2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Rizgar Amedî
 
Bijartina paşdaçekên 'da' û 'ra'
2017-06-30 11:49
Rizgar Amedî
Divê em di serî da bibêjin ; nivîskarên ku bi awayê ‘DE’, RE’ dinivîsin,li wan rexne nagirin. Her kes azad e di awayê nivîsandina xwe da. Kêm an zêde, bingehên rêziman û rastnivîsa kurmancîyê hatine danîn û piranîya nivîskaran jî, li gorî vê rêzimanê dinivîsin. (Bê guman rastnivîs jî, yek ji hêmanên rêzimanê ye)

Daçek ji mijarên girîng ên rêzimanê ne û erkên wan, alîkarîya nîṣandana asûn (ṣûn-pozîsyon), jêder, ber, hêl û awayîyê ne û dibin sê par :

1-Daçekên sade

2-Pêṣdaçek

3-Paṣdaçek

Peyva daçekê jî, wisa dixuye ku peyveka nûçêkirî ye di Kurdî da. Ji bo vê peyvê bi E’rebî adāt di wateya hacet, amraz, û di rêzimanê da jî, bi wateya peyvikên ku bi tena serê xwe bêwate ne, tê gotin. Ji bo pêṣdaçekê, bi Fransizî, Ingîlîzî préposition,preposition û ji paṣdaçekê ra jî dibêjin postposition.

Em di vê nivîsara kurt da, tenê li ser bijartina (tercîh) paṣdaçekên ‘DA û RA’ radiwestin ;

« Ji çilî bêhtir deng hene di zimanê Kurdî DA . »

« Kesên bi Kurdî dizanin, ez ti carî, bi wan RA, bi zimanekî bîyanî napeyivim. »

Paṣdaçekên sereke ‘DA, RA, VA’ ne û bi alîkarîya pêṣdaçekên ‘BI, DI, LI, JI’ tên bikaranîn. Gelek caran, pêṣdaçek di xeberdana Serhedîyan û li cem Kurdên Sovyeta berê nayên bikaranîn.

Niha pirsa me ev e : gelo kîjan awa çêtir e, ‘DA’ an ‘DE’ / ‘RA’ an ‘RE’ ? (paşdaçeka VA / VE jî heye)

Gava di mijareka wisa da, em dikevin dubendî an nakokîyê, divê pîvanên me çi bin ?

Em dikarin, di mijarên wisa da, çar xalên bingehîn ji xwe ra bikin rêber.

1-Jimara wan pir zêde nebin jî û wan wê demê gelek peyvên bi E’rebî bi kar anîbin jî, helbestvan û nivîskarên me yên dema klasîk bi çi awayî nivîsîne ?

2-Pirranîya Kurdan kîjan awayî bi kar tînin ?

3-Ji alîyê fonetîkê (denganî û dengnasî) va, kîjan awa, di bilêvkirin û denglêdanê da zêdetir li ahenga Kurdî tê ?

4-Kîjan awa di zaravayên din da tên bikaranîn ?


Bê guman, hin xalên din jî hene ; weka, frekansa vî dengî, daqurtantina wî guhertinekê pêk tîne an na ?

1-Pir mixabin, hin kesan gava nivîsarên kevn transkript dikin an tîpdiguhezin bi ser tîpên latîni da, bi neheqî û qaşo li ser navê yekkirina kurmancî/standardkirinê, ‘DA , RA’ yên kilam û stranênên gelêrî û dengbêjî yên bi Kurdî, bi awayê ‘DE, RE’ dinivîsin.

Gava em li berhemên nivîskarên me yên dema klasîk weka Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û yên din binihêrin, dê bibînin kû nivîskarên me yên nemir hemî jî bi awayê ‘DA, ‘RA’, bi tîpa elîf ku gava tê paṣîyê ‘A’ tê xwendin > da=Iد, ra= I ر nivîsîye.

2-Eger em bi terefgîrî li vê pirsê nenihêrin û rastîyê bibêjin ; 95/100ê Kurdan di axaftinê da, DA û RA bi kar tînin. Em dikarin pir bi hêsanî bibêjin ku awayê ‘DE, RE’ herêmî ye, anku piranîya gelê Kurd ‘DA, RA’ dibêjin. Bînin bîra we ku , Kurdî zimanekî fonetîk e, û ji devê me gava dengê ‘A’ derdikeve, em wê bi tîpa ‘A’ jî binivîsin !

Em li jêrê, yek bi yek navê bajar û herêmên ku lê ‘DA, RA’ bi kar tînin, rave dikin.

BAJAR Û HERÊMÊN KURDISTANÊ KU PAṢDAÇEKÊN ‘DA, RA’ BI KAR TÎNIN :

LI BAKURÊ KURDISTANÊ;

Amed, Agirî, Wan, Colemerg, Dêrsim, Semsûr, Bedlîs, Mûş, Erzingan, Çewlig, Riha, Gurgum, Îdir, Qers, Erzirom, Sêwaz, Meletî, Erdêxan, Êlih, şirnex, Dîlok, Xarpêt.
Gelek nas û dostên min ji van bajaran hene û ez bi wan ra her tim, wek prensîp, bi Kurdî dipeyivim. Hemî jî ‘DA , RA’ bi lêv dikin.

Li Mêrdîn û bajarokên wê pirranî ‘DE, RE’ dibêjin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ :

Zaxo, Dihok, Xaneqîn, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî…

LI ROJHILATA KURDISTANÊ :

Mahabad, Sine, îlam, Ûrmîye, Mako, Serdeşt, Kirmanşan...

LI ROJAVAYA KURDISTANÊ


Li Kobanî, Efrîn, Hesekê û Qamişloyê her du awa jî bi kar tînin. Herêmên nezî sînorên Dîlok ( E’ntab) û Rihayê bi pirranî ‘DA, RA’ dibêjin.

LI CEM KURDÊN KAFKASYÊ

Hemî Kurdên li komarên Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistanê û yên din awayê DA,RA dibêjin û dinivîsin.

ANATOLÎYA NAVÎN :

Kurdên ku ziman û çanda xwe parastine li bajarên Anatolîya navîn (Qirṣehir, Qonya, Enqere) ku ji van bajaran jî, min gelek nas û dost hene û bi tevan ra jî, bi Kurdî xeber didim, giṣt jî paṣdaçekên DA, RA telafuz dikin.

3- Ji alîyê fonetîkê va, dengê ‘A’ ji ber ku dirêj û vekirî ye, melodîk e.Dîsa mixabin, êdî kes bi dengekî berz û bilind helbest û tekstên bi Kurdî naxwîne û tenê bi çavan dixwînin (an pir kêm kes li ser Youtubê dixwînin) ji tehma helbestî ya Kurdî bêpar dimînin.

Hin kes ji ber ku bi mantiqa tirkî difikirin, dibêjine ; dengê ‘E’ zirav e, sivik e û xweştir e ! Baş e, ku wiha be, dengê ‘A’ di zimanê Kurdî da, yek ji dengê herî pir xwedî frekans e, anku ji gelekî dengan bêhtir tê bikaranîn, em dê çi lê bikin ? Ev nêrîn ne mantiqî, ne fonetîkî, û ne jî zanistî ye. Li gor van kesan, Kurdên ku (95/100ê ku li jorê yek bi yek navê bajar û herêmên wan hatine nivîsîn, ‘haṣa’ bi awakî qebe û giran dipeyivin ?!

Berevajîyê wê, gava paşdaçeka ‘RE’ bi kar tînin, ji ber ku ev deng kurt û girtî ye, dadiqurtînin, heta hin caran wî telafuz jî nakin. Ev yeka hanê jî, axaftina Kurmancîyê têk dibe. Mînakên ecêb carcaran bi nivîskî jî dibînin di daqurtandina bi vî dengê ‘E’. Heta gava tevgeran dikṣînin jî ; di ṣûna ‘bike>bik, here>her, bigire>bigir. Dengê ‘E’ di axaftina Nisêbîn, Dêrik...ku bi ser Mêrdînê va ne, pir tê daqurtandin

(Bila min bibexṣînin, gava rastî hin kesan têm, di axaftinê da jî, zorê didine xwe bi awayê ‘DE,RE’ dixwazin telafuz bikin, lê ji ber ku ew ne ji herêmên ku ‘DE û RE’ lê tê bikaranîn, dikevine rewṣa pêkenînê. Ji ber ku bi herêmên wan dizanim û nikarin bi xweṣikî vî dengî bi lêv bikin)

Mînakek di daqurtandina denge ‘E’ li bajarokên Dêrik û Nisêbînê : « Ez pêr çûm ». >

Duh na PÊR an Pê re (bi+wî/wê=pê) ?

Mexsed ‘pê re’ ye, lê ji ber ku dengê ‘E’ dadiqurtîne, wî wenda dike.

4-Di zaravayê Soranî û di gelek devokên din da jî ‘DA, ‘RA’ dibêjin û dinivîsin.

Neyê jibîrkirin ku, Osman Sebrî, Qanatê Kurdo, Seyda Mihemed Emîn Bozarslan û gelek nivîskarên hêja ên sax û ên koçkirine, ji nivîskarên Kurd yên Qafqasyê Erebê şemo, Hecîyê Cindî, Xelîlê Çaçan, Celîlê Celîl, Tosinê Reşîd û gelekên din bi awayê ‘DA , RA’ nivîsîye. Em di ‘Hawar’ê da jî carina rastî nivîsên bi paṣdaçekên ‘DA,RA’ tên.

Divê bi hinceta yekkirina (standartkirina) Kurdî, paṣdaçekên ‘DA, RA’ neyên paṣgokirin. Hêvîya me ev e ku, nivîskar, rojnamevan û helbestvanên Kurd bi awayê ‘DA, RA’ jî binivîsin. Bikaranîna ‘DA, RA’ zimanê me qebe û giran nake. Berovajîyê vê, xwendin û nivîsîna paṣdaçekên ‘DA, RA’ zimanê me yê ṣîrîn biahengtir û helbestî dike.
Print