2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Hevpeyvînek li ser geryana di nav Êzdiyên Ermenistanê de
2013-12-21 22:44
Kemal Tolan


Birayê Sedîq, te kengî û ji ber kîjan sedeman xwast biçî vê geryana di nava Êzdiyên Ermenistanê de bikî?

- Bi rastî di wî wextê zarokatiya min da, li gundê me Şimzê yê ku di nav herêma bajarê Batmanê de ye, tu elektrîk, televîziyon û telefon tûnebûn. Me hinge dikarîbû, di nav çend malên me de tenê dengê radiyo ya Êrîvanê guhdarîbikin. Têbîra min, gava ku wextê weşana radiyo ya dengê Êrîvanê dihat, rahmetiyê bavê min Xalitê Seyrê û tevaya gundiyan dev ji karê û barên xwe berdidan û li radiyo guhdarî dikirin. Rojekê hinga ku bêjer(spîker)a radiyo ya dengê Êrîvanê got, me hinek Qewl-Beytên Êzdiyan çapkirine, rahmetiyê bavê min pê gelekî dilxweşbû û ewî dengî di mejuyê min de jî ciyekî xwe yê taybet çêkirbû.

Dema ez di sala 1984 de çume bajarê Qersê xizmeta leşkeriyê bikim, êdî ez hîn zêdetir nêzîkî radiyo ya dengê Êrîvanê bûm. Lê şensê xirab, ji ber ku hingê bajarê Êrîvanê di nav hevkariya „Peymana Varşova(14.05.1955 – 01.07.1991)“ û Qers jî di nav hevkariya „Peymana NATO(04.04.1949-)“ yê de bû, min dîsa nikarîbû biçûma Êrîvanê. Gava min ew gundên Êzdiyan yên ku li derdora çiyayê Axrî, Sarikamiş ,Îxdîr û hwd. xweş xwanê dikirin, didîtin, dilê min gelekî dişewitî. Min ji xwe ra digot, gelo rojekê bê ku ez bikaribim herim wan gundên Êzdiyan û radiyo ya dengê Êrîvanê bivînim?

Şikir ji Xwedê ra, îsal ew xewna min bû rast û ez ji 15.07 heta 30.07.13 çûme nav avayiya ku radiyo ya Êrîvanê tê de bû û min gelek ji wan gundên Êzdiyan jî bi çavên xwev dîtin.

Birayê Sedîq, te di nav vê serdana xwe de, rewşa jiyana kîjan Êlên Êzdiyan ya rojane, li nav kîjan bajêr, gund û zozan de û çewa dît anjî te çi hûner, berhemên mêrxas û rewşenbîrên Kurdên Êzdî, yên ku berî û piştî dema Yekitiya Sovyeta berê li Ermenistanê de jiyane dîtin?

- Ez li gundê Mamereşanê mêvanê Tosinê apê Qereman, yê ku nebiyê Cangîr axa bûm. Ez bi xêra Tosinê bira û gelek pismamên wî, çuma nava wan gundên Êzdiyan, yên ku min di sala 1984 de ji dûr ve didîtin, geriyam û min gelek gund û zozanên Êzdiyan din jî dîtin. Lê mixabin, wê gava ku ez li nava van cîh-warên Êzdiyan digeriyam û min dît ku ji %70 rûniştvan(gundiyên) gundên Êzdiyan dev ji cîh, mal-mulk û keda xwe ya bi dehên salan berdane û çûne nav dewletên Soviyeta berê anjî hatine Ewrupa yê. Min ji xwe ra digot, qey ew salên 1820 heta 1914 yên ku bav-kalên wan di bin zilma Osmaniyan de gelek fermandîtin û xwîn rijandine cardinê paşûpêr ve tên. Ez bi vê rewşa wan kolan û gundên valebûbûn gelekî êşiyam. Min wekî din li tu deveran şop/nîşanên eşîrên Êzdiyan nedîtin. Lê, wexta ez li Ermenistanê çûme wî ciyê şerê ku di navbêna Ermenî û leşkerên Alayên Hemidiyên de çêbûbû. Min dît ku Ermeniyan li himberî çiyayê Sarikamiş`ê de Mûzexaneyeke gelekî balkêş çêkirine. Min di nav û derveyî vê Mûzexaneyê de peyker, nav û dengê mêrxasên Êzdiyan, yê mîna Usiv Beg û Zor Cîhangîr Axa dîtin. Ez li paytexta Ermenistanê çûme nava akademiyeke ku serleşkerên Ermenî lê perwerde dibin û min di nav vî avayiyê de jî peykerekî Cîhangîr Axa yê Êzdiyan dît û bûme şade ku Ermeniyan di wir de jî gelek rûmeteke bilind didane Cîhangîr Axa yê serwerê Êzdiyan. Gelek kesan bahsa hûnera rewşenbîrên mîna Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî û Şakirê Xudo yê ku min ew gelek caran wî bi saxîtî dîtibû, dikirin.

Birayê Sedîq, te li Ermenistanê rastî kîjan dûrûtiya dewlatê, ya ku hinek Êzdî mîna Kurd, hinek jî tenê weke Êzdî û bi resmî ji hevûdinê cûdekirine hatî û îro li Ermenistanê kîjan ragehandinên çapemeniyê hene anjî têne weşandin?

- Ez li Êrîvanê çûme nava avayiyekî û min dît ku, hemû ragehandinên çapemeniya Kurdî, yên weke radiyo yê Êrîvanê ya beşa Kurdî, radiyo yê Dengê Êzdîkî , rojnama RYA TEZE û rojnama Dengê Zelal tev li virê û li hemberî hevûdinê weşanên xwe dikin. Min fahmkir ku dewleta Ermenî, birastî jî dixwaze bivî hawayî bêtifaqiyê bixe nava Êzdiyan.

Li goriya dîtina min, bisilmanên Kurd jî di vê bêtifaqiya Êzdiyan de ne bê guhne ne. Ne şixwe ewan jî bi hemda xwe gelek Êzdî xapandine û Êzdî çavreşî Kurdîtiyê kirine. Bisilmanan olperestiya xwe wisa mezinkirine ku merivê Êzdî bi hemda xwe bibêje, ez ne Kurdim.

Min pêşîn apê Kerem û birayê Tîtal, yên ku berpirsyarê radiyo yê Êrîvanê yê beşa Kurdî bûn dîtin û bi kekê Tîtalê Kerem ra li ser rewşa RYA TEZE hevpeyvînek çêkir(Spas ji bo te birayê Kemal Tolan, ku te ev gotûbêja me nivîsand û ev di gelek malperên Kurdî de hete weşandin).

Ez dûre çûme nav beşa radiyo ya Dengê Êzdiyan, min û şêx Hesenê Şêx Mahmut li wirê hevûdinê naskir. Di pey ra min hevpeyvînek bi şêx Hesenê Şêx Mahmud ra çêkir(27.07.13, ev hîna ne hatiye weşandin!) û ewî jî ez vexwandime nav stûdiyoya radiyo ya Dengê Êzdiyan û bi min ra gotebêjek ji bona radiyo guhdarên xwe amdekir(gava ev gotebêja ji min re bê, ezê hewilbidim ku wê jî bi weşînim). Bi rastî hinga ku şêx Hesenê Şêx Mahmud , 9 pirtûkên nasîna baweriya Êzdîtiyê, yên ku ewî û hevalên xwe ji bona perwerdeya zarokên Êzdiyan , yên ku diçine dibistana seretayî û heta pola 9 ji min ra kirine diyarî, ez gelekî dilxweşbûm. Dema min li naveroka van pirtûkên nasîna ola Êzdîtiyê rihent û dît, ewan jî kedeke mezin dane amadekirina van pirtûkan, her weha bê cûdatî û gelek rûmet jî dane wan kesên ku ji bo Êzdîtiyê xizmetkirine.

Mînak: Di nav pirtûkên wan de wêne û nivîsên hêja Pir Xidir, Kemal Tolan, Eskerê Boyîk û hwd. hene.

Ez di 25.07.2013 de çûme Gurcisatanê û ez li bajarê Tiblîsê di nav avaya ştûdiyoya Radiyo ya Kurdî ya Gurcîstanê de bûme mêvanê xûşka xwe Bela. Xanim Bela, nebiyeke wan kesên ku ji ber zilma Bisilmanên kevneperest û desthilatdariya Osmaniyan, di zivistaneke gelekî dijwar de dev ji warên bavkalên xwe, yên bi hezarên salan berdabûn û ji bo ku ew ola xwe biparêzin, di zivistanekê de li ava çemê Aras´ê ya cimîdî dabûn û çûbûn xwe avîtibûne ber bextê Xaçparêstan û bêjera „Radiyo ya kurdî ya Gurcîstanê “ ye. Xuşka Bela weke ku pêşiyên me gotine „şêr şêr e, çi jin e û çi mêre“, ew jî li ber dilê mîna şêrekê ye! Lewma jî min ji xuşka Bela xwast ku, ew bixwe ji me ra bibêje, ka xuşka Bêla kiye û ew çi karî dike?

Xuşka Bela got: - “Ez jî di destpêkê de dêjim, gelek spas ji bo van peyvên te yên pir girîng û tû li ser çavên min ra hatî !

Belê, her çiqas heval û hogirên min dêjine min Bela jî, lê navê min yê esil, Bihara Stûrkî ye û Stûrkî jî navê bereka min e. Ez li bajarê Tiblîsê û ji dêbavê xwe yên Êzdî ra çêbûme.

Piştî ku min dibistanên xwe bi zimanê rûsî xilazkir pê ve, êdî min bi saya emekê rêzdar Keremê Anqosî dest bi xebata werger, rojnamevanî û radoya ya kurdî kir. Dûre bûme berpirsyar û bêjera radiyo ya kurdî ya li Gurcistanê. Wekî ku gelek kes jî dizanin, radiyo ya kurdî ya li Gurcistanê di 29.Îlonê ya sala 1978 an de hatiye vekirin û ew ji ber tûnebûna fînansan dû sê caran jî hatiye girtin. Me radiyo ya kurdî ya li Gurcistanê, cara dawiyê di 30 kanûna sala 2007 de bi navê wekîlekî me yê bi navê Ronkayî, radiyo ya Ronkayî li Gurcistanê dest bi weşanêkir û emê di 29. Îlona vê sala 2013 de, 35 saliya vekirina radiyoya xwe pîrozbikin….”

Min dîsa ji Xuşaka Bihara Stûrkî ra got, min li Rewanê bi xemgînî dît ku, endamên civaka me li wirê bûne dû perçe. Aliyek ji miletê me buye Êzdî-Êzdîkî û aliyek jî dibêje em Kurd û Êzdîne. Gelo ev dûbendîtî di nav civaka Êzdiyên me yên li Gurcistanê de dijîn de jî peydabuye an na ?

Xuşaka Bihara Stûrkî
jî got, “belê kek Sedîq mixabin, di van dû-sê salên dawî de, hinek kes li ser vê mêjara ku te bahskir, dengdikin û gotinên wisa li virê jî destpêkirine. Lê bawerbikin, ev çend kesin ku dixwazin vê cûdebûnê bixine nava me endamên civaka Êzdiyên li Gurcistanê nezanin , bi dîroka xwe nizanin û tenê ji bo berjiwendiyên kesayetiya xwe vê pirsgirêkê pêşde dixînin. Şikir niha ev dûbendîtî di nav me Êzdiyên li Gurcistanê de dijîn tûne.

Bi dîtina min, raste dînê me Êzdîtiye û ez biqurbana dînê xwe bim, lê em dîsa jî nikarên xwe ji 40 miliyon hemwelatî û welatê xwe Kurdistanê veqetînin. Ev dû tîrîtî şaşiyeke gelekî mezine. Ez hercar dêjim, ez yekemîn Kurd im û paşê jî Êzdî me. Divê em di nav destên dûjminên xwe de nebine lîstik û bi zanibên ku dûjmên me bi hemda xwe vê dûbendîtiyê dixine nava miletê me…… “ Ev sohbeta min , ya bi xuşka Bihar ra gelekî dirêj domdike…..

Min dûre jî li bajarê Tîblîsê rêzdar Îskoyê Dasinî naskir…

Birayê Sedîq li gorî dîtina te, sedemên ku rewşenbîr, nivîskar, sazî û rêxistinên Kurdên li nav Ermenistan û Gurcistanê hene û nikarin ji aboriya radio-rojnamên xwe ra alîkarîbikin çine?

- Ev pirsa gelekî girînge û min jî pirseke weha ji birayê Tîtalê Kerem kiribû, ewî weha bersiv da “wextê Mîr Tahsîn di sala 2012 de hate vir, min ji yekî diduyan dewlemendên ji Moskovayê, Rusya yê ra got, ewan jî gotin, erê emê li ser vê pirsê bisekinin, lê tiştek jî nekirin. Êdî ez jî ketime dereceyeke wisa na, wextê ku ez sava rojnamê alîkariyê ji yekî dixwazim, ji wî kesî werî ku ez ji bo aboriya xwe alîkariyê jê dixawzim. Ez jî êdî şermdikim….”

Kek Kemal, bi rastî her çiqas tê gotin ku “ Êzdiyên li Ermenistanê ji bo pêşveçûna çand, ziman û edebiyata Kurdî kar û xebatên hêja kirine.” jî, min li wirê tu hevgirtina rewşenbîr, nivîskarên Kurd û bi taybetî jî piştgiriya ku bi radyo ya Dengê Kurdî a li Êrîvanê û rojname ya RYA TEZE ra tê kirin ne dît. Ez bi xwe gelekî xemgînim û bawernakim êdî hevgirtina rewşenbîr, nivîskarên Kurd û bi taybetî jî piştgiriya bi radyo ya Dengê Kurdî a li Êrîvanê û rojname ya RYA TEZE careke din xurtbive.

Birayê Sedîq, tû dizanî çima piraniya endamên civak Êzdiyan di van salên dawî de, neçarbûne warên xwe yên li Ermenistanê jî bihêlin û ew bi ber welatên Ewropî û Rusya yê ve hatine ?

- Ez bawerim sedemên koçberiya Êzdiyên li Ermenistanê ya herî mezin, rewşa aboriya wan e. Ji xwe min berî niha got, wexta ez li cîh-warên Êzdiyan digeriyam, min dît ku ji %70 rûniştvan(gundiyên) gundên Êzdiyan dev ji cîh, mal-mulk û keda xwe ya bi dehên salan berdane û çûne nav dewletên Soviyeta berê anjî hatine Ewrupa yê.

Birayê Sedîq tû bawerdikî, ew Êzdiyên ku piraniya bav-kalên wan di destpêka sala 1830 de, ji Bakurê Kurdistanê (Serhedê,) û ji ber zilma dewleta Osmaniyan û kevneperestên Kurdên Bisilman reviyane nav desthilatdariya Ermenistanê, bikaribin cardinê vegerine ser axa bav-kalên xwe?

- Ezê bersiva vê pirsa te bi gotinên Tosinê apê Qereman, yê ku nebiyê Zor Cîhangîr Axa ye û gundê wan Mamereşanê li hiberî çiyayê Girîdaxê(Axrî) yê bû bidim. Tosinê apê Qereman weha digot: ”Wexta ez bi bapîrê xwe re diçûme çolê, min gelek caran didît ku bapîrê min li wiyalî çiyayê Axriyê dinêhrnt, digiriya û di ber giriyê xwe de jî digot, ax welat, ax welat. Min carekê gotê, bavo ha ev devera ku em niha lê dijîn viyalî çiyayê Axrî yê û wiyalê dinê jî eynî çiyayê Axrî yê ye . Wekî ku te hewqasî hiz ji wiyalî dikir, tû çima hatî viyalî?

Bapîrê min got, lawo wekî em ne hatina viyalî, wê Osmaniyan û siwariyên Alayiya Hemîdiyan me jî bikuştina, jin û malê me ji xwe ra bibirina.

Mixabin gava bapîrê min kirasguhast(mir) jî, me nikaribû bedena wî bivin di wî ciyê evîn û hesreta wî de binaxbikin. ….“

Vêca di van gotinan de jî xwanê dibe ku, ew Êzdiyên ku piraniya bav-kalên wan di destpêka sala 1830 de, ji Bakurê Kurdistanê (Serhedê,) û ji ber zilma dewleta Osmaniyan û kevneperestên Kurdên Bisilman reviyane hew dikarin careke dinê vegerine ser axa bav-kalên xwe. Û ez ditirsim ev qisûmeta wê were serê gelek ji van me Êzdiyên li Ewropayê dijîn jî! Hêvîdarim ku Xwedê gelek sebrê bide wan Êzdiyên li Ermenistan û Gurcistanê mane!

Sedîq birayê hêja, ez dîsa dêjim gelek spas ku, te gelek wextê xwe ji bo bersivkirina van pirsan veqetand û te dilê xwe ji min ra vekir. Vêca di dawiyê de daxwaziyeke te, ya ku min ne anî ser ziman heye?

- Belê, ez dixwazim di dawiyê de cardinê birayê Tosin û tevaya kesên malbata wî, rêzdar Îskoyê Dasinî, xuşka Bihara Stûrkî, kekê Tîtalê Kerem û Şêx Hesenê kurê şêx Mahmûdê ji bo mêvanperweriya wan gelekî spasbikim. Her weha ji Xwedê û Tawisî Melek lavan dikim ku, tû birayê Kemal jî di saxî û armancên xwe de her serkeftî bî!

Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê

19.12.2013

*Çavkaniya ku ev mêjara hêjî tê de tiye xwandin:
1. http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html

2. http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/giringiya-dirok-u-sunwaren-ezdiyan-ii.html

3. http://yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[pointer]=106&tx_ttnews[tt_news]=208&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=dbca0e3ee85d1a38b631b1c79e651f0a

4. http://www.ike-europa.com/Article.aspx?articleid=680&authorid=21

5. http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-u-erken-rewshenbiren-kurd.html

6. http://yeziden.de/forum/board25-civata-bi-kurd%C3%AE/board26-%C3%A7and-%C3%BB-huner/761-bi-ziman%C3%AA-kurd%C3%AE-binivis%C3%AEnin-%C3%BB-bixw%C3%AEnin/#post24838)

7. http://www.pen-kurd.org/home-rest-01-06-30-11-04.html

8. Kemal Tolan - Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne, ji Weşanên DENGÊ ÊZÎDÎYAN 2000 Oldenburg, Rûpel: 119

9. - Kovara ARMANC sal: 3, hêjmar : 27 Tebax 1981, rûpel: 8 û berdewam 11 deye û ev gelekî dirêje.

10. http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/Armanc/78.pdf - Kovara ARMANC, hêjmar : 78 Adar 1988, rûpel: 11 de

11. http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/Armanc/158.pdf - Kovara ARMANC, hêjmar : 158 Gulan –Hezîran 1995, rûpel: 2 de.

12. http://arsivakurdi.com/magazinlist/Armanc

13. Nivîs û gotarên min yên ku di nav Kovara Dengê Êzîdiyan de hatine weşandin:
Hêvî / Hoffnung : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_2.pdf -Rû.: 9 û 13
Qelen û Zewac/ Jiyana me : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_3.pdf Rû.: 18 û 20
Bîranîn û Spasî : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_4.pdf Rûp.: 40
Xem û Xeyal : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_5.pdf Rûp.: 44
Gelî Êzîdiyan : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_6_7.pdf Rûp.: 110
Deutschkurse für Ausländer : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_8_9.pdf Rûp.: 31
Hevpeyvîn bi Mîrê Êzîdiyan re, Semîner : Cî û warên Êzdiyên li bakurê Kurdistanê, Nasandina Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindîne û Êzdiyatî û erkeên rewşenbîrên Kurd:
http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_8_9.pdf Rûp.: 87-91 , 113,130 û 137-139

14. http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=788

15. http://www.welatperwer.com/nerinek-li-ser-maka-diroka-ezdahiti-u-kurden-resen-kemal-tolan/

16. http://www.felsefevan.org/kemal-tolan-u-keda-wi.html û http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=6262&RubricNr=24&MemberNr=30&ArticleNr=7910#.Uu-DlfuGMcM

17. http://www.helbestvan.com/ezda-naveki-xwede-ye-u-kemal-tolan/

18. -http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/012.pdf

19. http://www.civata-kurd.de/ku/kurdistan/345913/ez-j-m-na-seyday-mezin-rahmetiy-cigerxw-n-got-dib-jim-hawar-e-w-k-hilgir-v-bar-min

20. http://www.civata-kurd.de/ku/culture_and_art/352766/gava-ku-kevne-op-n-bingeha-olek-ney-ne-jiyankirin-zarok-ciwan-n-civak-j-nikarin-sed-hed-n-w-ol-bipar

21. http://gelawej.net/index.php/kemal-tolan/7534-pewiste-em-ezdi-ji-carenusa-xwe-bihez-u-rexistbuna-endamen-ezditiye-diyar-bikin.html

22. http://www.mezopotamya.gen.tr/p%C3%AEroziya-%C3%AAl%C3%AAm%C3%AAnt%C3%AAn-ku-b%C3%BBne-bingeha-afirandina-dinya-%C3%BB--jiyan%C3%AA-makale,739.html


Print