2017-12-12
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Em sond bixun bibin pêșmergê dewletbûna welatê xwe.
2017-09-04 18:55
Eskerê Boyik
Niha di jiyana gelê kurd da rojne dîrokî ne. Gerekê em xwe bextewar bibînin ku ședê vê dema pîroz in. Welatê me berbi serxwebûn û dewletbûnê diçe.

Pêșyê me bi axin û keser hatine, derbaz bûne, dagerkiran tenê bi zimanê çek û sîlihan, bi kuștinê, wêrankirin û talankirinê, bersîva wan dane.
Neyar û dagerkirên Kurdistanê, dîrokê da, çi weșîtî hebûye Kurdistanê da pêk anîne.

Îro jî heçar perçê Kurdistanê da weșîtiya wan berdewan e!
Kurdistana bê dewlet, bê xwedî, bê hêz tu cara jî xezeb û zulma wan xilas nabe!

Kurdno bifikirin wê wa kuda here?
Rojekê gerekê dewî vê rezîlyê bê?

Ji wan netirsin! Heçar perçê Kurdistanê da jî gelê Kurd ji neyarê xwe bi hêztir û xurdtire!

Dewletbûn ji koletye, bindestyê, bêmafiyê, rezîlyê xilazbûna gelê Kurd e. Ew welatê kurda da dewî anîna neheqyan, komkujyan, wêranyan e.
Min temamya jiyana xwe xerîbyê, penaberyê da derbas kirye, min lingê xwe jî hê navîtiye Bașûr, hukumdarya Bașûr ji bo șexsê min tu tișt nekirye, ew û mediya xwe qet derheqa min û karê min jî nizanin jî… Lê her kurdekî șîrhelal, ew li ku be, çi hali da be, çi olê û girêdayî kîjan hêzê be, gerekê rind zanî be, bo ji vî halê koletyê, xerîbiyê, rezîlyê, hebs û zindanên dagerkiran xilazbûna wî, zarok, malbet, gel û civaka wî tek rêk heye, ew Dewletbûna Kurdistanê ye.

Îro jî em dagerkiran ra dibêjin: „ Li vê dinya merdane da cî me teva ra heye, werên em bi așîtî, biratî, xatir ji hev bixwezin, dewî vê dijîtî, neyartiya nav gelên xwe bînin.

Nava xweda baxçê cînartiya qenc, dostanyê, alîkaryê, evînê daynin.
Lê hûn dibînin cînarên me, birên kurda yê bawaryê, ewên bi dewr-zemana xûna gelê me xwerin e, îro weke gura dîn û har bûne, hewara xwe dinyayê dadixin, hêwarze qalmeqalm hewar gazya wan e, çek-sîlihê zulm dikirin, lêne gelê Kurd, çi bi kurdî ye bișewitînin, biqelînin, tune bikin…
Biratya me naxwezin, koletya me dixwezin.

Kurdno, ku em dîsa Kole nemînin rabin em bi hevra, li van rojên pîroz sond bixun, bibin pêșmergê Serxwebûna welatê xwe-Kurdistanê:

ÎRO EM DEWLETA XWE ÇÊKIN!
SIBÊ WÊ DERENG BE!
Print