2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Doç. Dr. Ekrem Önen
 
Barzanî planê ingilîz, DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê puç derxist
2017-11-06 16:35
Doç. Dr. Ekrem Önen
Beriya her tişti heta pirsa başûrê Kurdistanê çareser nebe wê Kerkûk her pirsgirêk be. Weke tê zanîn di vê hefta borî de alaya artêşa Iraqê a bi navê ‘alaya zêrîn’ û milîsê ku şîa bi navê ‘Heşdî el Şabî ‘ ku bi ser Îranê ve ne êrîş anîn ser bajarên Kurdistanê Kerkûk, Şingal, Xaneqîn û Tuzxurmatû û be ku astengî ji wan re derkeve derbasî nav van bajarên Kurdistanê bûn. Gelo çima li hember vê êrîşa artêşa Iraqê û Heşdî el Şabî li ser Kurdistanê, DYA û hêzên hevpeymanê bê deng man? Ji bo pirs baş bê fam kirin em ne li demek dirêj li van şapatên dawî tenê binêrin emê bighin hinek encaman. Weke tê zanin beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê DYA û welatên rojava ji kurdan xwestin referandûmê nekin, serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya birêz Mesud Barzanî ev pêşniyara Brîtanya û DYA red kir û referandûm çêkir û bi ya min rast kir. Piştî referandûmê Iraq, Îran û Tirkiyê gef li kurdan xwarin, kurd bi ambargoyê tehdît kirin. Ingilîzan bi DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê re projeyek amade kirin û ji kurda re pêşkeş kirin. Ku kurd ji van herêmên ku lazim e li gor madeye 140î bêne çareser kirin vekişin hudûdên xwe yên beriya 2014an.

Piştî çend guftûgoyan civîna pêşin li Dokan çêbû hemû alî ketin vê civînê. Di vê civînê de birêz Barzanî vekirî dijberiya xwe li hember vê projeya ingilîz diyar kir û da fam kirin ku ew bi tu awayî vê projeyê qebul nakin. Paşê careke din berpirsê DYA Mc Gurk bi birêz Barzanî re civiya xwest wî qanii bike birêz Barzanî cardin dijberiya xwe da diyar kirin ku bi tu awayî vê projê qebûl nakin. Piştî ingilîzan fam kir birêz Barzanî projeya wan qebûl nake, ji vir û şûn de ingilîz bi DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê re dest bi projeyeke nû kirin. Projeya wan ev bû ku bi hinek aliyên kurd re bi dizî li hev bikin ku bê astengî artêşa Iraqê û Heşdî el Şabî derbasî nav van bajarên kurd bibin.

Ingilîza vê rola ku hinek aliyên kurd qanii bikin da Îranê. Berpirsên Îranê bi hinek aliyên nav Yekîtiya Niştimanî Kurdistan re bi taybetî bi berpirsê asayîşa YNKê re bi dizî li hev kirin. Ku vê projeya Ingilîza bibin serî û ev proje divê hefta borî de pêk hat artêşa Iraqê bi Heşdî el Şabî re derbasî nav Kerkûkê û bajarên kurdan yên din bûn dema derbas bûn hêzên pêşmerge yên bi ser YNKê de bûn xwe dan alî û rê ji artêşa Iraq û Heşdî el Şabî re vebû bê asteng ketin nava Kerkûkê û bajarên din. Hêjayî gotinêye li nava Kerkûkê zêdeyî 10 hezar pêşmergeyê yekîtî û dor 2000 pêşmergeyê Partî hebûn.
Pirsek di cih de heye dibên çima pêşmergê PDK şer ne kirin? Biya min yek ji armanca vê projeya ingilîzan ku kurd şerê hev bikin. Durbîna birêz Barzanî ev konetiya vê projê dît û fam kir ku pêşmergê Partî şer bikin wê ew û pêşmergê Yekîtî hev bikujin ji ber wê jî pêşmergê PDK şer nekirin. Em dikarin bêjin emrwakî li ser pêşmergê Partî ferz bû ya hûn şer nekin an jî hûn şer bikin hûnê şerê pêşmergê Yekîtî bikin. Bi ya min li vir jî birêz Barzanî helwesteke milî û durbîn wergirt ku plana ingilîzan neçe serî. Li vir pirsek dikare bê kirin çawa ingilîz, DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê dikarin li ser kurdan li hev bikin? Li vir her yek ji van dewletan li hember kurdan hesabekî wan hebû. Iraq, Îran û Tirkiyê hesabê wan esasî rê li ber avakirina dewleteke kurd bigirin.

Ingilîz û DYA çend hesabên wan bi hev re hene:

1- DAIŞ niha xelas dibe, ji bo ingilîz û DYA hinekî ku li şûna DAIŞê herêma rojhilata nêzîk û navîn tevlihev bikin lazim e ji bo projeya xwe ya rojhilata nêzîk û navîn bibin serî di vir de hesabê ingilîz û DYA li ser kurdan bû ku kurd rolek weha bilizîn. Bes birêz Barzanî pir aşkereye wê rolek weha negire ser xwe û rolek weha ku berjewendiyên milî yên kurdan nebe nelîze ji ber wê birêz Barzanî ji projeya Brîtanya û DYA re asteng bû xwestin bi vê projeya Kerkûkê Barzanî zeîf bikin da dev ji siyasetê berde.

2- Nehêlin nufûsa Rûsya li herêma rojhilata nêzîk û navîn fireh bibe.

3- Ingilîz ji zemanê Împaratoriya Osmanî hesab û planên wan yên li ser Kerkûkê bi serkevin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya 2014an hemû petrola Kerkûkê di destê şîrketên Brîtanya yên weke BP û yên din debûn. Piştî Kerkûk kete destê kurdan ji dest ingilîzan derket. Niha diyare dîsa dikeve destê ingilîzan.

Ev çend roja Mesud Barzanî ji raya giştî ya Kurdistanê re napeyive sebebê wê ew e ku weke ingilîz dixwazin nayê hesabê wî weke ew dixwaze ji ber zora ingilîzan û DYA li ser wî nikare hêjaye kurd bi karibin wî fam bikin. Barzanî planê ingilîz, DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê ku li ser kurdan li hev kiribûn puç derxist. Li herêmê niha hevalbendî û balansên nû çê dibin. Ev projeya ne di berjewendiyên Rûsya û Îsrailê de bû her weha ne di berjewendiyên Misir û Siûdiyê de bû. Heger DYA û Îran bibin hevalbend ne xerîbe dema ku niha Îsraîl û Siûdî xwe nêzî Rûsya dikin û Rûsya niha dixebite karta kurd ji destê DYA derxe. Kurd divê xwe ji guhertina re hazir bikin. Nêzîk ev krîza niha heye derbas dibe

çavkanî: Basnews-27-10-2017


Print