2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
EM ÇİMA BİNDEST İN? – 5
2018-05-03 17:22
Kemal Burkay
Pêşnot:

Nivîseke min a bi çar beş û bi navê “Em Çima Bindest in” , ku di sala 1977 da, ango 20 sal berê di rojnama HÊVÎ da bi navê Ferhad Can derketi bû û her usa jî di pirtûka min a teze AVZEM’ê da cî digre, çend roj berê di malpera min a face’yê da beş bı beş hat weşandin. Nuha min beşeke teze lê zêdekir û vê beşê li jêr pêşkêşî xwendekaran dikim.

* * *

Xwendevanên delal, piştî salên 1997 jî kar û xebata me ji bo yekitiyê nesekinî. Hîn di payîza sala 1997 da ji bo sekinandina şer û avakirina pêvendîyên baş, ango ji bo aşitiyê di navbera PKK’ê û partiyên Kurdistana Başûr (PDK-Iraq û YNK) me li Ewrûpa înîsîyatîfek çêkir (Înîsîyatîfa Kurd li Ewrûpa). Li ser banga me çend partî ji Kurdistana Bakûr û ji parçên dinê (ji Rojhilata Kuristanê û Rojavayê (Beşa Sûriyê) hatin ba hev û komiteyek saz kirin, ji bo raya giştî beyan derxistin, ji her sê partiyan ra (PDK-İraq, YNK û PKK) name şandin.

Komîta me di Adara sala 1998 da derbazî Sûrîyê bû. Li Şamê me Ocalan dît, pişt ra, ji bo dîtina serokên partiyên din, me xwest derbazî Kurdistana Başûr bin. Lê mixabin Sûriyê rê neda me; ji ber ku ji vê kar û xebatê ne kêfxweş bû. Malûm e, dewletên dagirker dixwazin Kurd şerê hevdu bikin, lê naxwazin li hev bên.

Pir ne borî, li dawîya sala 1998 Ocalan ji Sûriyê hat derxistin, çend meh şunda li Kenya hat girtin û teslimî Tirkiyê bû. Piştî wê tiştên ku bûn raya giştî pê zane. Ocalan teslimi dewleta Tirk bû, ket xizmetê û PKK’ê jî ew rûreşî qebûl kir. Dewleta Tirk xwest bi riya Ocalan û PKK’ê, tevgera Kurd bi temamî vemirîne.

Hingê min wek Serokê PSK gazî hemû rêxistinên welatparêz kir, piçûk-mezin, çi partî, çi komele, çi rewşenbîr, me got: “tevgera Kurd li Bakûr di xetereke mezin da ye. Werin em hêza xwe bikin yek, alternatîfekê çê bikin. Da ku gel bê hêvî nebe, hêza gel di rêyeke rast da bimeşe”.

Piştî banga me li Swêdê, li Elmanya û li gelek welatên din civîn çêbûn. Li dawîyê li der welat “PLATFORMA KURDÊN EWRÛPA”, li hundur welat jî HAK-PAR çêbû.

HAK-PAR, wek partiyeke legal, demokrat, welatparêz projeya yekitiyê bû. Me hewl da ku hemû Kurdên welatparêz; çi sosyalîst, çi sosyal demokrat, çi lîberal, çi îslami, hemûya bînin ba hev û bi yekitiya wan hêzeke mezin çêkin. Bona vê yekê, Partiya Demokratî û Aşitîyê (Demokrasi ve Barış Partisi-DBP) ku li welat di destê hevalên me da bû û kitlewî bû, dikaribû bikeve hilbijartinan, me ew jî feda kir, ango fesih kir, ji bo xatirê yekitîyê.

Lê mixabin, dîsa jî gelek kes ne hatin, tevî yekitiyê ne bûn, jê dûr man. Hinek jî hatin, lê zû bêzar bûn, tişt mane kirin û çûn.

Wana, yan ji kar revîn û bi serê xwe man, yan jî bi usûlê feodalî, çend kes li dora xwe komkirin, her yekî ji xwe ra kozikek çêkirin, dilê xwe pê xweş kirin.

Lê mixabin ew kes tim û tim behsa yekitiyê jî dikin!

Xwendevanên delal, hal û mesele bi kurtî ev e!

Cardin dibêjim, kesî qasî me ji bo yekitiya hêzên welatparêz kar û xebat ne kiriye. Di vî warî da serê me bilind e.

Bi raya me, îro di tevgera Kurd a Kurdistana Bakûr da du xet hene. Yek ya PKK’ê ye û bi rastî ew ne xeteke welatparêz e. PKK ta ji destpêkê rêxistineke taşeron e. Berê bi destê dewleta Tirk hat çêkirin û dijî tevgera gelê Kurd ya Bakûr hat karanîn. Piştra ket xizmeta Sûri, Iraq û Îran jî. Kara wê ji van dewletan ra, zirara wê jî tim ji Gelê Kurd ra bû. Îro jî usa ne.

Xeta din ya HAK-PAR’ê ye. HAK-PAR projeya yekitiyê bû ji bo hêzên welatparêz. Îro jî usa ne û ji hemû kesên dilpak û welatparêz ra vekirî ye. Yên ku duh ne hatine bila îro werin; yên ku hatine lê maneyek dîtine û çûne, bila kerem kin, dîsa werin.

Berî hertiştî jî divê em bi bîr û bawerî, bi dil û can kar bikin, da ku gelê Kurd bikişînin nav refên HAK-PAR’ê. İnsanê me îro ji her demî zêdetir rastiyê dibîne.

Yekitî bi vî awayî çê dibe, ne bi avakirin û zêdekirina kozikên piçûk.

3 Gulan, 2018


Print