2020-08-05
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Ji çîrokên pir kurt û dirêj
2020-04-03 19:10
Bawerê Omerî
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebû beşek ji miletê kurd, di sedsala bîst û yekê de nedixwestin dîroka nêzîk û dûr ya welatê xwe û miletên li rojhilata navîn bixwînin, wan dixwest careke din şaştiyên dîrokî, yên ku bav û bavpîrên wan kirine, dûbare bikin.

Vêca di vê sedsalê de Ebû Musilimokên Kurdistana başûrê rojava dixwastin mîna Ebû Musilimê Elxuresanî, Şama şerîf ji destêt xwediyên wê rizgar bikin û diyarî bidin destêt rejîma Tirk û Sultan û Xelîfeyê Osmaniyan û çeteyên wan ango “Biraderên Musilmanan.”

Lê çawa wan dîtin, ku ev pilan û kar û rêncberî û berdestiya ji dijmin re bi wan re naçe serî, rabûn wan berê xwe dan cem 30,000 000 û piçikeke din jî ji Ebû Musilmokan û pevre sê parên Kurdistanê ”Kurdistana başûr û başûrê rojava” dan destêt vê rejîma Tirk û Sultan û Xelîfeyê Osmaniyan û çeteyên wan “Biraderên Misilmanan”.

Dawî baş diyar bû, ku ew beş ji Kurdan pirtûkên jinanînê û jinberdanê tenê dixwînin, û ciwanmêran hîn ji xwendina pirtûkên dîroka xwe re ne vala ne.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com

03.04.2020z – 2720k
Print