2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Gotareke balkeş û wergera bi kurdi!‏
2013-11-18 01:18
Kemal Tolan
Hêjayan,

Weke ku hinek ji we dizanin, demek beriya vêga gotereke min ya bi navê „Pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê*“ di gelek malperan de hate weşandin. Ez îro dîsa wan hemû edîtorên malperên Kurdî, yên ku ev gotara min di malperên xwe de weşandine spasdikim.

Gava ku hûn bikaribin li wê binêrin, min gotibû“li goriya ku ez ji baweriya Êzdîtiyê fahmdikim, çi gava ku meriv bikaribe li ser cewahirên bingehên ilmê baweriya Ezdahiyan baş lêkolîn bike, hingê merivê bivîne ku, baweriya Ezdahîtyê cûdetiyê naxe navbêna tu av, ba(hawa), agir(nûr) û axa li ser ruyê dinya yê hene.

Weke ku ez ji van sebeqên ilmê Xwedê nasîna me Ezdahiyan, yên ku dêjen,

„Pedşê min cebar e ku

Ji durê erfan dibûn çar e

Axe, ave, baye û agir e „ (*1)

„ Xwedawendê me rehmanî

Çar qisim(cewahir) ji me re danî

Pê dilovan Adem nijinî „ (*2)

fahmdikim, Xweda yê me pêşîn ji van her çar êlêmêntan(ax, ba, av û agir) dinya afirandiye û bi wan jî Adem jiyandiye…………….”çavkanî û berdewama vê gotarê hêjî di gelek malperan de heye (Weke mînak *1)!

Min di peyra bi dilxweşi dît ku rêzdar mamoste Müslim Korkmaz jî, bi zimanê Tirkî û di “Kovara Kızılbaşan - rûpel 13 - hêjmar 31 – Cotmeh 2013(*2)” de, gotareke balkêş li ser babetên êlêmêntên ku dinya bi wan hatiye afirandin û ew hêjî di nav Êzdiyatî-gelek baweriyên rojhilatanavîn de pîrozin, nivîsandiye.

Ez bi mamoste Müslim Korkmaz ra ketime pêwendiyê û gotê, ez dixwazim vê gotara te wergerînime ser zimanê Kurdî. Mamoste jî gelekî dilxweş bû û got,”wekî wisa ye, naveroka vê gotara min a bi navê(*3) û berfiretir li cem min heye û ezê wê ji te ra bişînim.” Spas ewî ev gotara xwe(*3) ji min ra şand.

Êdî ez vê gotara mamoste Müslim Korkmaz, ya ku piştgiriyê dide nirxandinên min, li goriya tirkî û kurdîzanîna xwe werdigerînime ser zimanê Kurdî.

Ez wê pêşkêşî agahdariya we birêzan,
lêkolîner û zaniyarên Kurdî-Êzdîtiyê dikim:

“NERASTİYEN Lİ SER TAWİSÎ MELEK HATİNE GOTİN Û TİŞTÊ KU Bİ SERÊ GELÊN BİNDEST VE HATİNE!

Ez bixwe heznakim ku, di siyasetê de peyvên oldariyê weke çavkanî bêne xwanêkirin. Ji xwe hîsên min, yên dînî jî hewqasî ne bi quwetin. Lê ez pêwîst dibînim, di vê nivîsê de bidime diyarkirin ka mirov çewa dikare bi peyv- bernavkan, hebûn û rastiya nirxan serûbinbike.

1-Tawisî Melek, melekeke?

- Erê! (Adem pêxember û zarokên Adem, hinek bernavkên neqenc pêvekirin û Tawisî Melek weke ku serekê hemû xirabiya ye dane xwanêkirin)

2- Ê başe, ev nerastiyên ku li ser Tawisî Melek hatine gotin û ev bernavkên ku pê ve hatine vekirin, rastiyeke bi heqî û wîjdanî ye?

-Li goriya dîtina min na, ev ne heqî û rastiyeke bi wîjdaniye. Bingehên van sedeman çi dibe bila bive, meriv nikare Tawisî Melek neheqbike. Ji ber ku Tawisî Melek cûdatî nekiriye nava milyaketan, neheqiya ku li hemberî êlêmêntê agir( yê ku dinya pê afiriye) hatiye kirin ne pejirandiye, ji Adem ra secede nekiriye, ew timî li ser heqî û rastiyê ye.

Eger ku zarokên Adem, heta roja îro ev rastiya Tawisî Melek berûvajî nekirina, wê ev bandoriya dagirkirin û bindestîkirina li ser gelên blindest jî ewqas bela nebûna.

Mijara sedemekî din jî, qedaxeya xwarina sêven di nav baxçê Bihûştê de ye.

3- Wexta ku Xwedê, hemû tahm(nîmet)ên li dinya yê ji bo berjiwendiyên giyanberan pêşkêşkirine, ew ji bo çê tahmkirin(xwarin)a sêvê ji milyaketan re dike qedexe, çima Hawa û Adem rêzê li vê bîryara Xwedê nagirin û gunehê bênefsîtiya xwe ji Tawisî Melek ra dikine bargiranî? Gelo hêza însanan di nav van mînakên ku hatine gotin de tûne ye?

-Pîroziya Tawisî Melek, di nav baweriyên gelên qedîm, yên gelekî beriya Cihutî, Xaçparêzî û Bisilmanetiyê de hatiye naskirin. Êzdiyên birayên me, yên ku vêga di nav erdnîgariya me de dijîn, ew hêjî ji meznayî û pîroziya Tawisî Melek bawerdikin.

Ji xwe ancax merivên ku nirxên însanetiyê hildigirin, ew fêhmdikin, ev nerastiyên kirêt û peyvên neqenc ji bo Tawisî Melek dûbaredibin û hêjî hima her roj li ber çavên van birayên me yên Êzdî têne gotin. Weha ev bawermendên gelê qedîm pê diêşen û birîndardibin.

Bi dîtina min, ev neheqî, piçûkdîtin, kirêtkirin û birîndarkirina hestên van birayên me, sucekî mirovatiyê ye.

4- Ji ber çê zarokên Adem ev nerastiyên kirêt lihevanîn û belakirin?

-Yek ji gelek sedemên cûda jî ev e:

Zarokên Adem pêşîn gotin ku, di nava jinê de xirabiyek heye û ev nerastî belakirin. Ewan dixwast bi vê şaşîtiyê, jinê bêparastin bihêlin û wê bixine bin bandora mêr. Dûre jî derew belakirin û gotin, sedemê ku di nava jinê de xirabî heye jî, Tawisî Melek e. Ewan xwast vê şaşîtiya xwe bi jin û nifşên ku li pey wan werin ra jî bidine pejirandin.

Dema meriv îro bala xwe berde ser vê îdaya van merivên ku dibêjin, bingeha vê xirabiya ku di nava mirovan de heye Tawisî Melek e, piraniya wan ji welatên Îslamê ne. Gelo ev binpêkirina mafên jinê û tevaya mirovên di nav welatên Îslamê de û bi taybetî jî di nav welatên Ereban de rasthatî(tesadûfî)ne ?.

5- Adem, melekeke?

- Erê. (Zarokên Adem pêwîstdîtin ku ew di bihuştê de bimîne û wî weke babçakê xwe dane xwanêkirin)

6- Elewî-Kurdên kumsor(kizilbaş), di peyra jî hemû Kurdên ku bi zorê Bisilman bûne, yanî Êzdî, Ermenî, Sûryanî û hîn gelek gelên din, ev tev xelqên Mezopotamiyê yên qedî min? Bingeha baweriya vaqas gelan ji çavkaniyeke ku di dinyayê de ya herî kevn, wekehevî, însanî û demokratîk e hatine?

- Erê!(Alema Ereb û Tirkên Bisilman ewqas gel weke mirovên bi dûv, qatîl, gunehkar, gawir û terorîst dane naskirin. Qismek ji van gelan bi darê zorê kirine Îslam û ew ji baweriyan ya kevnar veqetandin.

7- Gava ku Tirkan Rojhilatanavîn wêrankirin pê ve, ew bi koçberî hatine Anatoliyanavîn, Mezopotamiya, Afrîka Başûr û tevaya welatên li Balkanan hene bi darêzorê dagirkirin?.

-Erê! (Tevaya gelên dinyayê, ew weke Tirken Barbar naskirine…)

8-Tevî evqas neqenciyan jî, gava ku meriv li goriya dîrok, zanîn û sosyolojiyê li van tespîtên li jorê binêre, kesekî karîbuye bi zanistî xirabiyê Tawisî Melek tespît bike? Em dikarin qet delîlekî pêşkêşbikin?

-Na... lê, dibêjin Tawisî Melek sêv bi Adem û Hawa daye xwarin. Eger ku wisa be jî, di vira de tu zor û tehdît ne hatiye bikaranîn. Lê belê, dosaya ya sucê dîktatorî, qirkirin, dizî, zilimkarî û tecavûzkirin, zor û derewên zarokên Adem amadene.

9-Ev neheqiya piçûkirina Elewîtiyê û gotinên ku dibêjin Kurd bidûvên, terorîstin, mirovên ku lingên wan nagîjine ser erdê, ne bê bingeh û derewên mezinin? Her weha, ev êrîşên hovana yên ku têne serê hemwelatiyên Êzdî, ne dujminî û xeteriyeke kirête li ser tevaya mirovatî û baweriyan e ?

-Belê,

lê mixabin ew dînên ku bûne alet(amûr)ê siyasetê û hinek olên bi nave dîn siyasetê dikin, ew li dijberî van baweriyên ku min li jorê dane xwanêkirin, di bin şemsî û hemeta fikrê azad de têne parastin. Û ev mihacirên ji Rojhilatanavîn hatine, Balkanên asîmle buyî û Tirkên dagirker gelên Ermenî, Sûryanî, Pontus, Kurd-Elevî û hwd. … qirkirine.

Vêga hêjî madaliya symbola barbarî û hovîtiya wan di situyên wan de dalqandiye. Her wisa qetliyamên Ereban yên dibin navê „cihat“ û fetwan ku li Elewiyên Kizilbaş(kumsor)- Kurdan kirine û buyerên ku gelek kes bi zora devên şûran Bisilmankirine li berçavanin. Jixwe bingeha çavkaniya vî bernavkê neqenciyê, yê ku ji bo Tawisî Melek hatiye gotin EREBİN û TİRKAN jî ew derewa ku Tawisî Melek serê hemû xirabiyê ye parastin û dane xwanêkirin….

EM BİZİVİRİNE SER MESELEYA BİNGEHÎN

Tawisî Melek ji cewahir(êlêmênt)ekî weke xar(top)ekê girover, nava wî tijî gaz(hewa) û agir buye hatiye afirandin. Êlêmênta avê ji ber hewaya „gaza hîdrojen û oksîjena“ di nav agirê vê xarê debû ye peydabuye.

Dîsa germahiyeke mezin di nav agirê vê xara êlêmênt de hebuye. Li goriya ku dijberiya germahiyê sermahî ye, wisa jî di esmanê(atmosfera) wan de hewa heye.

Her wisa di nav atmosfera gaz(hewa)ên li derdora dinya yê û di nav çavkaniyên vê xara cewahirê girover de êlêmêntên gaza azot, oksijen, karbondioksit û yên mina ozon ê jî hene.

Wexta ku germahiya li derdora dervaya vî cewahirê weke xarekê girover de kêmdibe û di cimide, hingê ax(erd) jê diafire. Hemû giyanberên ku ji axê afirîne jî , di nav veguhastinên demî de hatine gihîştine vê hebûna xwe ya ku îro heye.

Vêca rastdibe ku, nijada av, ba(hew-qeşa) û axê agir e. Tawisî Melek bi xwe jî agir e.

Sedem(sebeb)a ku ol/dînên kevnar ji rojê û agir bawerdikirin jî ev e. Bi taybetî jî Elewî , Êzdî û hinek olên din , îro hêjî agir pîroz dibînin.

Em vegerin werine ser çavkaniyên bingehên neheqiyê:

a- Tawisî Melek agir e, qalibê Adem jî ji ber xweliya agirê ku temiriye hatiye afirandin. Adem ji ax/erdê peydabuye, de vêca kî meznaya Adem, di ser ya Tawisî Melek de û ne rast daye xwanêkirin?

Bersiv: - Zarokên Adem, ev ne rastiya belakirin.

b- Kî ev ne rastiya ku Tirk birayê Kurdan yên mezin in, Kurd jî xizmetkar û birayê Tirkan yê piçukên belakirin?

Delîlekî ku vê biratiyê bi zanistî û biyolojîk bide xwanêkirin tûne ye. Ew kesên ku van îdayan diparêzin, ne derewên mezin dikin?

-Çewa van zarokên Adem, berê bi derewan meznaya Adem, di ser ya Tawisî Melek de dahne xwanêkirin, bi zora xwe mafên gelek gelên bindest tûne kirine, îro hêjî wisa bi bernavk û peyvan derewan dikin.

Ev derewa ku dêjin, “gelên dinya yê bira ne“ jî eynî leystîke û ew dixwazin weha gelên bindest li hemberî gelên serdest bêhêz bikin.

Di van rojên dawîn de, ew kesên ku moda herî dawî dixemilînin, pêşkêşî bazarê dikin û dêjin, „Kurd û Tirk bira ne„ ev jî weke wan kesên ku li Tawisî Melek derewkirine, wisa li hemberî gelê Kurd sucekî mezin û derewan dikin. Müslim Korkmaz - 2013(*2) „

Ez hêvîdarim ku ev werger û berhevkirina min jî bi dilê web e!

Kemal Tolan, Xemxwar û berhevkarê Kevneşopên Zargotina Êzdîtiyê

14.11.13


*Çavkanî:

1. http://kizilbas.biz/kizilbas-dergi-arsivi/finish/3-kizilbas-dergisi/18-k-z-lbas-dergisi-haziran-2013.html -Rûpel: 43

2. http://www.kizilbas.biz/attachments/article/150/2013-10%20Kizilbas%2031.pdf

Kovara Kızılbaşan - rûpel 13 - hêjmar 31 – Cotmeh 2013.

3 – „TAWİSÎ MELEK HAKKİNDAKI YANLIŞ SÖYLENTİLER VE EZİLEN HALKLARIN BAŞINA GELENLER.“ -Mamoste Müslim Korkmaz: „di sala 1950 de û di nav malbateke Kurdên Kizilbaş de li gundekî Dêrsimê hatiye dinya yê. Ewî xwandina xwe ya heta perwerdeya mamostetiyê li bajarê Dêrsim(Tunceli)ê xwandiye. Di sala 1973 de ji ber xebata xwe ya ji bo Kurdîtî û Komînîstiyê ketiye zindana Amedê. Piştî afuya hikumeta Ecevit ya sala 1974, weke mamoste sirgûnî bajarê Kütahya yê buye û di peyra hatiye li istanbulê karê mamostetiyê berdewamkiriye. Ewî li Istanbulê jî xebata xwe ya siyasî û ya di nava „TÖB-DER“ `ê de berdewamkiriye û di sala 1979 de mecbûr dibe ku were li Almaniya yê bive paneber. Ewî piştî demeke paneberîtiyê, karê mamostetiya xwe li cem berpirsyarên dewleta Almaniya jî daye pejirandin û ew îro teqawîd buye.“ K.Tolan
Print