2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
TİŞTÊ KU NE HATİYE GOTİN Û NİVÎSÎN Çİ YE?
2020-03-21 19:42
Kemal Burkay
Andêra koronayê em di mal da hepis kirin. Lê ez dîsa jî ji bo stendina tiştekî hewce, wek nan, fêkî, hêşinahî û xwarinên dinê, carina ji mal derdikevim. Herçiqas heval hogir dibêjin tu dernekev, çi lazim e emê bigrin, lê ez naxwazim kesekî biwestînim, wek her timî karê xwe bi deste xwe dikim.

Rojê carê jî diçim li parkê digerim. Berfa ku pêr hatibû çû, pel û kulîlkên teze man. Hewa dîsa xweş e, germ e. Park jî bêdeng e,hat û ço gor berê kêm e, xelk vekişiyaye mala xwe…

Di mal da tenêbûn bi awayekî jî baş e. Ji bo merivekî nivîskar wek min, karê ku bê kirin têrî xwe heye. Piştî derketina Cildê 3’ya bîranînên min, nuha haziriya cildên 4 û 5 dikim. Dixwazim Cildê 4. vê payîza pêş me derînim. Ya 5. jî bihara 2021’an… Heger korona destûrê bide!..

Him jî di tenahîya malê da mirov dikare bixwîne, guhdariya muzîkê bike, li înternetê binere… Ango bo her kesekî karek heye. Eger bi vana qayîl nebin, hûn dikarin ZİPO bixwînin, romana minî henekî û dîrokî!.. Bixwînin ku kêfa we bê.

Têlewîzyon jî heye helbet.. Lê bi raya min, zêde li TVê nenihêrin. Rojê bîs û çar saet behsa ev qotik û qarnasiya “korona û korona!..”

Berî korona pirsa Idlibê hebû ku em bêzar kiribûn. Nuha jî ev derdê koronayê… Em ji bi sedan pisporên Idlibê xilas bûn, nuha jî ketin destê bi sedan pisporên koronayê…

Belê, di tenahiya malê da tiştê ku bikaribim bikim gelek in. Dikarim nivîsên teze jî binivîsim. Bendên siyasî, şiêran, henekan… Lê tiştê ku ne hatiye nivîsandin ma ye?

Wekî li ser mesela “yekitiya Kurda” binivîsim… Lê xwe û xwe dibêjim: “Na heyran na, bilesewe xwe nevestîn! Tiştê ku te ev 40-50 sal e kir, tiştê ku te bi sedan, bi hezaran carî got û nivîsand, tê bîra kê?..”

Hin heval hogir bîle carina wekî ne xwendine, ne bihîstine! Hin kes ecêb in, îro dixwînin, sibe ji bîra dikin… Wekî bayek tê tiştên heyî dide ber xwe dibe…

Bi sedan şiêr ew e, hatine nivîsandin. Li ser hertiştî; li ser siyasetê, li ser welat û gel, li ser dar û beran, kulîlkan, av û ax û ezman… Dest bavêjime çi, şiêrên wê, çarînên wê li ber destan e…

Carina qet tiştek nemîne, henek hene. Ango birayê we Cemalî dikare ji tiştekî piçûk çîrokekî derxe ku hûn bixwînin û kêfa we bê. Ango Cemalî dikare ji libek tirî mehserekî çêke!

Lê Cemalî jî tiştê ku li ser ne nivîsandiye hema hema ne maye.. Hinek nivîsên wî bûne kitêb, hinek jî dor ne hatiye, ne bûne.

Lê dîsa jî,wekî hûn dibînin, çawa şivanek dest davêje bilûra xwe, ez jî dest davêjim qelemê, dile xwe ji we heval-hogiran ra vedikim.

Di çarîneke min da usa tê gotin:

Tiştê ku ne hatîye gotin û nivîsîn çi ye?
Dil ji şahî û xema jîyanê êdî têr bûye
Li dinyayê gerîm, pirL tişt dît, bihîst, tam kir û jîm
Şêstî sal dirêj e, ji wê dirêjtir ji bo çi ye?.


Xuya ye, dema min ev çarîn nivîsand şêşt salî bûm. Ji wê vir da 23 salên din derbaz bûn û min gelek tiştên dine jî dît. Çawa min di çarînê da gotiye, tirsa min ji mirinê tune. Ev jiyana dirêj û tijî kar-xebat têrî min dike. Lê dîsa jî jiyan delal e û jê ne aciz im. Bi taybetî dixwazim derketina cildên 4 û 5 ê bîranînên xwe bibînim.

Her usa jî îro 21ê adarê ye, ango Newroz e. Newroza we pîroz be!

21 Adar 2020

Print