2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Her Tişt
2019-11-19 01:01
Suphi Aydın
Her Tişt
Ahmet Altan

Di dinyayê da tiştê herî xedar eve ku, tu rasta merivekî bi hêz werî û qedera te di desta wî da be.Ev kes dikare te bavêje hepsê, te bişîne sirgûnê, an jî te serbest berde. Gave tu bi destê kesekî weha bê hepiskirin, an jî azad bibî, davîyê van tiştan fena qencî û neçêyî ji hev cuda bin jî dîsa li ser te barekî giran dihêle. Ji ber ku di vê derheqê da qet mafê te yê axaftinê tune. Ev kes cubeyekî li xwe dikin û li ser kursîyekî berz, bilind da rûdinin. Ji wan kesan re dibêjin; Dadger. Helbet meriv qebul nake ku evqas hêz di destê kesekî da be, lê îhtîmal heye ku ev kes ev hêza xwe ya bêsînor ji bona biryara bi edlayî jî bi kar bîne.

Lê dema ku kesên weha xwedîyê hêza bê sînor guh nede heq û edaletê wê waxtê wê rewş çawa be?

Di pirtûka Hemînway ya li ser şikestina leşkerên Îtalyayê hatîye nivîsînê da bûyerekî weka fîlm tê pêşkêşkirin heye. Di wê dîmenê da serleşker di şikeftekî da leşkeran darizînin, ango dadgeha leşkerî çêdikin û li wir biryara îdama leşkeran didin. Ev serleşker bi rehatî tevdigerin, dizanin ji bona ev karê hanê wê tu zerarekî nebînin. Lewra ev serleşker di dema biryar dayînê da şewqên xwe didin ser serê xwe û eskeran bi îdamê mehkûm dikin. Rock Hudson û Vîttorîo de Sîca wê fîlmê da ev rola bi hunerekî bilind va tînin ber çavan. Belê ev dadgerên serleşker biryara îdamê didin leşkeran û wan dişînin mirinê.

Ez waxtekî dirêj di hepsê da mam, lewra gelek caran derketim hemberê dadgeran. Wan tu caran guh nedidan ser gotinên min, min bêsucîya xwe dianî zimên û delîl ji wan re nîşan dida, lê wan qet guh nedidan ser gotinên min, fena ku ez li wir qet neaxivim. Wan her weka xwe ez tawanbar dikirim û gotinên xwe dubare dikirin. Wan dadgeran berê ewil cezayê muebetê dan min, dû re ev ceza kirin deh sal û nîv û piştre jî ez ji hepsê hatim berdan.

Lê ez neha, di dema nivîsandina vê gotarê da pê hesîyam ku mudeûmîmî, dozger dijî biryara serbest berdana min da îtraz kirîye û lewra wê dadger di vê derheqê da careka din qerarê bide. Ango îhtîmala hepiskirina min jî heye. Ez lewra bi mereqekî va biryara dadgerê dipêm, ev dikare min ji nûva bavêje hepsê.

Di nava waxtên cure da min ji devê dadgerê bihîstîbû him ji ceza muebetê û him jî ya serbest berdanê xwe. Him biryara cezaya muebetê û him jî ya serbest berdanê li ser şexsîyeta min da tesîrekî giran hişt, lê min dizanî tu mafê wî dadgerê tune ku min serbest berde.

Ez ji hepse hatim rizgarkirin, lê bi hezaran merivên bêguneh li wir man.

Ev caxilmên hesinan, ji paş ev dîwarên qalin û mehkem derketim der, lê min li wir paş xwe da merivên belengaz hiştin.

Ez di hepsê da ji sê salan zêdetir tev du mehkûman di hucreyekî piçûk da jîyame. Qet tu sucê wan jî tunebû, kes guh nedida ser gotinên wan jî. Wan gelek caran ji dadgeran re digotin, em bê gunehin, lê fena dîmenên fîlma ‘ dest ji çekan berdin’ nê da ji alîyê hîn merivan ve dihatin ceza kirinê.

Di nav ev herdû mehkûman da yekî hebû emsalê lawê min bû. Dema ew ketibû hepsê hîna teze zewicîbû. Merivekî oldar bû, lê alaqaya wî li ser Felsefeyê û mereqa xwe li ser lêkolînên zanîstî hebûn.

Ji destên wî mehkûmê hemî cure kar dihat, ji îmkanên gelekî kêm tiştên wusa çêdikir ku meriv ji ev karên wî re ecêb û metel dima. Ji pakêta xwê dumbell, ji çetelan ristik, ji kevçîyên çayê muçik çêdikir. Hîn malzeme dianî dikir nava nanê hepsê û nanekî teze dihat amade kirinê. Navê xwe Selman bû, tu îtraz nedikir. Wî wusa bawer dikir ku hemû tiştên neçê hatine ser serê wî bi emrê Xwedê ne, lewra dijî qedera xwe gilî û gazinc nedikir.

Ji ber buyerên cure qet zîyaretçîyên wî tunebûn.

Lê di vê derheqê da jî gilîyên wî tunebûn.

Di rojekî da ez wame li ser masaya xwe ya pilastîkê da romanê xwe ya nû; Hayat Xanim ê dinivîsim, min ji hewşê hepsê dengê muzîkê bihîst. Dengê bilûrê dihat, ez derketim hewşê. Selman pişta xwe daye dîwarê, çavên xwe girtine û bilûra xwe pif dike. Di wê gavê da dengê hucreyên derûdora hucreya me hatin birînê, her kesî guhdarîya dengê bilûrê dikirin ku kesî gûman lê nekirîbûn li wir tiştê wusa çêbe. Dema dengê meqamê bilûrê qedîya, hema di carekî da îcar dengê takurdîyan dihat ji hucrêyên cîran yên hepsê. Mehpûsçîyan ji hucreyên derûdorê şîrînîyên ku wan ji kantîna hepsê kirîyabûn diavitin hewşa hucreya me. Ev yeka dihat mehneya çepik lêdanê û ya ‘bîs’ ê. Selman jî bi seatan li wir ma û bilûra xwe pif kir.

Dema derîyê holê hat girtinê min jê pirs kir, te ev bilûr ji kuva anî? Wî ev bilûr bi kartonê salnameyê çêkirîbû, di destên wî da hacetên pêyvandinê jî tunebûn, bi tilîyên destên xwe va navbera qulên bilûre eyar kirîbû. Qapaxa devê şûşeyekî pilastîk yê sodayê jî jê kirîbû, kirîbû devfîtika bilûrê.

Ser rûyê erdê da tu hacetên muzîkê dengekî fena bilûra wî dernaxînin, dengekî cure bi cure û hinekî qalin bû. Gava wî bilûra xwe pif dikir, te digot hemû bi goranê nota yê lêdixe.

Wî ne tenê stranên bi êş û keder hîn caran jî yên govendê, şabûnê lêdixist,lê pir caran dengê bilûra wî ber bi meqamên bi êş, keder va dihatin rîstin û belav dibûn.

Yekî fena lawê min bû.

Kesekî halê wî nedipirsîya.

Wî qet ji bona vê yekê dilê xwe teng nedikir.

Ji qaxizê bilûrekî çêkir, pişta xwe da dîwarê û lêxist.

Dema ez nîva şevekî da ji hepsê hatim berdan, ji min pirs kirin tu çi hîs dikîş Wan dixwastin bizanibin ka ez piştê evqas sal çi bersîv bidim. Lê min got; ez hinekî xemgînim. Min hezaran kesên bê guneh û Selman ê xwedîyê bilûra bi qaxizê çêkirî li wir paş dîwaran de hiştin.

Min dizanî bû sucekî wan tune bû, lê hêza min jî tune bû ku wan ji hepsê rizgar bikim. Kesî guh nedida ser gotinên wan. Ne tenê dadger, lê piranîya cîvata me bûbûn fena serleşkerên şikeftê ku tê da ceza ji cenderman re dibirîyan.şewqên xwe didan ser serê xwe û ev dişandin ber mirinê, carna vedigerîyan ser qûrbanîyên xwe yên dinan.

Dema min ev dîmenên ku di wê şikeftê da diqewimîn dîtin, ez bi êş û kedera mehkûman hesîyam, min guhdarîya dengê bilûra ji qaxizê çêkirî kir, lewra nedikarim ji hepsê azadbûna xwe şa bibim.Meriv xwe şêrikê gunehekî mezin dihesibîne. Di hepsê da tu jî ji wan kesan yekî ku, neheqî lê hatiye kirin, lê gava tu serbest dibî dîsa xwe şêrikê ev gunehkarîyê mezin ya li ser hepisçîyan bûye dibînî.

Ez dizanim di rûyê erdê da tiştê herî xirab eve ku, tu rasta kesekî werî û qedera te di destê wî da be. Merivê hanê guh nade ser gotinên te, te diêşîne, piçûk dibîne.

Lê ez dizanim çawa hêvî û hesret dikarin bi dengê bilûra bi qaxizê were çêkirin ve belav bibin. Ez dengê bilûra hanê xweş nas dikim.

Dizanim îhtîmala careka din hepiskirinê jî heye, lê Selman ji xwe hepsê da ye.

Û ew emsalê lawê mine, ji pakêta xwê dumbell, ji qaxizê jî bilûr çêdike.

Zîyaretçîyên wî jî tune.

Qet gilîyê wî jî tune

Tenê pişta xwe dide dîwarê bilûra xwe lêdixe.

Ev gotar bi îngîlîzî di rojnama The Observer 10.11.2019 de hatîye weşandinê

[Min ji T24 ê Tirkî ya wê wergerand Kurmancîyê.]

Print