2020-07-07
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Ji çîrokên pir kurt û dirêj
2020-06-21 23:15
Bawerê Omerî
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebû welatek, xwedî xaknîgariyeke pir fireh û xweş bû.

Di orta wî welatî de deşteke pir fireh hebû, di nava wê de bi hezaran kanî û daristan û şînkayî û gulistanên rengîn hebûn, seqa û avûbayê wê orte bû, ango ne pir sar û ne jî pir germ bû.

Di wê deştê de 60,000000 keleşêr û 60,000000 mirîşk hebûn.

Ew herdu nivşên balindeyan di pêşî de bê astengî di wê buhiştê de diçêriyan.

Bedbextane, û ji ber xwediyên wan tunebûn rojên wan ne bi hesanî derbas dibûn, her kêlîk û demjimêr wan keleşêr û mirîşkan xwe bixwe li ser cih û koxik û çêrgehan şerê hev dikirin. Tevî ku ew cih û koxik û çêrgeh têra hemiyan jî dikir, lê hedana wan bê şer nedihat.

Piştî di wan şeran de hevdû birîn dikirin, wê demê dibûn neçîreke pir buha û hesan ji lawirên din re.

Ji aliyekî ve roviyan êrîşî wan dikirin, ji aliyekî dî ve guran êrîşî wan dikirin, û ji aliyên din ve jî pisîk, gumgumok, balindeyên baz û başoke, mar û kûrişkemişk û hemû lawirên din yên goştxwer neçîr û rav li wan û çêçik û hêkan dikirin.

Di wê rewşa wan ya pir aloz de û bi sedemê şerê di nav wan de, her roj hejmara wan lawirên kedî kêm dibû.

Heya hejmara wan gihişte şeş keleşêr û şeş mirîşk û şeş çêçikan.

Ji bextê wan ê sipî rojekê ji nişkave kerwanek di nav wê deştê re derbas dibû, ew jî li zîv û zêr û ava şîrîn û pariyek nan û mêweyekî xweş digeriyan, wan bi çavên xwe dîtin bê çawa ew keleşêr û mirîşk mîna şêr û pilingên birîndar li wir şerê hevdû dikin.

Piştî wî kerwanî bi hezaran perîkên cure cûr bi çavên serê xwe li wir dîtin, radbin wan her hîjdehên li wir zindî mabûn digrin û pirsa perîkên li ser zemînê rêzkirî bûn ji wan dikin.

Belengazekî xwedî ezmûn ji wan re dest bi çîroka wan perîkan kir û got:”Hejmara me berî niha 60,000000 keleşêr û 60,000000 mirîşk bû, ev nêzîka dused salî ye, ku me timî li ser cih û koxik û çêrgehan şerê hevdû dikir, her cara yek ji me birîndar dibû, ew dibû rav û neçîr ji lawirên goştxwer re, me xwe bixwe li hev nedikir, ji lewra hejmara me îroj wek hûn dibînin pir kêm bûye, em bûn qurbana mejiyê xwe yê pir biçûk, ev perîk jî bermayê nezaniya me ne.”

Yekî ji nav wî kerwanî fort li wan kir û got:”Binêrin! niha em ê we li hevdû bînin, ji bo hûn careke din şerê hevdû nekin, em ê li we û welatê we pir miqate bin, ev çiya û deşt û û ezmanê weha sayî û xaka we ya dewlemned li ti welatên din tuneye, vêca vê carê hişê xwe bidin serê xwe û hûn dizanin li hawirdora we li jêr û li jor hemû dijmin in, hûn vî şerê nav xwe ranewestînin yek tenê jî ji we di vî welatî de namîne, deng hate we!!!

- Qid qid qid qidîşk, qid qid qid qidîşk, qid qid qid qidîşk û û û û, û û û û, û û û û……. Li ser sera û ser herdu çavan, li me negrin, bibûrin! Nikilên me ji şer û pevçûnê kerimîne û dengê me tevan ji toz û tirabêlkê ketiye û qirikên me jî ziwa bûne.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com

21.06.2020 z – 2720 k



Print