaran evdên Kurd ji welatên cuda.

Vê dema dewî, dema Welêt da hinek nermayî di siyaseta hukumdarya dewleta tirk da çê bû, rêyên bi cûrê șiyasî çareserbûna pirsa kurdî vebûn, tevî kakê Kemal Bûrkay, lîdêr û rêvabirê wê hêzê, gelek andem û hevalê vê rêxistinê jî vegeryan welêt. Hêza azadîxweze kurdan HAK-PAR xurt bû, PSK jî çû welêt.
Ez û gelekê wek min hîvyê bûn ku ev hêza Kurda ya azadîxwez wê welêt da qewata xwe bike yek, bingeha xwe di nav gelê Kurd bi fireyî bavêjê, xurt be, gotina xwe bêje, hukumdaryê jî mecbûr bike dengê gelê Kurdî heq bibihî.

Vê demê, gava gelê Kurd demeke dîrokî ya pir bi aloz û nazik ra derbaz dibe, hewcedarî tifaq, yekîtî û hevgirtina bi hêz heye, Kurdistana Bakûr da hal hê xeter e. Hema vî halî da tîșbûn û bêtifaqî kete nava vê hêzê. Hevalê HAK-PARê û PSK ê ji hev qetyan, teyê bigota hevaltiya xweye bi sala ya bê qelp, biratyê jibîr kirin, dest bi karê jihev nerazîbûn û rexnan kirin.

Yekrêzî û heyîtya KOMKAR ê jî ketiye xeterê.

Min nakeve rola șîretkaryê hildime ser xwe, wusa jî karê min nîne heq-neheqiyê ji hev bașqekim, ji bo herd alî jî heval û hogirê min yê bi sala ne, rêya șiyasetêye dirêj derbas bûne, ji min rindtir rê û rêbaza zanin, tenê xwestina min ewe, bêjim: “ Heyfa kar û emekê weyî salê dirêj, têkoșîna weye hêja, navê weyî paqij”.

Rexneyên we ye tûj, bêhurmetkirina hev heval, dost û cêrxwezê we dêșînin, tu karê nadin ne hêzbûna HAK-PAR ê, PSK ê, ne jî KOMKARê. Ez zenim tu kara herd hêza jî hev bêhurmetkirin û rexna da nîne.Ew tenê xeyda weye ji hevdû kûr dike, berbi neyartiya bêfikir dibe.

Pêra jî ez tê derdixim tû pirsgirêkê destûrî yê îdîologîk, cudatya rê û rêbazan navbera we da nîne.

Ez bangî we dikim dest ji wan rexne û bêhurmetkirnên reșkirina hev berdin, hege hûn nabin yek wê tîșbûna navbera xwe da kûr nekin, rêyê tifaq û yekîtyê xirab nekin, rêya vegerê wêran nekin.

Ez wusa jî bang tukoșer, rewșenbîr û nivîskarê dema meyî gewre kekê Kemal Bûrkay dikim: “Te bi xûdana xwe, kar û zehmetiyên mezin ev malbeta tifaq, ya hêja û mezin bi salê dirêj demezirandiye, bibe rûspî û extyarê wê malê, tifaqê, hev girtin, hev hizkirinê, xêrxwezyê bike nav wê malbetê”.

Wê Yekê tenê tu karî bikî, Ji bo herd alî jî gura teda nin.

Bi hîvyên tifaq û yekîtiyê, birayê we:

07.01.2017
Print