2019-05-23
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Ji serpêhatiyên bê sînor, Weynên Rovî Xelef
2019-03-03 23:50
Bawerê Omerî
Dem zivistan e, berf dibare û rûkê zemînê mîna berekî sipî girtiye û ta bi çogê bilind bûye, di vê seqa û keşa sar de pirê ademîzadan ji ber wê sermê di malên xwe de dimînin, rast e,“Dema dibe buhar teba dibin dîn û har.“ Herweha di zivistanê de jî ji ber birçîbûn û ji bo bidestxistina nêçîrekê dibin dîn û har.

Ji bo di wê sermê de nemrin hemû li cihên germ digerin, hinek ji wan ji birçîna di binê wê berfê de diçêrin, şêr, piling, hirç, gur, rovî, beraz, torîk û hemû xişoke û tebayên din jî ji bo nêçîrê di wê sermê de ji nav çal û şikêran derdikevin derve.

Ew çend rojên weha sar û dijwar di jiyana lawiran de ji bo mabûnê berberî û ezmûneyekî pir mezin û bi sûd e.

Berevanî û berxwedan ji bo jiyan û mabûna hemû aferîdeyan bê dawî ye, ev jî yasaya xwezayê ye.

Her yek ji wan bi pergala xwe ya taybet daketiye, hemû cih û dever ji wan re bûye wek hev, her yek li kêşeya xwe dipirse, derdêd wan yê pêşî û dawî parastin û nêçîreke qelew e.

Di nav vê bobelata pir mezin de, ya ku xwezayê vî çileyî bi serên wan de aniye, vêca ew xwe bi xwe jî li ser nêçîr, kozik, qul, şikeft, şikêr, çal, berqef û hêlînan êrîşî hev dikin û pev diçinin.

Dema yek ji wan nêçîrekê digre, yên bi hişeka bihna pozên xwe agahiya wê nêçîrê hiltînin, berên xwe didin wê deverê û hemû li wir kom dibin, ji bo wê nêçîrê diranên xwe li hev qîç dikin - û bi êrîş dixwazin wî kelaşî ji devê hev birevînin, bixwin û zikên xwe pê têr bikin.

Di wê navê û sermê de Bazekî belek li ezman difire û herdu çavên xwe li hawirdor li nêçîrekê digerîne, çi tevgerên biçûk û mezin li ezman û ser xakê çêbibin, bi herdu çavên xwe yên dûrbîn dibîne.

Bazê belek mîna perwaneyekê li dor xwe li ezmanê bilind digere, ji nişkave li xwarê li ber qiraxa çemekî avê dibîne, bê çawa şêrek êrîşî gayekî reng sor û bi qiloç dike û bi hêz û zoreke xurt xwe davêje ser wî kelaxî, bi diranên xwe yên tûj gezeke kûr li qirikê dixe û wî nîv kuştî dike.

Piştî çend kêlîkan dibîne bê çawa bi lez komek ji gur, piling, keftar, balindeyê berata, hirç, çeqel û kûçikan li dora Şahê dehlê û kelaşê ga kom dibin.

Ew tebana ji her çar aliyan ve êrîşî ser şêr dikin, ji bo ku wî kelaşî jê bistînen û çend parî goşt û hestî jê bixwin, lê Şahê dehlê yê ser mezin û serhişk dev ji nêçîra xwe bernade û berevaniyê di ber xwe û wê de dike.

Di encama pevçûn û êrîşên wan tebayan de, gewdê Şahê dehlê ji gelek aliyan ve birîn dibe, êdî bêhêz û bêçare dimîne, dev ji nêçîra xwe berdide û mîna dîlekî di nav wan de bê bandor dimîne, her xwe dilivîne ew tebana bi êrîş têne ser wî.

Di wê pevçûnê de Şahê dehlê jî bi gez û diranên xwe yên tûj gelek ji wan tebayan birîndar dike.

Wan tebayan kelaxê ga di çend kêlîkan de kirin perçe perçe û tev çerm û hestiyan xwarin.

Vedenga zîrî û lûrîn û ewîn û dengên tortore û dirinda ên bilind li nav wê xwezayê dûr diçû û careke din li hev vedgeriya, lawirên bê hêz û tirsonek xwe di qulên xwe de vedişartin û newêrabûn derkevin derve, ji ber ku şer giran bibû û yên nêzîkî wê meydanê bibana jiyana wan ne ewle û misogerkirî bû.

Di wan çend demjimêran de nûçeya dîlbûna Şahê dehlê li wê navçeyê hemî belav dibû, beşek bi wê nûçeyê kêfxweş dibûn, û beşekî din di dilên xwe de ditirsiyan û hîn jî bawer nedikirin, ku tebayên dîn û har ew susret bi serê Şahê dehlê de anîne.

Bazê belek, yê ku ticarî çavên xwe bernade nêçîra ti lawiran, herweha nahêle, ku tebayek bi tenê jî nêzîkî nêçîra wî bibe, bi payebilindî difire û mîna firokeke cengî çavdariya xak û ezmana wê xwezaya sade sipî dikir.

Di wê rojê de Rovî Xelefê bizdonek di rêya hinek pismamên xwe re agahiyan ji wê pevçûnê hiltîne, bi dizî di nav tehtên şikêrekê de serê xwe li rast û çepê digerîne, guhê xwe miç dike û çavên xwe li rêwiyekî digerîne, dixwaze dilê xwe têxe cih de, bê ka gelo Şahê dehlê (Şêr) hatiye birîndarkirin an kuştin ya jî hîn zindî ye?

Bi dengekî nizim û ketî dike wîqewîq, lê hayê wî ji bazê belek yê li jor çavdêriya wî dikir, tunebû.

Ji nişkave Bazê belek bi pirepir mîna mûşekeke cengî bi ser Rofî Xelef de tête xwarê, lê Roviyê bi weyn xwe bi lez davêje hindurê qulê û vê carê xwe ji êrîşa Baz diparêze, hem ji serma û hem ji tirsa baz û pevçûna li ser kelaxê ga dibe qirçeqirça diranên wî.

Baz li devê qula Rovî Xelef radiweste û weha dibêje wî:“Roja te bi xêr be, Rovî Xelef, ma çi heye çi qewimiye tu wa bi tirsî, lo!?“

Rovî Xelefê bizdonek xwe dike mîna lala û zimanê wî nema digere, ku tiştekî bibêje, dawî weha li baz vedigerîne:“Bazê êêê belek, ez bi serê te û bavê te kim mmm, ku wî bikujin nnn, ez ê jî xwe di vê qulê de bikujim mmm, ma ku sermiyanê me “Şahê dehlê“ bikujin nnn, em ji çire dimînin nnn, lo ooo!, pa, bi serê wî ê mezin kim mmm, ku bi qendir serê derziyekê ew tebana ziyanekê lê bikin nnn, ez ê van dehl û gund û bajaran hemî bi şewitînim mmm, pîştî wî ez nahêlim ne lawirek û ne jî mirovek ji aferîdeyan li ser vê xakê bimîne eee, ez ê hemiyan qir bikim û bikujim mmm, ma qey Şahê me bê xwedî ye, Bazo ooo!“

Bazê belek baş weynên van celebên roviyan dizane, ji lewra ji van gotinên wî bawer nedikir, dizanîbû jî, ku Rovî Xelef ji wan lawirên pêşî ye, yê ku dixwaze Şahê dehlê (Şêr) bête kuştin û koka wî ji vê cîhanê rabe û biqele, ji bo taca wî bide serê xwe û têkeve şûna wî de.

Herî Baz li ber dilê wî dide, ji bo wî ji wê tirsê rizgar bike, û dawî keysê lê bîne û wê sermê ji xwe re bike firavînek. Lê Rovî Xelefê di weyn û xap û rîpan de pispor û şahreza ye, zû bi zû nayê xapandin, nexasim dema pismamê wî Rovî Kutilk û xarziyê wî Rovî Girgirk û birayê wî Rovî Çirçirk bi dizî hatin nav şikêrê û pirsa wî dikirin.

Çawa pismamê wî Rovî Kutilk pirsa pergala wî kir, Rovî Xelef bi zirt lê vegerand û gote wî:“Pa bi Xwedê, ku wî bikujin, ez ê jî te bikujim, ez ê we tevan jî bikujim û ez ê xwe jî bikujim, ma piştî wî jiyana me ji çire dimîne Kutilko ooo!“

Rovî Kutilk, Rovî Girgirk û Rovî Çirkçirk baş bi weyn û xap û rîpên Roviyên xwe dizanîbûn, ji lewra wan ji zirtên wî bawer nedikirin û di binê simbêlên xwe de bi axaftinên wî dikeniyan.

Wê demê roj roja Rovî Xelef bû, piştî ku ji girtina Şahê dehlê piştrastbû, û ji penc û êrîşa Bazê belek hate parastin, bihna wî freh bibû, wek bira dest pêkir û simbêlê xwe badida, li dora xwe dinerî û hêdî hêdî hinek xwîn pêve dihat.

Vêca bi rastî axivî û gote wanê li civata wî guhdarî dikirin:“Ka dev ji me û wî yê ser mezin berdin, lo!, de ka em hinek goşt bixwin, we go çî, ha!?“

Hemûyan bi ken lê vegerandin û gotin wî:“Ah wilo, ha! xwe bike ciwanmêr û bi rastî bipeyiv, Şahê Şahan.“

Rovî Xelef berê xwe da birayê xwe Rovî Çirkçirk û jê pirsî:“Ma, te îro ti neçîr negirtibû Çirçirko?“

- Na, lê min hinek ji goştê mirîşkekê doh di bin kevirên şikêra jor de veşartiye.

- De ka em herin û wî goştî pevre bixwin Çirçirko.

Piştî Rovî dilê xwe baş xiste cih de, ku wê niha goştê mirîşkê jî bixwe, ji nû ve, gazî Bazê belek kir û gote wî:“ Bazo, ma te ew zirt û gotinên min bawer dikir? De dev ji me berde ciwanmêr, de bihêle ez û pismam û xwarizê û birayê xwe bi serbestî ji qulka xwe derkevin derve ha!, em niha gelekî birçîne, ew zirtên min dikirin, tu ji kesî re nebêjî, hima bike wek, ku te tiştek ji min nebihîstiye, binêr Bazo! binêr! ez têra xwe heme û bizanibe, ku ez ne ji wan roviyên ser sînora me, ha! xapek û rîpek li vê cîhanê tuneye, ku ez pê nizanim, pir nêzîk wê xewna min bicih bibe û ez ê bibim Şahê dahlê.“

Rovî xelef di wê kêlîkê de bi keser bihneke kûr kişand û di dilê xwe de ji xwe re digot:“De baş e, Bazo! baş e, mane wê rojekê keysa min jî li te bê, ku ez te tev perîkan têxim nav diranên xwe de û bê av wî goştê te yê bi çêjt xweş e, bixwim, gelo ew roj û keys wê kengî were Bazo!“

Piştî Bazê belek têgihişt, ku ta ew li devê qulikê be Rovî Xelef newêre derkev derve, paşê di dilê xwe de weha ji xwe re got:“A baş ew e, ku ez ji vir herim û ji xwe re li nêçîreke din bigerim.“

Bazê belek careke din ber bi ezman ve difire û li hawirdor çavên xwe li nêçîrekê digerîne.

Pîştî tebayên har têr goşt û çerm û hestiyê ga dixwin, her yek ji wan berê xwe dide kozik, qul, şikeft, şikêr, çal, berqef û hêlînên xwe.

Şahê dahlê bi tenê bi birînên xwe daketiye, ji serma û birçîna rojên xwe yên mayî di jiyanê de dihejmêre.

Bi dû firîna Bazê belek de Rovî Xelef careke din bû bi ceger û dirûvên tirsê nema lê xuya dikir, mîna Şahê dahlê rabû û da pêşiya mêvanên xwe û berên xwe dane mala Rovî Çirçirk ji bo goştê mirîşkê di nav şikêra wî de pevre bixwin.

Ew roja pir sar û berfeke giran têde hatibû, ji wan aferîdeyan re bibû waneyeke ji hozaniya jiyanê, her yekî ji wan xebat û kêferat ji bo hebûna xwe dikir, hinek rastgo bûn û hinek din jî mîna Rovî xelef bi weyn û xapan jiyana xwe diparastin.

Bawere-Omeri@hotmail.com

03.03.2000 z – 2612 k

Print