2019-09-16
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Ji çîrokên pir kurt û dirêj
2019-08-20 20:06
Bawerê Omerî
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebûn sê milet, yek ji beyabana Îranê hat, ê din ji beyabana navenda Asiyayê û Mangoliyayê hat- û yê dawî jî ji beyabana Yemenê hat.

Wan bi alîkariya dewletên sermayedar li cîhanê, Kurdistan û rojhilata navîn dagir kirin û li vir belav bûn.

Di destekî wan de “Quran” a li cem Ereban pîroz e, di destê din de “Şûr” bû- û li ser zimanên wan bêjeya “Xwedê û pêxemberê wî û periyên buhişta bêdawî” bûn.

Bi van her sê xap û alavan, çand, huner, ziman û kelepûra miletê Kurd û pêkahtiyên din qedexe û wêran kirin- û ev welat tevde dagir kirin. Û dawî dîrokeke sexte û bê bingeh bi xwe re anîn van welatan.

Van dagirker û nandoz û çeteyên xwe bi miliyonan ji miletê Kurd û miletên din kuştin û talan kirin, sînorên bombekirî û têlên bi dûrî û dîwar di nav yek milet û welatî de datanîn û ava dikirin, gund û bajar wêran dikirin, ava kaniyan diçikandin, çiya diherifandin, dar ji binî ve dibirandin, zevî û zemîn dişewitandin, zarok û zêç, pîr û kalên bê guneh bi saxî dixistin bin zemînê de û dikuştin, keçikên bedew û qeşeng dîl digirtin û bi yek dolarî difrotin hev- û diziya gencîne û mal û mirîşkên koxikan dikirin.

Îro jî ew dîrok xwe nû dike- û dixwazin dagirkirin û kar û pilanên xwe û lîztikên berê dûbare bikin, lê vê carê li “Ewropayê” cîbicîh bikin.

Di destekî wan de “Quran” a li cem Ereban pîroz e, di destê din de “Şûr” e- û li ser zimanên wan bêjeya “Xwedê û pêxemberê wî û periyên buhişta bêdawî” ne.

Kesên di wê wêrankirin û dagirkirinê de hevkar û beşdar bûn, îroj roj poşmaniya wan nema sûdeyê dide kesî, girî û gazin û xwerexnekirin nema buhayê firingekî dike.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com

Print