2024-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Doç. Dr. Ekrem Önen
 
Siyaseteke reel, aqilselîm ne siyaseteke sergerm û ecele wê kurda bibe serxwebûnê
2017-10-09 17:48
Doç. Dr. Ekrem Önen
Piştî referandûma 25ê îlonê pirsa yekem ew bû ku kurd wê kengî sexwebûnê îlan bikin. Ev pirs bê guman yek ji pirsê herî girîng e, ku kete rojeva kurdan û cîhanê. Bê guman daxwaza her kurdekî ye ku xwezî kurdan bikarîba sibe serxwebûn bi dest xistana, Lê pir heyf cîhana em îro têde dijîn ne her gav daxwazê mirov û rastiya heye li hev dike. Cîhana îro em têde dijîn faktorên derve heger ji faktorên hundir ne girîngtir be, bi kêmayî bi qasî faktorê hundir girîng e. Pirs ne pirsa xwestin û mêrantiyê tenê ye pirs pirsa taqetê ye. Ji ber wê tevgera siyasî a Kurdistanê bi taybet a Başûr û Rojavayê Kurdistanê dive rewşa cîhanê û herêma rojhilata nêzîk û navîn baş ders bike û li rewşê tevbige. An na bi sergermî û ecele kurd dikarin destkeftiyên mezin ji dest bidin. Yek ji siyaseta girîng ku tevgerên kurd dive bimeşînin ew e ku heta ji wan bê di parelela siyaseta DYA, Rûsya û YA de siyasetekê bimeşînin hinek beyanên van welatan yên konjukturel ne bi dilê me bê jî wek stratejîk hesabê van welatan li ser Kurdistanê pozîtîve û tevgera kurd dive vê ya baş ders bike. Bi tu awayî dive kurd dijberiya van welatan neke. Ji ber ev welat bi qasî tê fam kirin bi taybet DYA û Rûsya konsensusek ne diyarkirî li ser herêmê û bi taybet di pirsa Kurdistanê de kirine. Di vê sedsala dawî de gelek tifaqên bi dizî di navbera welatan de hatine kirin û paşê aşkere bûne weke tifaqa 1916 Sykes-Picot ya navbera Brîtanya, Fransa û Rûsya ji bo perçekirina împaratoriya Osmanî û tifaqa Ribbentrop di 1939an de beriya şerê cîhanê ye duyemîn, di navbera Almanya û Rûsya de ji bo li hev parve kirina Rojavayê Ewrûpa hate îmze kirin. Divê em bi zanibin niha jî ji bo nîzama nû a cîhanê û ji nû de dîzaynkirina herêma rojhilata nêzîk û navîn tifaqe weha hebin dive ji bo kurdan ne xerîb be. Ji ber wê ez dihesibînim konsensûsek ne diyarkirî di navbera DYA û Rûsya de heye. Siyaseta reel a niha vê ya ji me re dide rêdan. Hêjaye kurd vê ya bê sergermî û ecele ders bikin û li gor wê siyasetekê bimeşînin. Ji bo vê ya ilmekî mezin nabê heger em li van 25 salên dawî li destkeftiyên kurdan binêrin tev bi piştgiriya van welatên li jor min behs kirî bi dest ketin, li başûr, li rojavayê Kurdistanê. Her weha niha jî ne ji van welatan be, welatên Kurdistan perçekirine wê êrîşî kurdan bikin û destkeftiyên hene têk bibin bes ev çend roje em dibînin ji qelebalixê pê ve van welatan nekarîne li hember Herêma Kurdistanê tiştekî bikin. Ev jî pir aşkereye ji tirsa van welata ne bi taybet ji tirsa DYA û Rûsyayê ye. Her weha pirsa ambargoya ser Herêma Kurdistanê jî aşkere bû ji ber tirsa van welatan nikarin ambargo jî deynin ser Herêma Kurdistanê. Tevgera siyasî a Kurdistanê pirsa serxwebûnê divê bi dostên xwe yên zirhêzên navnetewî îstîşare bikin û ji wan işareta kesk wergirin û tevbigerin. Weka çawa pirsa referandûmê bi wan re îstîşare kirin û bi ser xistin. Heger bê bira we beriya îlana referandûmê bi du roja serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li gel cîgirê xwe Qubat Talabanî li Rusya bûn û serokê parastinê Mesrûr Barzanî li DYA bû. Piştî vegera vana ji Rûsya û DYA bi du rojan kurdan îlana tarîxa referandûmê kirin. Ev ji me re dide rêdan Kurdistana Başûr beriya referandûmê îlan bikin bi dostên xwe re ev pirs îstîşare kirin ji wan işareta kesk wergirtin û referandûm kirin. Ji ber wê ye referandûm bi selametî bû, bêyî ku bûyerek bibe derbas bû. Niha jî di pirsa serxwebûnê de jî lazim e heman siyaset bê meşandin. Heger mînake din mirov bide piştî referandûmê bi du rojan serokerkanê Tirkiyê serdana Îranê kir li gel serokerkanê Îranê hevdîtin kir xwedêgiravî ji bo tedbîrên leşkerî li hember Herêma Kurdistanê bistînin di heman rojê de serokerkanê DYA û Rûsya bi telefonê bi hev re peyivîn, ew sinyal bû ji bo Tirkiye û Îranê. Her weha di dema serokkomarê Tirkiye Erdoğan serdana Îranê kir û li gel serokkomare Îranê Ruhanî ji bo ambargoya aborî li ser Herêma Kurdistanê çêkin di heman demê de serokkomarê Rûsya li Moskow beyan da got; ”Ez ne bawerim kesek bixwaze ambargoyê deyne ser Herêma Kurdistanê û got pirsa serxwebûnê pirsa Iraqê ya navxweyî ye û têkiliyên me yê dîrokî yên baş bi miletê kurd re hene.” Ev tev ji me re dide rêdan divê kurd siyaseteke reel li gor rewşa heye bimeşînin û her gav bi dostên xwe re îstîşare bikin an na kurd bi serê xwe taqet têrê nake li hember 4 dewletên dagirker bi serkevin. Heger tevgera siyasî siyaseteke reel di paralela siyaseta dostên xwe de bimeşînin wê destkeftiyên mezin bi dest bixin û serxwebûn ne dûr e. Fereca xêrê nêzîk e.

-------------------------------------------------------

Basnews-9 Ekim 2017
Print