2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
JENOSÎD TAWANEK MİROVATÎYÊ YE
2019-03-17 15:31
Latif Epözdemir
Jenosîd/ Qırkirin/Kokbirîn/Qelandin/Komkûjî; bi wateya kuştin yan ji ortê rakirina, miletek, qewmek, nijadek, olek, bawermendîyek, çandek, civatek yan êlek tê binav kirin.

NY/MY (Netewe/ Miletên yekbûyî) di sala 1948"de, peymana “pêşîlêgirtina jenosîdê” destnîşan û îmza kiriye. Li gor vê peymanê lazime ku hemu millet, rê nedin jenosîdan û hemu bi hevre jenosîdan şermezar bikin, dewletên jenosîdkar tawanbar bikin û ceza bikin.

Her wiha li gor fereseta endamên miletên Yekbuyî Jenosîd bi van xalan hatîye qebulkirin:

1-Kuştina kesên endamê gurubek

2-Bi tundî û dijwarî xesardayîna beden yan jî zêna endamên gurubê

3-Bi zanîyarî guhertina derfetên jîyana gurubek ku wê bibe sedêmê ji holê rabuna gurubek

4-Pêşgirtin li zayîn û weledîna din av endamê gurubêde

5-Bi zordarî cihguhertina zarokên dinav gurubê de.

Peyva Jenosîd; ji “geno” (nijad, netew ) û “cide” ( kuştin) hatîye holê. Li gor vê pêşbînîyê tenê qirkirinên mîlî, etnîkî û nijadî dibin jenosîd. Helbet ev pêşbînî bi vî rengî nema tê dorpêç kirin. Lewraye ku îro jenosîd di gelek warê jîyanê de çêdibin.

Lêkolîner Raphael Lemkin Lehî’ye. ( Polonî ye. ) Her wiha bi bawermedî jî ew cûhî yani Yahûdî ye. Lemkin li ser cure û teknîkên jenosîdê çend xal pêşkêş dike. Lemkîn dibêje ku, jenosîd ( Qirkirin) di warê siyaset, çand, etnitise, insan, abori, civakî, derdor, xweza, tiştên jîndar, pêk tê.

Li gor Lemkîn:

1-Qirkirin bi rêya sîyasetê jî pêk tê.

2-Qirkirin di warê çand û Huner û Mûsiqê de jî pêk tê.

3-Qirkirin kokbirîna nîjat, pênasî, hevwelatbuyîn, hevxakbuyîn û yekmilletbuyînê ye.

4-Mijara şêwaza qirkirinê kutalêanîna jîyanê ye.

5-Qirkirin têkbirina aborîyê ye.

6-Qirkirin, gehertina esil û astar û kok û binyata civatê ye.

7-Qirkirin talan kirina xwezayê ye. Şewitandin û wêrankirina daristan û bax û deşt û beyaran e.

8-Qirkirin xesar dayîna derdor e. Zerar dayîna derdorê jîyana jîndaran e.

9-Qirkirin kuştina jîndaran e.

Kurdistan welateke çarparöekirîye. Kurdistan berê yek bu îro çar perçe ye. Her perçeyek Kurdistanê bê sitatuyek sîyasîye. Ne MY ( Milletên Yekbuyî) û ne jî, her çar dewletên dagirkerê Kurdistanê navek li pêwndîyên di navbera xwe û Kurdistanê de, dananîne. Yanî Kurdistan di erdnîgarîya dagirkerande jî û di erdnîgarîya MY de jî ji sitatû navek sîyasî bêpar e.

Li gor zanist û pêşbînên MY, hetanî niha li Kurdistanê gelek caran jenosîd hatine bikar anîn. Lê sedem ku Kurdistan bêxwedî û bê statû bu, tu kesek xwe negeyandîye hewar û gazîya gelê Kurd.

Lewraye ye ku ewqas Qetlîam, Komkujî, Jenosîd, Qırkirin, Kokbirîn, Qelandin, Pişaftin li çar perçeyên Kurdistanê pêk hatine, lê dunya mayê bêdeng. MY mane şermezar û bêdeng û bune wek hevkarê jenosîdên ku li Kurdistanê pêkhatine.

Helbet hemu jenosîd bi biryarên sîyasî tên çêkirin. Hedef û amanca jenosîdkaran ne dinav milettek de, beşek, çînek ( sinif yan şaxek), gurbek çepger yan rastger, gurubek pîeyî, akademîk yan zanîyarî, di civatek de cudarengbuyîn, yan jî, belengaz yan dewlemendin. Raste rast jenosidkar nîjat û milletan ji xwe re dikin amanc û dixwazin wan cudeyatîyan ji nav xwe rakin. Lewra xwe mehqûl û serdest dibînin, lê eqalîyetên dinav xwe de, bindest û nebikêrhatî qebul dikin. Milletên ku ne ji xwe qebul dikin, jibo ayendeya xwe xeterek mayînde hesab dikin. Sedem vêye ku mayîna milletên ne ji nîjada xwe wek tirsek mezin jibo ayendeya xwe dizanin.

Çar dewletên dagirker ku Kurdistanê dinav xwe de parve kirine, her tim hişê wan li ser jenosîd û qtlîyaman buye. Ewan bi dijwarî gelek caran xwestine ku miletê Kurd qir bikin, ji holê rakin.

Miletê Kurdistanê her carek ku buye amanca jenosîdek, gelek telef buye, xembar û birîndar buye. Piştre ku birînên xwe kewandîye, dîsa rabuye ser pê û ji bona maf û berjewendîyên xwe yên kolektîf û milli, li gor karîn û hêza xwe, li gor guncan û mecalên xwe li ber xwe daye, buye dilxwazê heq û dadmendî û azadîyê. Trajedî û xemgînîyên Kurdistanîyan bi jimartin kuta nabin.

Buyera Ozalpê ”sî û sê gulle” Helepçe, Gelîyê Zilan, Dêrsim, Newala Qesaba, Cizre, Enfal, gundê Yeşilyurt, Roboski, Şengal. . . û gelekên din…

Her yek ji wan sosretek e, her buyerek ji wan, rudanek xemgîn e.

Ev trajedî, wek sernivişt u qederek her tim dubare bune. Miletê Kurd ketîye û rabuye. .

Helbet ev hemu sosret trajedîyên hevbeş/hevpar in. Millet bi tevayî xembar dikin, rik û kîna millet hevdeng dikin.

Lewra, hemu trajedî û buyerên xemgîn, derd u kulên hevpar jî peyda dikin. Millet, bi van buyera dibe yekdeng, bi yek awazek wan kiryaran şermezar dike.

Ev refleks ji rohê milli têne pêş.

Ernest Gellner lêkolînerêk Frensiz e. Gellner di warê çêbun û geşbûna netewan de, gelek lêkolînên baş kirîye. Li gor wî: "Netewe bi trajedîyên hevpar çê dibin. "

Print