2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Yekta Uzunoglu
 
Mêrxasê Amedê Ehmed Arîf
2018-09-01 23:17
Yekta Uzunoglu
Ehmed Arîf di 1927’an de li navenda xewnên bi efsûn a Kurdan ango li Amedê, li maleke li qeraxê sûrê, li maleke ku ji kevirên bazalt ên ku bajêr ji serî heta binî dixemilînin hate dinyayê.

Tê gotin ku “Ademîzad rihê xaka ku lê bûye di xwe de dihewîne”. Eger ku kesayeta mirovan, xeyal û daxwazên mirovan ji aliyê vî rihî tê afirandin wê çaxê da ku Ehmed Arîf were fêmkirin divê meriv li serpêhatiyên wê xakê, li dîroka wî bajarî, li kesayeta civakî û çandî ya wî bajarî binihêre.

Gava ku Ehmed Arîf hîn nû dinya fêm dikir bajar bi wan birînên piştî talanê dinaliya. Mirov li serê sûran rûdiniştin li qadên jêr dinihêrîn û şîna mirovên xwe yên ku hatî darvekirin digirtin. Wêda gundên ku gîha û gulîlkên xwe bê kes mayî, dişewitîn.
Bajarê ku ew lê hatî dinyayê tevî navê xwe êdî ne bajarê berê bû. Ameda hezar salî ya ku di xeyalên kurdan de xwedî pîrozmendiyeke bê hempa bû ji aliyê vê dewletê ve wek “Diyarbakır” hatibû binavkirin.

Gava ku Ehmed Arîf mezin dibû Kurdan tevî şîna gelek wendahiyên xwe şîna navê bajarê xwe yê ku hatî qedexekirin jî digiritin.

Lê vî bajarî tenê bi navê xwe yê qedîm dewlemendiyek temsîl nedikir. Heta çend sal beriya bûyîna Ehmed Arîf vî bajarî nûnertiya dewlemendiya çanda Kurdistanê dikir. Li vî bajarê ku “Qedexe, qedexe bûn.” mabedên olên Îslamê, Xirîstiyanî, Cihûtî û Êzdiyatiyê li ba hev vedibûn. Dia û daxwazan bi hev re olan didan , tevlîhev dibûn û dighîştin esmanan.

Heta demeke nêz jî mirov azad bûn. Deng û awaz ne qedexe bûn. Her gel bi zimanê xwe diçû ber rehma Xwedayê xwe. Ev sûlava dewlemendiyê dê ji Asûrî, Yewnana Kevnar, Roma, Bîzans û Osmaniyan ve dihat. Pişt re Tirk bi artêşa xwe li ser bajêr bûne serdest.

Dû re ji nişkê ve sibehekê navê çiyayan, deştan, robaran, bajaran, gundan û heta navê heywanan ji aliyê vê pêla nîjadperest ve bûne dûkel. Li ser navê ‘Tirkitî” û ‘Tirkkirinê’ li ser navên dîrokî lewheya “Qedexe ye” hate danîn.

Lê qedexe bi xeyalên ademîzad ve kar nakin. Kurdan ew navana weke bireserên pîroz di xeyalên xwe de hewandin. Wan weke tevahiya keresteyên jiyanên xwe yên hatî qedexekirin navên xwe jî di guhên nifşên nû de pispisandin û dîsa ew dane jiyandin.

Ehmed Arîf şahidê talana çandî û zextên nîjadperest bû. Ew weke helbestvanekî ku bi dilê xwe dinyayê hîs dike nebû şîrikê sûcê ehlaqî. Wî li hember vê rûxîna mirovahiyê serî hilda. Wî ew zilma girêk bi girêk li helbestên xwe hûna û ew helbestana di saxiya wî de jî bûne nîşana serhildanan.

**********

Yên ku difikirin û dinivîsînin ji bo pergalên tirsê weke “Dijmin” tên diyarkirin. Li Komara Tirkiyeya ku her kes, heta leglegên ku li ezmên difirin dîsa tên şopandin sûcê Ehmed Arîf xwendina pirtûkên ku pergal jê heznake û nivîsandina helbestan bû.

Ew 2 caran hate girtin. Li bedena wî ya gênc û li rihê wî şikence hate kirin. Ji temenê wî gelek sal hatin dizîn. Wî piştî demekê dîwarên girtîgehan li dû xwe hiştin. Lê êdî welat ji serî heta dawiyê bibû “girtîgeha vekirî” û yên li vir dijîn jî dişopandin. Ji ber ku ew “mezhûrê pergalê” bû kesî kar nedida wî û ji karên ku dihatin peydakirin jî demekê şinve dihat avêtin. Piştî gelek hewlan wî karî ku li Enqerê di rojnameyeke biçûk de bixebite.

**********

Pirtûka wî ya yekem û tekane a bi navê “Qeydan kevn kir min ji hesreta te” di sala 1968’an de hate çapkirin. Ecêb e, lê pirtûk gelekî hate ecibandin. Ehmed Arîf digel ku yek ji kesên ku dihate şopandin bû dîsa jî pirtûka rekorên çapê dişkandin û helbestên wî li kolanan dihatin qêrîn. Wî jî ev didît û pê şad dibû.

Ehmed Arîf helbestên xwe bi Tirkî nivîsandin û da çapkirin. Pişt re ji bo Kurdî jî hatin wergerandin. Bandora Ehmed Arîf li ser jiyana her ciwanên kurd çêbûye. Helbet li ser jiyana min jî... min helbestên wî di salên xwe yên biçûkatiyê de li Ferqîn, Êlih û Amedê nas kirin. Weke ku ez bixwazim ji êrîşeke polîsan bifilitînim min ew yek bi yek jiber kirin.

„ Xwe ragire bi pirtûkan
Bi karan
Bi bi neynûk û diranan
Bi hêvî, evîn û xewnan...“


Pişt re di salên min ên reva ji pergala zilmê de, di salên xwendekariya min ên li Pragê de, li kolanên Parîsê, li çiyayên kurdistanê ku wê çaxê min peywira bijîşkiyê dabû ser milên xwe min ew helbest di mêjiyê xwe de gerandin. Wan helbestan her tim hêz dane min, her tim ji min re gotin “Xwe ragire!”

**********

Di 1971’ê de li Berlînê min mişextekî darbeya leşkerî ku Kurdekî Dêrsîmê bû ango Rahmî Saltûk nas kiribû. Rahmî bi sazê xwe deng dida helbestên Ehmed Arîf. Min jî pê re hewl dida.

Ehmed Arîf di 2’yê Hezîrana 1991’ê de ji vê dinyayê koç kir. Min nekarî ku ez di nav dostên wî yên ku wî oxir dikin de cî bigirim.

Dawiya dawiyê ez fîrarekî pergalê bûm.

Du salan şinve piştî 23 salan ez vegeriyam welatê xwe û beriya her tiştî min seredana birayê xwe kir û sersaxî jê re xwest û min hewl da ku deynê xwe yê dilsoziyê bidim.

Di vê navberê de min helbestên wî yên ku bi destê Rahmî Saltûk hatî dengdayîn yekem car ji cîhazê guhdar kirin.

**********

Girtiyên zindanan ên Kurd, Ermenî, Êzidî û Tirk weke nîşaneya berxwedana li hember zilmê helbestên Ehmed Arîf bi dengekî bilind dixwendin. Lê rojekê dengê wî yê gerdûnî bêyî ku ez li bendê bim li ciyekî rastî min hat û ez pê ecêb mam.

Di sala 1994’an de ez, biraziyê min ê xwendekarê hiqûqê û 2 Kurdên din li Pragê hatin girtin. Em her çar jî ketibûn nava çerxên zilma ku di dîroka Çekan de weke Ruzyne tê binavkirin û em li hucreyên cihê cihê hatibûn belavkirin.
Em di hucreya 8 m2’yî de 10 kes bûn. Hucre nîvtarî bûn. Di qulikeke biçûk a bin arîkê re tîrêj diçizirî hundir. Dîsa jî min dikarî ku ji vê pencerê dengên dinyaya derve bibihîsim.
Min her roj dengên qêrînan dibihîst. Di nava wan qîreqîran de ji nişkê ve ev risteyên Ehmed Arîf ên Tirkî hatin guhê min:

“Bibîne ka careke din çawa têm afirandin,

Bi destên te yên bi namûs û ciwan ve.!"


Yê ku bi risteyên Ahmed Arîf ji “dûrve” hêviyên xwe diqêriya Haci Bulut bû. Heta ku Almanyayê di van zîndanan de hemwelatitî da min, 2 sal û nîvan bêyî darizandin û lêpirsînan ez hatim desteserkirin. Tişta ku di van şert û mercan de hêza xweragirtinê dayî me helbestên Ehmed Arîf bûn.

**********
Me wek komên Penê yên Çek û Kurd di 2006’an de li Pragê rojeke çanda Kurdî li dar xistibû. Di van civînan de min û dostê min ê qedîm Vaclav Danêk helbestên Ehmed Arîf ên ku min li girtîgehê ji Çekî tercûme kir ji nû ve sererast kir û me biryar da ku em biweşînin.

Biryara ku wê şevê me dayî dê ji aliyê koma Pena Çek ve bihata li dar xistin û em pê serbilind bûn. Yekemîn helbestvanê bernameya koma Pena Çek êdî Ehmed Arîf bû. Êdî xwendevanên Çek jî hemwelatiyê min, mamosteyê min Ehmed Arîf nas kiribû.

Dewleta Tirk li vî helbestvanê mezin tenê zilm liyaq dîtibû. Çi digot ewladê Amedê yê xwedî rihê şowalyeyan:

“Bimeşe ser,
Tifî bike rûyê celatan,
Rûyê fersendkaran, fesadan, xayînan...”





Print