2020-07-13
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
HILBIJARTINA BAJARÊ HAMBURG’Ê
2020-02-02 22:11
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, roja 23. 02. 2020 da xelkê bajarê Hamburg’ê yê Elemanya Federal diçe ser sandoqan û bi rayên xwe endamên parlamento ya vê bajarê hildibjêre. Hilbijartina azad û demoqrat cara ewil di 16. Adar 1919 de vê bajarê de hatîye çêkirin. Bajarê Hamburg’ê di Federal Elemanya de xwedîyê dîrokekî kewne û fena bajarên bender, ango lîman bi nav û denge. Xelkê vê bajarê dibêjin; bajarê wan derîyê dinyayê ye. Alîyê aborîyê de Hamburg xwedîyê cîhekî taybete li vê welatê da. Belê em dikarin bibêjin ji seraserê dinyê re xelkê mûhacîr li vir niştecîh bûne, ev yeka reng û tahma bajêr hîn jî xweşiktir û dewlemend dike. Xên ji vê yekê, her sal qasê neh mîlyon bîyanî tên vê bajarê zîyaret dikin, karên aborî bi rêva dibin, pere xerc dikin û aborîya bajêr xurttir dibe. Hamburg di kêleka çemê Elbe yê da bi cîhekî dûz de hatîyê avan kirin û di lîmana wê de jî bi sedan, kê dizanê divê ku hezaran keştî barê xwe tînin û dibin, ji çar koşeyên dinyayê. Rindî û bedewîya vê bajarê jî ji xwe nayê hed û hesêban, di nav bajarê da gola Alster û bi sedan qanalên avê, park û baxçeyên mezin jî henin. Ji wan Stadt park, ango parka bajêr ya herî mezin ne. Xelkê vê bajarê stranekî wan yê xusûsî ji bona vê bajarê hatîye çêkirinê da distirên; Hamburg tu yî almasta min dibêjin. Belê qasî du mîlyon rûniştvanên vê bajêrê hene û ji van kesan bi sed hezaran jî koçberin. Ango di vê bajara xweşik da gelekî mûhacîrên tirk û kurd jî bi salanê dijin, dixebitin û ew jî bûne xelkê vê bajarê. .

Belê evqas malûmat li ser bajarê Hamburg besin, emê vegerin ser mijara vê nivîsê û qala hilbijartina meclîsa bajarê ji we ra bikin. Di roja 23. 02. 2020 de wê 121 parleman werin hilbijartin û di nav lîstêyên partîyan de berendam, namzatên bi eslê xwe kurd jî fena nûnerên xêlkên din jî henin. Ez neha ji behsa parlementarên ku hatibin hilbijatinê bikim ku, hûn jî pê bihesin, ka rewşa partîyan di meclîsa bajarê Hamburg’ê da çawaye: Bi gora hilbijartinê bêrê de, SPD: 59, CDU:20, Grünen: 14, Die Linken:9, AFD: 6 û kesên ku bi girêdayê tu hîzbê ninîn, ango xweserin:3 , bi temamê wan bû 121 parlamentar. Ji van parlementaran qasî heft kes jî bi eslê xwe tirk û kurd bûn. Neha jî em mêla xwe bidin ser hilbijatina nû û hinekî ser kandîdat û partîyan de bisekînin ku, ev zêde me alaqedar dikin. Navê partî û rêxistinan ku dikevin hilbijartinê evanin: 1: SPD, 2: CDU, 3: DÎE LÎNKE, 4: FDP, 5: GRÜNE, 6: AFD, 7: ÖDP, 8: FREIE WEHLER, 9: PÎRATEN, 10: VOLT HAMBURG, 11: DÎE PARTEÎ, 12: TIERSCHUTZ hîer! Hamburg, 12: DÎE HUMANÎSTEN, 13:GESUNDHEÎTSVORSCHUNG, 14: TÎERSCHUTZPARTEÎ. Îcar di nav lîsteya namzatan de qasî deh kesan jî bi eslê xwe tirk û kurd in.

Ev rojên hilbijartinan de xem û xeyalan ez dîsan fena hîn caran birim gunda xwe Sarcon ê û rojên hilbijartinên Turkîyayê anîn ber bîra min. Di wê demê da em hîna teze xwe hesîyabûn û me alîkarîya namzatên pêşverû û yê demoqrat ser lîsteya CHP yê dikir. Hilbijartina endamên senatoyê bû û gelekan xwe wekî namzat qeyd kirîbûn. Lê di wê waxtê da di nav refên CHP yê de delege, nûnerên partîyê hebûn, wan berê hilbijartinê di nava namzatan re ev kes hilbijartin ku ev diketin ser lîstê û ew kes bi navê partîyê diketin hilbijartinê giştî yê Turkîyayê. Di gundê me da jî delegeyê CHP yê lawê meta min Beskê, kek Seîd bû. Helbet gelekî kes ev yeka dizane, lê keç û xortên nû nizanin. Ji ber ku neha li Turkîyê da delege felan nehiştin, her tişt di destê serokên partîyan da ye, ew çi bibêjin wusa fena fermanê gotinên wan tê qebûl kirin. Di wê waxtê eslê xwe da berê hilbijartinê de di nava CHP yê da teşqeleyekî mezin çêdibû, ji bona hilbijartina berendamên parlementaran.

Serê we zêde neêşînim, rojekî li Xarpêtê dadgerê mehkema yê cezaya giran ku wî waxta xeniqandina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan da îmzayekî dabû, gotibû bi gor qanûnê ev sê kes nayên dardakirinê û lewra bibû meşhûr. Me jî bona xatirê Denîz Gezmîş û hevalên wî dixwast jê re bibin alîkar. Îcar ev tevî qefleyekî abûkat û kesên nas yên CHP yê hat gund û hatin oda me ya mêvanan da rûniştin. Dadgerê me bi solên xwe va çû ser xalîçe û ser mînderê da rûnişt. Tabî me banê kek Seîd kir û apê bavê min Apê Ûsif jî li odê de rûniştî bû. Çawa ku apê bavê min dît, ev dadger tev solên xwe çû ser xalîçê de rûnişt, wî sureta xwe tirş kir, ji min re dibêje; lêr şû qahwe, nan cir bîyarê wa bûr û şuêr. Lawê min here jê ra qehwe û nanê bîhne, bira bixwin û herin. Mi got apo tu çi dibêjî, ev kesa ji bona ku Denîz Gezmîş û hevalê wî neyin xeniqandin îmza daye, wusa gotîye, emê lewra jê re bibin alîkar. Apê bavê min dîsa sureta xwe tirş kir û got, xizmetê jê ra bikin bira herin. Axir me nan qehwe ji wan re anî, wan nanê xwe xwarin û qehwa xwe jî vexwarin û gelekî jî pê qayîl bûn û çûn. Çend roj serda neçû yekî ji xelkê Karêrê hat mala me, ewî jî dixwast bibe senator, abukat bû. Navê wî jî Hasan Îldan bû. Gava Hasan Îldan tev hevalên xwe hatin, xelkê gund û apê bavê min jî li ser xanîyan de rûniştîbûn. Hesen çû destê apê bavê min, jê re bi zazakî qise kir, got apo tu senîn? Îcar kêyfa apê min hat, me mêvan û xelkê gund daweta oda mêvanan kirin. Me bi gor quweta xwe ji wan re xizmet kir û rabûn çûn. Dûre apê bavê min ji min re dibêje, şû Seîd ra vaj ma rayê xwi don inî mîyerîk. Awi mîyerik tirk ma rî niben, sibay yow gurê ma bib ma şî Ankara wi ma ra von; siz kîmdir biz sizi tanimiyor, lê ev mêrik dîsa ji me ra wê bibêje apo û bikeve pêşîya me îşê me çêke. Ez çûm min got, kekê Seîd, Apo Wusif weha dibêje, Seîd digot na lo, qelam qedîm ap wus bû komînîst. Axir di dawîyê da me raya xwe da Hasan Îldan ê û ew bû senator jî. Îcar kekê Seîd di nav gund da ev mele û sofî hêrs dikir digot; Hasan Îldan pek eyî derece îlen kazandi.

Nika jî tîka û ricayekî min ji welatperwer û demokratên kurd, yên ku li bajarê Hamburg’ê da xwedîyê mafê deng danê ne heye. Ez bi xwe dixwazim alîkarîya birêz Alî Ertan Toprak’ê bikim ku, ew di nav lîsta CDU, hejmar 20 de xwe wekî namzat qeyd kirîye. Birêz Alî Ertan kesekî bi tecrûbeye û jêhate, ger were hilbijartin dikare hîn qencî û rindîyê him xelkê me ra û him jî kesên ku di vê bajêrê da bêxwedînin bike. Hêvî dikim xelkê me wî merivê xwe re xwedî derkeve. Ev dibêje; bavê min ji alîyê Dersimê ye, zaza ye û dayika min jî ji Meletîyê ye, kurmance. De bira ser xêrê be! CDU jî dijî Daîşê gelekî alîkarî da gelê me yê başûr û peşmergan, pêwîste em qencîya wan jî ji bîr nekin. Partîyên din wek SPD, Grüne û Die Linke jî dostê gelê me ne, lê ez dibêm vê carê em giranîya xwe bidin ser birayê xwe yê hêja Alî Ertan Toprak’ê û wî hilbijêrin. Bawer bikin hûnê poşman nebin, ev merivekî qenc û jêhat e.
Print