2020-08-13
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
‘Ev sed sale kurdan dikujî, hîna têr nebûyî’?
2020-07-10 12:58
Suphi Aydın
Suphi Aydın

Dîsan ewrên reş û tarî li ser ezmanê welatê me girtine û li ser xelkê reben mirinê,kuştinê dibarînin fena pir caran. Berê çend rojan kirin qêrîn û wêrîn,gotin emê bajon ser serê bajêrê Efrînê, emê kevir li ser kevirê da nehêlin felan. Him jî Reîsê wan ev gef û tehdîtên xwe di nava du bajarên kurd, ango Xarpêt û Çewlîgê de bi eşkera pêşkêşê xelkê wê herêmê kir. Xizan û nezanên vê deberê jî ji ew mêrikê şerxwaz re çepik lêxistin. Mêrikê bi eşkera got, emê di şevekî da bi lez û bez êrîşê we bikin ha! Emê nehêlin tu caran kurd bibe xwedîyê erdê bav û kalanê xwe. Çend roj berê yekî ji rayedarê hukûmeta Turkîyê got; di sala 2017 de destkevtê me yê herî baş ev bu ku me nehişt di bakûrê Îraqê de dewleta kurd were avakirinê. Îran jî gotibû ji berê dema referandûmê, ji ev xeyalên xwe dest berdin, an jî emê wusa xirabîya bînin ser serê we ku hûn qet gûman jî pê nebin.
Belê bajarê Efrîn ev çend roje binê top û bombe baranê dewleta Tirkan de dinale û dihêje. Dixwazin ev bajêra xweşik û delal xirabe bikin, xelkê bajêrê bikujin, an jî li wir bifetîlînin. Bi tevî heftê û du teyareyên şer çend rojin bombebaran dikin bê sekan, di binê xetê de bajarê kurdan Efrîna rengîn! Li ser ev bajarê rind îro toz û duman bilind dibe, zarok û kal tên kuştinê. Dîsan weka caran xelkê me yê reben dike gazî û hewar. Tu dibê ma qey şerê cîhan ya sêyemîn destpê kirîye? Şerme ev yeka ji mirovatîyê re, bi rayedarên Yekitîya Dewletan re û ji hemîyan zêdetir ji dewleta Tirk a bê merhemet re!
Lê dengê belengazan naçe guhên kesî, mezinên vê dunyê Rusya û Amerîka destûra kuştina kurdan daye dewleta Tirkan. Berjewendîyên Rusya û ABD yê wusa pêwîst dibînin ku kurd werin şikestin û careka din dijî zordest û hukûmdaran serê xwe ranekin. Çend heyv berê ABD yê di Îraqê de jî wusa kirîbû, kurd hiştin ber wîjdana Faris, Ereb û Tirkan de! Lewra ew karesat çêbû li Kerkukê, bajarê dilê Kurdîstan ê da.
Belê em mane di hîkmeta Xwedê da, weka helbestvan û welatperwerê me yê mezin Ehmedê Xanî dibêje. Gelo wê kurd çawa bikin ku ji ev zor û zulma sed salan xwe rizgar bikin? Bibin xwedîyê mal û milkê bav û kalanê xwe, bibin dewlet ji bona ku bikaribin ziman û çanda xwe pêşva bibin û jîyanekî bextewar bijîn di ser erdê xwe da! Şerê ku bi sedan salan bajo wê çi xêra xwe dijminên kurdan re jî hebe ku? Bi kuştinê kurd naqedin û we re jî jîyan wê bibe jahr û jar. Ev yeka jî hûn dewletên dagirker yên Kurdîstanê xweş bizanibin!
Van rojên dawîyê de dîsan teyareyên dewleta tirkan li ser erdê başûrê Kurdîstan’ê bombê dibarînin. Xelkê medenî, sivîl tên kuştin û gund wêran dibin. Turkîya bê dijmin nabe, gava di nav xwe da serê hukûmetê bikeve tengasîyê êrîşê kurdan dikin. Şer wê kîjan derdê re bibe melhem? PKK jî wayê nêzîka çil salanê dijî dewleta tirk şerê çekdarî dike û tirk jî ev yeka dikin mehne û erdê kurdan wêran dikin. Ev yeka tu qezencekî ji xelkê kurd re neanî, lê halê xelkê zêdetir xirab kir. Ev teq û req, kuştin û talan kirin heta kêngê wê bajo? Gelo taqata gelên tirk û kurd manê ku, çil salên dinê di nav ev mercên xirab da bije? Çare tenê di rêyekî medenî, ango bi hevhatinekî bi wijdan û edaletê da ye. Bê aşitî û wekhevî wê tucaran di welatên wekî Tirkîyê, Îran, Îraq û Surîyê da jîyanekî medenî û bi xizmeta her kesê da çênebe! Divê her alî vê yekê baş bizanibe ku, sebra xelkên van welatan jî ji van şer û pevçûnan re nemaye. Xelk ji bona ku xwîna mirovan bê rijandin nayên dinyayê, divê jîyanekî bextewar ji bona hemû kesan were dîtin. Bese ev şer û pevçûn! Ji sed sale bê merhamet û wijdan dajon ser xelkê reben. Aşitî û aramî ji bona hemû gelan, azadî, edlayî û rêya rewa pirsgirêkan çareser bikin, ne bi rijandina xwîna hezaran xort û keçan.
Min ev nivîs berê çend salan ji ber êrîşkirina dewleta tirk li ser bajarê Efrînê nivîsî bû û di paragrafa jêrîn da jî şerê van rojan ku li ser erdê başûrê Kurdîstan’ê da dajo lê zêde kir. Ezê gotinên xwe bi helbesteka helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet’ê ku min wergerandîye kurmancî bi dawî bînim.


BILA EWR MIROVAN NEKUJIN
Dayikin yên ku merivan perwerde dikin,
ronahî di pêşîya me zelal dikin.
Ne we jî anîyê dinyayê dayikekî?
Destdirêjî li ser dayikan nekin efendîno.
Bila ewr mirovan nekujin.
Banzdide zarokekî şeş salî,
Firfiroka wî derbaz dibe ji daran,
hûn jî di waxtekî da wusa banzdane. Destdirêjî li ser zarokan nekin efendîno
Bila ewr mirovan nekujin
Di neynûkan de porên xwe şê dikin bûk,
di nava neynûkê de yekî digerin.
Helbet hûn jî wusa hatine gerînê.
Destdirêjî li ser bûkan nekin efendîno.
Bila ewr mirovan nekujin.
Bila di dema kalbûnê de bê ji ber bîra mirovan,
tênê bûyer û bîranînên xweşik.
Gunehin,li ser kal û pîran neheqîyê nekin,
efendîno hûn jî di rojekî de bibin kal û pîr.
Bila ewr mirovan nekujin.
Sebat.1925
Print