2019-11-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
C E M A L Î
 
HEKÎM û ÇİRAX
2017-01-15 12:10
C E M A L Î
Hekimek rojekî çû ser nexweşekî. Çiraxê wî jî li cem bû.

Hekîm, piştî ku nexweş mayene kir, vegeri xwediyên malê û got: “We herhal pirasa pê daye xwarin, ne usa?”

Gotin: “Belê.”

Hekîm got: “Cardin nedinê. Prasa lê nayê…”

Û dermanek jî da nexweşî, bedêla hekîmiya xwe girt û tevî çiraxê xwe derketin çûn.

Piştî ku ew çûn, xwediyên malê di nav xwe da qisekirin, gotin: “Helal be ji vî hekîmî ra, çawa jî zane ye!”

Di riya vegerê de Çiraxê Hekim jê pirsî: “Te çawa zanî Apê Hekîm, ku pirasa dane wî nexweşî?”

Hekîm kenî û got: “Ma te ne dît, li ber derîyê malê qafikên pirasê hebûn…”

Çirax got: “Himm!..”

Piştî wê rojê Çirax xwe bi xwe got: “Baş e, ez sirrê hekîmiyê hîn bûm, êdî dikarim bi serê xwe jî vî karî bikim...” Û dev ji karê çiraxiyê berda, çû li ciyekî din dikanek vekir, li ser derî nivîsand: “Hekîm”.

Pir ne borî, rojekî hatin li derî xistin, gotin: “Keremke Hekîmo, li nexweşê me binêre!”

Hekimê me yê ciwan derket bi wan ra çû. Dema giha wê malê bala xwe dayê, gelo çi heye li ber dêrî? Dît ku semerekî kerê heye li wir…

Hekimê me yê teze, piştî ku nexweş mayene kir, vegerî ji xwediyê malê ra got:

“Ma we semer bi vî merivî daye xwarİn?”

Xudiyê malê şaş bûn man. Gotin semerê çi, Hekimo, ma tu henekê xwe bi me dikî?

Hekîm got: “Înkar ne kin, we semer bi vî nexweşî daye xwarin, sedemê nexweşiya wî ev e!”

Xwediyê malê aciz bûn, gotin: “De here lo, tu ne hekîm mekîm î!” Û pîhnek lê xistin û ew kirin der.

Di riya vegerê da hekîmê me yê ecemî, xwe bi xwe qisedikir û digot: “Hella hella, pekî ew semerî pişt derî çi bû?!.”


Print